Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî beşdarî Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya nifşên kurd ên  li derveyî welat bû. Ev çalakî di bin çavdêriya birêz Şefaa Barzanî, rêveberê giştî yê Revenda kurdî li Ewrûpayê, hat pêkanîn.

Di dema kongreyê de, serokê nûneratiyê Abdulkerîm Hacî, peyamek pîrozbahiyê radestî komîteya rêveberî ya kongreyê kir. Wî tekez kir ku Encumena Niştimanî ya Kurdî hemû destpêşxistinên ku armanca wan parastina zimanê kurdî û bilindkirina cihê wî wekî yek ji bingehên sereke yên nasnameya neteweyî ya kurdî ye, piştgirî dike. Her wiha wî xwest ku kongre di pêkanîna armancên xwe de serkeftî be.

Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê
2026/6/27

========

Li jêr nivîsa peyama pîrozbahiyê ye:

Peyama Pîrozbahiyê

Nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê germtirîn pîrozbahî û silavên xwe pêşkêşî Serokatî û endamên Kongreya Yekem a Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî dike bi bûyera lidarxistina vê kongreyê, û ji bo serkeftin û serfiraziyê daxwaza herî baş dike.

Em vê gave girîng pîroz dikin û hewildanên ku ji bo xizmeta zimanê Kurdî, bilindkirina cihê wê yê zanistî û çandî, parastina mîrata wê û xurtkirina hevkariyê di nav lêkolîneran û saziyên têkildar de têne kirin, bi bilindî nirxînin.

Hêvî dikin ku xebatên kongreyê bi serkeftinê bi dawî bibin û encam û pêşniyarên wê bibin alîkar ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û zêdekirina cihê wê.

Bi rêz û hurmeta mezin

Nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê

27/06/2026

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…