Bê goman di van kawdanên ku bizava kurdî têre derbas dibe ji encamê rewşa awarte,û corên sitemkarî û regezperistîyê yên ku miletê me jê dikazênê, cihê ser bilindî û şehnazîyê ye ku Rêxistina partî li bajarê helebê xuleyeke fêrkirina zimanê kurdî resen bi dûmahî bêne,û rêzdar Selah Beyro rola pêşewên nivîserê alif ba û rêzimana kurdî anî ziman û çend nemûnên mîr celadet bedir xan û osman sebrî û Dr.nûredîn zaza û… diyar kir û bilin nerxand,û rêzdarî piştgirîya komîta navendî bi taybet ya nivîsgiha çandê diyar kir.
û xelata xulê ji bo herdû qutabîyên yekemîn di xuleyê de pesend kir.
li dawiyê û ji derçûyan xwest ku berdewam bin li ser pêvajoya (xwendin û nivîsandinê) ji bo karê xuleyên fêrbûnê, û sipasîya berpirsyarê Rêxistina partî li herêma Hlebê û mamostên xuleyê kir.
û serkeftin û bextewerî ji yên di ezmûnê de bi ser ne ketin re xwesi.

Şîrove (0)