BEHÎNAME

Di ser wefata Helbestkaré Neteweyî Cegerxwîn re 24 sal bihurîn.
Me nevî û mîratxurén Baba Tahir, Xanî, Koyî û Nalbend… 24 sal berî niha di 22 é heyva 10é de Seydayé xwe, Cegerxwîné Kurd û Kurdistané wenda kir.
Wî, bi 10 dîwan û dutaq berhemén li dû xwe hiştî, di dilé gelé kurd û di qada…

Cemşîd Bagokî

Piştî 24 salan ji koçkirina Seydayê Cegerxwîn, hêjî welat yara Cegerxwîn e. hêjî yara Cegerxwîn dinal e.. Mixabin jî, ku ew kesên xwe dikin helbestvan û dibêjin em di bin bandora seydyê Cegerxwîn de bûne helbestvan û xwe wek şagirtên wî bi nav dikin, me ew li ser gora Seyda nedîtin…!?

Doh…

Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di 18 ê cotmehê li Stockholmê pêk hat. Hejmarek bilind ji endaman beşdarî kongreyê bûn.

Li ser navê Yekîtiya Nivîskaran, Serokê Komelê Xaluk Ozturk çalakiyên sala derbasbûyî piralî nirxand. Nivîskar Zinar Soran jî rapora aborî pêşkêş kir. Piştre dîwanek ji bo rêvebirina kongrê hate hilbijartin.

Piştî xwendina raporan, ji endamê…

Nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên peyva kurdî..
Em bi navê komîta amadekar a mehrîcana roja helbesta kurdî 2008, li Bonnê we bi awayekî vekirî vexwendî guhdarkirina helbest û peyva kurdî dikin. Da ku em bi hev re moral û hêzê bidin helbestvan û kedkarên peyva kurdî. Bi beşdarbûna we, dîwarê qedexekirin û lawaziya peyva kurdî tê herifandin….

Hunermend Seîd Yûsif ji bo endametiya komîteya dadgerîxwestinê ya (Pêşbirka Ûdê a navnetewî a yekem) li Dîmeşqê, hate vexwendin.
Di çalakiyên (Şam Paytexta Rewşenbîriya Erebî ye), şaryara rewşenbîrî a Sûriyê ji hêla birêvebirê peymangeha muzîkê mamoste Ciwan Qereçolî, hunermendê navdar Seîd Yûsif hate vexwendin. Ta ko konserta vekirina pêşbirkê vejîne û hem weke endamê komîteya…

Di şeva 10/10/2008ê de û di pey rawestana çalakiyên xwe seranserî miha remezana pîroz koçika qamişlo ya çandeyî birengekî siruştî vegeriha berdewamkirina karê xwe yê normal di saxkirina şevên çandî û tewerî de li gel keç û xortên qamişlokî şevek ji bo wergerandinê terxankir bi mêvandariya mamoste FEWWAZ EVDÊ û amadebûna gurûpeke berçav ji rewşnbîrên…

Heleb: Roja 10/10/2008 û di bin Çavdêrîya nûnerên komîta navendî berêzan Selah Beyro ,û bi amedebûn mamosteyên xulê hijmareke ber çav ji afret û lawan ezmûna xuleye seretayî (xwendin û nivîsan din) bi dumahî anîn.

li destpêkê û piştî rawestandina hûr demeke kurt li ser giyanê pêşewê zimanê dê , mamostê xuleyê binavê xwe û…

Endamên partiyên demokratîk bi rêya kongre, konferans û civînan dîtinên xwe dihênin zimên, rê ji xwe re vedikin. Dîtinên xwe gav bi gav, bi rêya niqaş û guftugoyê didin pejirandin.
Ev demek e, di PUK ê de dengên cewaz bilind dibin. Belê, PUK, weke hêzek rêvebir, li ser gelek pirsên li Herêmê berpirsiyar e….

Qamişlo. 06/10/2008, Vê sibehê welatparêz û bijîjkê kurd Dr. Dara Arif Abbas, piştî temenekî 78 salî, di mala xwe de li bajarê Qamişlo koça dawî kir.
Dr. Dara yek ji hersê doktorên kurdan yên pêşîn bû ku li Qamişlo bijîjkxane (kilînîk) vekiribûn. Di wê bijîjkxaneyê de nexweşiyên xeklên Cizîrê bi tev nijadên wê ve…

Doh li gundê Sarincê / herêma Bûbilanan, saet li şeş û nîvê êvara 30ê meha êlona sala 2008an kurdperwerê hêja Şakirê Birehîmê Qaso, (bavê nivîskar û romannivîsê kurd Laleş Qaso), çû ber dilovaniya Xwedê. Îro, 01/10/2008, danê sibehê, bi beşdarbûna cemawerekî zexim ji kurdên Nisêbînê û gundên derdorê, ew di goristana Pîr Kemal de,…