Zana xanê
Îro roja înê 24/10/2008 vistîvala helbesta kurdî li sûriyê qediya,cîgehê vistîvalê li bajarê qamişlo bû,beşdar ji pirrên bajarê kurdan li sûriyê amade bibûn, mixabin gelek helbestvanên bi nav û deng ne amade bûn, lê tevî wilo jî û tevî vê rewşa abûrî ya ne xweş jî ku bi ser serê miletê me da hatiye, tu dikare bêje ku vistîval derbas bû
Xelatên vistîvalê:
1-xelatek rûmetiyê wek hercar giha helbestvanê kurd ehmedê şêx salih
2- xelatek li ser çaktirîn helbesta nûjen giha helbestvan dildarê aştî
3-xelatek li ser helbesta bi rist û bi şêwyê kevn giha helbestvan û nivîskar melevanê resûl.
Têbînên ku dihatin gotin li ser vistîvalê:
1-gerek di çîroka belavkirina xelatan de, devera kûbanê û efrînê li ber çavan bihata girtin,û di hejmara beşdarkirina wan de kêmasî hebû.
2- gereke komîta bi nerxkirin û rexnekirinê her carê ji vistîvalê bêye hilbijartin,yan jî berhemên helbestvanan bêye rê kirin ji rexnevanên xwedî tecrûbe re mîna rexnevanê kurd heyder umer ,ebdilmecîd şêxo, masûm nisêbînî,……….
3- gerek komîta amedekar di warê veguhestina beşdaran de bêtirî wilo bi erkê xwe rabûba.
Di dawî de û tevî van têbînan, em dikarin bêjin spas ji bo komîta amedekar û bi hêviya ku vistîvala sala bê ji wilo pêşdetir be û hinkî hejmara helbestvanên ku helbestên xwe dixwînin ji wilo kêmtir be,û ast û nirxên helbestan ji wilo bilindtir be,û dîsan spas ji bo komîta amedekar.



Şîrove (0)