BEHÎNAME

Di nava PUK ê de dengên cewaz: Demokrasî anjî kevneperestî

  Endamên partiyên demokratîk bi rêya kongre, konferans û civînan dîtinên xwe dihênin zimên, rê ji xwe re vedikin. Dîtinên xwe gav bi gav, bi rêya niqaş û guftugoyê didin pejirandin.
Ev demek e, di PUK ê de dengên cewaz bilind dibin. Belê, PUK, weke hêzek rêvebir, li ser gelek pirsên li Herêmê berpirsiyar e. Hetanî cihekî li ser pirsên Iraqê jî xwedî gotin e.

Ev alî dikare herdem bibe cihê niqaşê. Rexne bêne kirin, bi pêşniyaran xeletî bêne rastkirin.
Serokê PUK ê Celal Talabanî, ji bo hevkariya nav hêzên Kurdan, û têkilya erênî bi welatên cîran re mirovek çalak e, têra xwe pispor e. Divê av aliyê Serok Talebanî bê dîtin. Serok Talebanî ji vê awirê ve pîrê dîplomasiyê ye. Ev aliyê wî dê pêşerojê jî bibe cihê niqaşê.

Li gorî zaniyên belav bûne, beşek ji endamên revebir yên PUK ê li Londonê xwestine gavekî bavêjin. Li ser gava hatiye avêtin, nêzî 40 kesan piştgirî kiriye. 16 kes ji wan endamên komîteya navendî ne. Noşirvan Mustafa jî ji wan kesan e ku nerazîbûna xwe aniye zimên. Xwestiye ji PUK ê veqete…

Li ser xwestinên wan zêde zaniyarî belav nebûye. Dikarin di hinek xwestinên xwe de rastbîn, rastgo bin. Lê weke ku hate qalkirin, rê nikare bê niqaş, bê biryar, têkbirina partiyek stabîl ji xwe re bike armanc.

Mirov hêvî dike ku, di demek wisa hesas de, pirs bi rêyên demokratîk bêne çareserkirin.

Eurokurd.net – zarathustra News

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…