Hozanê Efrînî
Dema ku pêvajoyên tevlêbûnê bêyî lêkolîneke têr û plansaziyeke durist pêk tên, ew valahiyeke ewlehî û îdarî çêdikin û deriyê kaos û nearamiyê vedikin, û di dawiyê de sivîl bedêla wê didin
Wek em hemû dizanin, ev demek e agirê şer û pevçûnan di navbera Kurd û Ereban de hatiye rawestandin û hêdî hêdî rewş ber bi aramiyê ve diçe. Tevî ku beşek ji gelê Kurd, bi taybet çalakvanên li Ewropa û hinek li Herêma Kurdistanê û yên li hundirê Rojava jî, ji wê rêkeftina tevlêbûna dezgeh û saziyên dewletê re ne razî ne.
Tevlêbûna HSDê û saziyên Rêveberiya Xweser bo nav saziyên dewletê, valahiyeke mezin çêkir ku bi vî rengî ye:
1- Nemana kerta ewlehiyê ya gelê Kurd û bi taybet yên ku bi Xweserî û HSDê re bûn, li navçeyên nîvçe Ereb û yên piranî Ereb, bi taybet li Hesekê û Til Hemîsê û Til Berak û Til Koçer, Reqa û Teqba û gundewarên Kobaniyê ku têkel in bi Şiyûx û Sirînê û her weha li Şehba û Tel Rifet û Tel Hasil û Babê û Ezazê û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
2- Nemana kerta xwendin û perwerdeyê ku ev yek ji kertên herî girîng û bi nirx e. Êdî xwendina bi zimanê Kurdî wek berê nema û dibistan û zanîngehên Kurdî dê bên guhertin û asta pêşketina zimanê Kurdî jî dê nizmtir bibe.
3- Lawazkirina kerta rewatiya doza Kurdî, ku piraniya Erebên di navçeyên Kurdan de xwedî çek û hêz in û guh nadin dewletê û serxwe tevdigerin û karên neyasayî dikin, wek şehîdkirina şehîd Sîpan Hesekê û kesên din.
4- Lawazkirina kerta aborî û tevgera bazirganî li navçeyên Kurdî, ku niha piraniya liv û tevgera aborî wek berê nemaye û pir lawaz bûye.
5- Lawazbûna xwesta vegera penaber û koçberên ku li derveyî Rojava ne.
* Gerantiyên vegera penaberan
Ji ber ku ew penaberên ku li derve ne û bi taybet yên li Herêma Kurdistan û Iraqê ne, daxwaza garantiyên cidî û morkirî li UNê dikin, wek: “
1-Peydakirina budceya çûn û cihbûnê
2- peydakirina ewlehiya jiyana malbata wan ku wek koçberên Serêkaniyê bi serê wan neyê
3- Çareserkirina mijara xwendin û perwerdeyê ku zarokên wan ji pola yekê heta zanîngehê bi Soranî xwendine.”
Her weha gelek tiştên din jî hene ku ji wan jî kesên mektûm hene ku aloziyên jiyana wan ji ya gişkan dijwartir e. Ev rewş dê firehtir bibe û roj bi roj aloztir bibe.
Ji ber ku hîna sîstema dewletê bi rêkûpêk cih negirtiye û bilezkirina tevlêbûna Rêveberî û HSDê bê danîna zemînek û cihgirbûneke durist û tendurist pêk hat, lawazî zêdetir bûn û alozî jî zêdetir bûn û êdî dewleta Sûriyê nikare desthilata xwe bi ser hemû navçeyan de bisepîne.
Dewleta Sûriyê şaşî kir bi tevlêkirina bilez a Rêveberiyê re. Eger bi pêwîst dît ku hêzên HSDê tevlî saziyên wezareta berevaniya Sûriyê bike, pêwîst bû ku di tevlêkirina saziyên Rêveberiya Xweser de lez nekira. Ji ber ku pêngava tevlêbûnê valahî û nelihevî û alozî çêkir.
Di cihê tevlêkirinê de bila hevrêzî û hevahengî saz bikira, bila komîteyên hevahengiyê di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de çêbikirana û bi hev re kar û xebatên hevbeş encam bidana.
Bi vî rengî, hem hikûmeta Sûriyê û hem jî Rêveberiya Xweser zerar dîtin û dê her biçe alozî berfirehtir bibe û niha jî nîşanên wê yekê diyar in û ev yek wê ne tenê li dijî ewlehiya dewletê be, lê metirsiya derketin û bihêzbûna komên ser bi DAIŞê û yên din ku yasayê napejirînin jî heye û dê Sûriye bibe qada nelihevî û nearamiyê û dê gelê Sûrî bi Kurd û Ereb û Aşûrî û Suryanî û Ermenî û Tirkmen ve baca vê leza tevlêkirina bilez bide.
* Şehîdkirina Sîpan Hesekê di berjewendiya kê de ye?
Şehîdkirina Sîpan Hesekê ne ya yekem e û wê ne ya dawî be.
Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan
Êdî bûyerên wek şehîdkirina Sîpan Hesekê dê zêdetir bibin û dê metirsiyan li ser jiyana sivîlan berfirehtir bike. Û ev bûyer ne di berjewendiya xelkê Sûriyê de ye û tenê di berjewendiya neyarên aştî û aramî û doza gelê Sûrî û gelê Kurd de ye.
Gotina min ya ji bo dîrokê û gelê kurd û Kurdistanê…
Ev buyera şejîdkirina Sîpan Hesekê wê bibe bi çandnû kultûrek û çiqas DAIŞî ku ji aliyên hêzên Kurdî ve hatine kuştin wê wek Şehîd Sîpan tolê jê rakin.
Her weha careke din, wê rewşa ciwanên kurd ber bi dozexê ve biçe. Eger belavoka wezareta Hundrîn ya Sûriye wek ku hatiye weşandin û têde şehîd Sîpan bi kuştiyekî normal daye nirxandin, tê wê wateyê wê ev kiryar û tawan bi serê piraniya şervanên YPGê dubare bibe.
Hêvîxwezim ku aliyên peywendşdar ên kurd ku di nava hikumeta Sûriyê de ne, vê tawanbaran û buyera şehîdkirina Sîpan Hesekê wiha derbas nekin û bikin rojeva sereke ya karên xwe, efer na wê sibê sira wan jî wer e.
Doza gelê Kurd bi têkelbûnê ji holê ranabe û dê her berfirehtir bibe, ji ber ku dozeke rewa û durist e. Sedema her tiştî jî ew têkelbûna lezgîn a Rêveberiya Xweser bi saziyên dewletê re bû. Em dizanin ew pêngav neçarî û bi darê zorê bû. Lê bila bimîne ji dîrokê re