Helbest u Vidyo

Min ji êşê re di êşa min de bihêlin

Helbest: Mehmûd Badilî

Min ji êşê re di êşa min de bihêlin
Ma ne, ew di hundirê min de
belgeyên ji şewatên kor,
ji xwe, di xwe de diafirîne.
Ji tuxmê xweyîtiyeke paşguhkirî
henaseya xwe ya qehweyî werdigire,
di kakila hebûneke sêwî de
mayîna tenahîya xwe dinexşîne.
Wê bihêlin.
Wisa min jî ji êşa min re berdin.
Dibe ku rojek bê, bikarim tenê
li ser tenahîya êşa xwe binivîsim.
Êş bi xwe mikurhatinên baranekê ye.
Êş zaravê tîtîyekê ye.
Êş sema dilê gulên sor in
dema di giyanê berfê de distirên.
Êş sîbera te ye,
ya ku di neynikê de
beramberîyê bi nîgaşên te re dike.
Wê bihêlin.
Wisa min jî ji êşê re…
Li vir netevlêbûn û xwetenahî
neynika te ya diltenik e,
her tişt bi zimanê wê bi te re diaxivin;
li ser xwe tenê, li ser ne tiştekî.
Ez ê li kêlîkên ku tu tê de dirêjkirî bûyî mikur bêm,
Li kêlîkên ku tu tev ewrên xwe tê de bûyî,
dema ku çêja geşbûna gulyazên ji lêvên te diherikî
gendel kirin.
Wê gavê tu di taweşîya giyakê de
ji ser hişê xwe ve çûbûyî.
Kewekê siya te nikil dikir.
Te êşa xwe ji kê re berda?
Li wir ji dûr barebara xezalekê dihat guhê min,
baraneke hûr û pesareke berfireh bû.
Ez ê pêrewîtîya sîbera xîmavê
di şikefta wê ya ne baw de bikim,
bablîsokên jibîrkirinê
yên li ser sînorê qeşengîyê li hev siwar bûne
biajom ber bi firehîya valahîyê de.
Li vir tiştek bikêrî jiyanê nayê,
tenê bêrîkirin min dispêre xewnan.
Ev cangorîya mêşinî,
ne ji tirazûya mermerê ye
ku bi zîzîya birûska çirisandî ya dûr re guncav bibe.
Birûsk di vir re derbas bû,
tu barebara wê xezalê dikî.
Birûsk di ser serê me re derbas bû,
bêyî ku bigihêje kûrahîya çirîskên xwe.
Serên me di bin birûskên sar de herdem xûz in;
birûskên dîn, birûskên kerimî,
yên ku di kirasê xweşikbûna gunehbarîyê de,
di kîmyaya giyanên wendabûyî de
rohnîya xwe kil dikin.
Ev birûska enîya min û te ye,
dilê min bi deyax bû
ku carek din nema te dibînim.
Tu li sîbera xwe hayê dibî
ku bûye çêrgeha ewrên req.
Û hêna ez li ser ya xwe me
ku li vir tiştek bi kêrî jiyanê nayê,
tenê evîn,
min li hebûnê haydar dike,
û hebûna min
di bin bargiraniya toza gotebêjê de
kupiya ye.
Êş li her deverê ye,
movikên jiyanê hêdî hêdî hişk û req dibin.
Derew ji wisa bêhtir li ber sivdera nerînê
xwe ranaxînin.
Ew rastî ye dema ku tê gotin:
rastiyeke berçav nîne,
rastiyeke têgihiştî ta dawî nîne.
Tenê tu,
tenê ez,
rastiya vê êşê ne.
Va rok jî lenç bûye,
êdî gurîbûna peyvan diçirise.
Ev serdemeke qop e,
ji serî ta binî
di qirêja taygirtinekê de hêwirî ye,
ya ku bi daw û şaxên bûnewerên tarîperest ve daliqiyaye.
Îca ne rev heye,
ne desthilanîn.
Êş rûxandineke mezin e
û têkoşîn jiyaneke ji êşê ne bedewtir e.
Tenê tê xwestin
em xwe li ser hev biçimînin
û pêrewîtiya vê hilweşandinê bikin.
Tu dibînî…
Xewn li ser pêsîrên êşê
nîgaşên xwe şîr didin.
Têkçûnên berdewam li ser rewşa xwe,
di dîdara paşvekişîna wêran de
wêne dibin.
Mirov êşê li xwe nake, ne mirinê.
Nizanim çawa giyan
barê veguhestinên berê hildidin.
Nizanim çawa gewd
barê giyanên westiyayî hildigirin.
Û çawa dil
di valahîya bêdengîyê de
xwe radigirin.
Ne kiryareke xwemalî ye
ku xêzên mista destên ji ronahiyê,
bi tajanê pîsîtî û xapandineke jîr
jê herin.
Ev xapandina jîr, ya ku bi agirê xwe yê tund
di kunîleyên giyanên lawaz de
her gav û dem bilind dibe.
Ev mezinahiya kirêtiya demê ye,
tackirina xapandinê ye,
pîrozbahiya şikestinan e
di gêdûkên giyanên ji xwe têkçûyî de.
Erê, hilweşandin e…
Erê, ketin bi xwe
dibe ku xweşiya giyanê bahozê be.
Erê, ketin bi xwe
dibe ku navnîşana hundirê bêpar û bêwaran be.
Kesên ji dojeha serpêhatiyên bêzar
û zivriya destên gunehkar reviyane…
Ev wêrankirina evînê ye,
nexweşiya ku di karûbara çaxekî gendel de dixemile,
ev ya ku ji gerdena ezman bi xwe dadiwerive.
Va ye yê têderxistî,
xwediyê gotina dawî.
Berikên sêwî di destê wî de,
bi hevirmêşê tilîyên xwe yên bêhiş ji xweyîtiya xwe,
wan li bêqidûşiya aliyên xemsar belav dike.
Alî ji bejna xwe têne xwarê
û em li ser serên xwe dibûrin.
Ma hîna çare bi serkêşîyê heye?
Ma hîna çare bi hezkirinê heye?
De min bihêlin,
Min ji êşê re di êşa min de bihêlin,
Û ristina serkêşiyê
ji tilîyên darên hejîr û zeytûnan re,
Ji bêhna kanîyan re,
Ji xewên çeman re bihêlin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Ez hiştim

Rewan Oso Ev roj bi min bûne sal por spî bû, bûm wek pîr û kal ciwan im, lê dane dest min…