Wergerandin û fewwaz evdê di koçika Qamişlo de

Di şeva 10/10/2008ê de û di pey rawestana çalakiyên xwe seranserî miha remezana pîroz koçika qamişlo ya çandeyî birengekî siruştî vegeriha berdewamkirina karê xwe yê normal di saxkirina şevên çandî û tewerî de li gel keç û xortên qamişlokî şevek ji bo wergerandinê terxankir bi mêvandariya mamoste FEWWAZ  EVDÊ û amadebûna gurûpeke berçav ji rewşnbîrên kurd li bajarê qamişlo .

Piştî

bixêrhatinê mamoste fewwaz dest bi xwendina simînara xwe kir ya dibin nave (giringiya wergerandinê ) têde tekes kir li ser pêdiviya pîtepêdanê ji karê wergerandinê re û hebûna wê. her weha mamosteyê simînarbêj got:wergerandin pireke di nava milletê serdest û yê bindest de , yan digire yan diveke .

Ew alaveke dinav zanistiya milletan de da ku herkes sûdê jê bigre ji ber ku şaristanî ne di destêmilletekî tenê deye û da ku mirov sûdê ji çand û kultorê her milletî bigre .
Û wergerandin bixwe du qûnaxin “qûnaxa ziwabûnê û ya afrandinê “û qûnax dirêj dibin û sedemên wêjî hene ku qels dimîne ji sedemên abûrî û jiyanî û tunebûna dezgihên piştgir ji vî erkî re ,û ne peydabûna zimanekî sitenderî kurdî û pirbûna şaşiyan di ferhengên heyî de  .
Her weha mamoste fewwaz got normale em ji zimanên biyanî wergerînin kurdî da ku çanda me hevçerix be bi çanda  cîhanî re û bi çanda biyaniyan re bê fetrûn kirin(telqîh).
Û paşê mamoste fewwaz evdê çend nimûne ji wergerên xwe xwendin ew jî:
1″çîrokek bi navê MARIYA ya ku ji karên mamoste mihemed elî kut bû ji kurdî wergerandibû zimanê erebî .
2″çend helbest ew jî ( bi wekhevî +kî+azadî+evîndar)ji helbestên riyad salih elhisên yên ku ji erebî wergerandibûne zimanê kurdî .
Li dawiyê jî dergihê têkiliyan hate vekirin ji amadeyanre û ji wana:
1″helbestvan XELÎL SASÛNÎ:xoşiya berheman karê wê yê resene û wergera wê di peyde ye vêce pêdiviye ku wergêrkar mafê daner winda nekê ne berhemê wî jê bidizê .
2″Dr,MÎDYA MEHMÛD ji bo mefa girtinê pêdiviye du xal pêk bên :
1″pîtepêdan ji zimanê kurdîre û cihê daxêye xwendekar ji guhvedêrê zimanên  biyanîne sedema ne belavbûna karên wergerandî . 
  2″pêwiste helbestên her milletî bêne wergerandin bo kurdî û tevlî serpêhatiyên   wan.
3″mamoste NISRÎN TILLO : di wergerandina mamoste fewwaz de behwerî û emanet bel  dibe , tevlî wêjî gelo bi kar anîna giravên gelêrî (musteleh)lerzînekê diyar nake liser  berhemên resen .
4″helbestvan LEWEND DALÎNÎ :  şiroveya du xalan xwest :
  1″çi pîvan ji hilbijartina berhemên ku bêne wergerandin re hene ji guhdan û sûdê .
  2″çi rêfirans hebûn ji tere di wergerandina romana (xezeba azadiyê )de ya  mamoste laleş qaso ji ber ku em zanin laleş bixwe pêlewanekî zimanê gelêriye
5″mamoste XALID MIHEMED : rola wergerandinê hemi mercên ziman pêk ne ênê ji ber ku di gotinê de badaneke giramatîkî heye ya ku wateya wê di guherê û cawazîkê dide der û hin caran ziyanê jî di gihîne berhem li herdû Milan,û di têgihiştinê de .
Her heyberek tê wergerandin têde gotinin dibûrin wateya xwe di hindurê hevokê de diyar dike , û li vir du erk têne xwestin:
   1 “lêvegerana taybetmendên rêzimanî bi hûrbûnî û çendî car.
    2″astenga ferhengî , pêdiviye ku wergerkar hin zaravayên kurdî bizane .
  Herweha astê nimiz ji ferhengan re û nîniya dezgehan û xizaniya rêzimanî pisgirêkin  dîtirin di riya serketina wergerê de .
6″mamoste XALIS MISEWWIR : cînavê simînarê ji giringiya wergerê nehate cih û mafê wergerkar mina mafê nivîskar heye lê madam kultorekî meyê resen heye çima em pêş miletên hevbeş nakin her weha em yê wanjî bibînin .
Pêwiste wergerkar wêje karbejî da ku sawîra wîna alîkar be ji ber ku ferheng tenê doza wergerandinê bi cî na îne.
6″mamoste helbestvan CIWAN NEBÎ: werger pencereke bihtir ji pirekêye têre çanda xeynî xwe dibênim , pêdiviye ev karên ha bigihin destê xwendekarên ereb .
Wergerandin bo kurdî girigtire da ku xwendekarên kurd ramanê wan neçe derve û bihtir bibin.
   Her weha û bersiva van pirsan hate dan ji alî mamoste fewwaz ve , hêjî gotinêye xwendina wî ji çîroka mariya re bû cihê giftûgoyeke germ û bi coş û dûdirêj.
Û sipasî hatin dan ji pêkanîna civatêre û amadebûyan re  , û ta şeveke dî ji şevên qamişlokî koçika qamişlo we vexwendî berhemên cantir dike .
  
10/10/2008

 koçika Qamişlo ya çandeyî
K.qamislo@cmail.com
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…