Daxuyaniyek bo Raya Giştî

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav kir û deqê peyama pîrozbahiyê jî ligel wê hate belavkirin.

Lê piştî wan rexneyên ku li hin rûpelên torên civakî hatin belavkirin û di wan de me bi vê yekê tawanbar kirin ku me tenê bi zimanê erebî nûçeya xwe belav kiriye, me pêdivî dît ku vê daxuyaniyê bidin raya giştî.

Em dixwazin piştrast bikin ku nûçeya me bi herdu zimanan hate belavkirin û peyama pîrozbahiyê jî tenê wergêrana deqê kurdî bû. Herwiha, piraniya daxuyanî û nameyên fermî yên me bi zimanê kurdî têne amadekirin, ji ber ku em bi girîngiya zimanê kurdî û pêşvebirina wê bawer in.

Hevdem ku em bi xêrhatin pêşwaziyê li rexneyê dikin û rêzê li hemû dilsozên zimanê kurdî digirin, ku di heman dem de, em dilgiraniya xwe tênin ziman li hember wê bêrêziya ku ji aliyê nivîskar Qado Şêrîn li dijî me hatiye nivîsîn, çunkî hindek derbirînên neguncaw hatine nivîsîn heta ku me bi “bê exlaqî” gunehbar dike, herweha ku em bûne sedemê bindestiya Gelê Kurd û nebûna dewleteka kurdî.
Ku ev şêwaz ji rastiyê dûr e, hevdem ku xizmeta rexne û giftugoyê û çanda ciyawazayiyê nake.

Jiber rêzgirtin li ragehandina giştî ya kurdî, em deqê serekî ya peyama pîrozbahiyê bi zimanê kurdî ligel vê daxuyaniyê belav dikin:

 

Peyama Pîrozbahiyê

 

Nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê germtirîn pîrozbahî û silavên xwe pêşkêşî Serokatî û endamên Kongreya Yekem a Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî dike bi bûyera lidarxistina vê kongreyê, û ji bo serkeftin û serfiraziyê daxwaza herî baş dike.

Em vê gave girîng pîroz dikin û hewildanên ku ji bo xizmeta zimanê Kurdî, bilindkirina cihê wê yê zanistî û çandî, parastina mîrata wê û xurtkirina hevkariyê di nav lêkolîneran û saziyên têkildar de têne kirin, bi bilindî nirxînin.

Hêvî dikin ku xebatên kongreyê bi serkeftinê bi dawî bibin û encam û pêşniyarên wê bibin alîkar ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û zêdekirina cihê wê.

Bi rêz û hurmeta mezin

Nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê
27/06/2026

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…