Dayka Hevt Şehîdan diçê ber Dilovaniya Xudê.

Kurdistan Elî / Axin – Elmanya

 

GERDEN XALID HESEN Sindî ya kû ji Zaxo jidayik bûbû Sala 1930 çû ber dilovaniya xudayê xwe yê dilovan , GERDEN Kiye..?

 Ev Şerejina kurd kû ji sala Enfala ve 1988, Jiyana xwe bi girî û Nalîn dinav Robarê Fermêska de derbas dikir , belkê ne tenê GERDEN Dayika Şehîdan bû çunkî bi hezaran û sedhezaran dayîkê Kurda Dayikê Şehîdan e û Kezeba xwe ji destdane jibo Xaka Kurdistan , lê belê Tenê Dayika GERDEN Dayika Hevt Şehîdane , Şeș kur û Neviyek.

Dayika me GERDEN di sala 1930 li Zaxo hatibû Dinya yê bi gelek zehmetî kur û Kiçê xwe xwedan dikirin , lê Mixabin Xedra Dagîrkerê welatê me hemî xwenên Dayika me Revandin û binaxkirin di Enfala çepelreş de .

Dayika GERDEN ji Malbatek Resene ji Gundê Banikê Devera Sindiya ser bi Zaxove ye, ji wan re tê gotin Mala ECEMÊ, ev Malbat di diroka xwe ya dirêj de ligel Herdû Şoreşê Kurdistanê bû , Hevjînê wê Mehmûd Şemsedîn Pêşmergê Êlûnê û herweha şoreşa Gulanê bû , ev Malbat li tevahiya Devera Badînan berniyas û navdarin, gelek kesên wan yê naskirî beşdarî Herdû şoreşa bûn wek serkirdeyê leşkerî berçav bûn, bi taybetî di Şoreşa Gulana Pêşkevtî de mîna : 

SADIQ EMER , MIHEMED MÊRZO, ELÎ QADO, IZEDÎN SE’DO, Ev mêrxas Rolek wan ya berçav hebû di Şoreşê de , her li demê Herdû Şoreşan de hejmarek mezin ji Şehîd û Qurbaniya dan , sercemê wan dighê 150 Şehîdî jiwan 83 Şehîd ketin ber şalawên Enfala Reş de sala 1988, her jibo zanînê ji wan / 6 / şeş kur û / 1 / neviyek yê vê Şerejinê bûn :

FENDÎ MEHMÛD ŞEMSEDÎN…Kur

– MIHEMED ELÎ MEHMÛD ŞEMSEDÎN..Kur

– FÊSEL MEHMÛD ŞEMSEDÎN..Kur

– REMEZAN MEHMÛD ŞEMSEDÎN..Kur

– HEYDER MEHMÛD ŞEMSEDÎN..Kur..ev kur Şehîdê Şoreşa Gulanê ye 

– HEMZE MEHMÛD ŞEMSEDÎN..Kur

– MISLIH FENDÎ MEHMÛD..Nevî.

– Digel vê Kezeb sotanê de her Wesiyeta wê jibo Neviyên xwe ewbû kû digot Kurê min Çekê babê xwe li Erdê nehêlin , ev Doza Şerefê ye , Doza Rêbaza pîroza Barzaniyê nemire , evbûn Bîr û Bawerên GERDEN Dayika / 7 / Şehîdan wê bawerî bi Azadiya welatê xwe hebû, Bawerî bi pêşeroja nivşên nû hebû, bi hinda wê Baweriyê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi hemî Erk û Karên pêwist jibo vê Malbata dilsoz û fidakar dabîn kirin , û çendîn car serdana wan hatiye kirin , û Rêzlênan bo wan hatiye derbirîn.

– bila Rihê te şad bê Dayê 

– Çihê te Behişt bê…. Gora Şehîdan aram bê …her zîndî bê Peyama şehîdên Kurdistanê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…