Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li ser rewşa tevgera rewşenbîrî û ragihandina Kurdî hat kirin, zehmetî û astengên li pêşiya karê wan hatin gotin .
Di kongir de tekezî li ser van xalan hat kirin:
-azadiya derbirîn û bîr û baweriyan, û berevaniya mafên Nivîskar û Rojnamevanan ko bi azadî û serxwebûnî karê xwe bikin, û rêz li bîr û baweriyên cuda bê girtin .
-parastin û geşepêdana ziman û rewşenbîriya kurdî li Rojavayî Kurdistanê.
-tevkarî di navbera yekîtî û rêxistinên rewşenbîrî li welat û li derveyî welat.
-piştgiriya nifşên nû ji Nivîskar û Rojnamevanên behremend, û rê li pêşiya destpêşxerî û karînên wan bê xweşkirin.
-piştgiriya hebûna jinê di nav karên rewşenbîrî û Rojnamevanî de, loma di rêveberiya nû de 35% jin hatin hilbijartin.
Di dawî de rêveberiyeke nû ji 17 kesan hat hilbijartin :
Ibrahîm Yûsif, serokê YGNRKS.
Boniye Cegerxwîn, cîgira Serok.
Cemîl Ibrahîm, cîgirê serok.
D Mehmûd Ebas
Ebdilbaqî Husênî
Hefîz E.rehman
Xorşîd Şûzî
Sedîq Şernexî
Narîn Umer
Elwan Şivan
Merwan Mistefa
Behrîn Oso
Fedwa Hisên
Salih Cango
Yusra Zubêr
Rojîn Gedo
Munîr Xelef .
Herbijî gotin û Rojnamevaniya azad .
Komîteya Birêvrbir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye.