Dilawerê Zengî
Bi kelepûr, em bi gelemperî berma ramanî û şaristanî ya ku ji bav û kalên me maye, di nav de dab û nerît, kevneşopî, wêje, zanist, huner û hwd. Kelepûr dikare bi devkî nifş bi nifş ve were nivîsandin an were parastin. Ev kelepûr reseniya miletê di serdemên xwe yên berê de nîşan dide. Kelepûr resenî, raman, berma û şaristaniya neteweyê xuya dike. Dema ku em kelepûrê dixwînin û lê dinêrin, em hizir dikin ku em dibînin û dibihîzin ku wê demê çi diqewimî û dibû. Em li axaftinên hişmendan guhdarî dikin, mezinahiya pêşiyên xwe hest dikin û heta ku em bigihîjin gupika rûmetê bizavê dikin ku li ser şopa wan bin.
Kelepûr, şaristanî û dîrok e, eger em li yek ji pirtûkên kelepûra kurdî binerin û li ser jiyana mirovên wê demê bixwînin, em ê têbigihin ku çawaniya ramana wan, çawaniya xerîkbûna bi biyavan re, jiyana xwe çawa dijiyan û bi çi tiştan xerîk dibûn. Em li ser zanistên ku wan jêhatîbûn û bikaranîn kiribûn, bi çi rabûn û rûniştinên wan baş bûn, û têkiliyên wan bi kîjan neteweyan re hebûn ku di bin bandora zanîn û dab û nerîtên wan de bûn, ji bilî naskirina kesayetiyên bermayên herî diyar ên wê demê, me xwendin. Her wiha, xaleke girîng a ku divê were zanîn ev e ku kelepûr li ser çend beşan dabeş dibe, wek: wêje, zanistên olî, zanistên gerdûnî û gelekên din. Wek mînak, di kelepûra wêjeya kurdî de, em helbestvan, nivîskar û wêjevanên wek: Baba Tahirê (Uryanî) Hemedanî, Eliyê Herîrî, Ehmedê Cizîrî, Ehmedê Xanî û yên din dibînin. Mînak di pirtûka Mem û Zînê de, em keşûba, şert û mercên jiyana mirovan, çanda wan, pirsgirêkên jiyana wan a rojane û xemên ku li ser wan giran bûne dibînin. Her wiha em li kelepûra gelan, ramana wan û asta têkiliya wan bi gelên herêmê yên wekî Faris, Ereb û Tirkan re dinêrin.
Heger; girîngiya kelûperê ji wê yekê tê ku ew çavê ku pêşwendiyên miletê di demên kevnare de diyar dike, ku me tiştek jê nizanibûya. Ger ne ji ber wê yekê bûya ku kelepûr ew wêneyên nivîskî ji me re anîbûn ku me bi xwe re dibirin; li cihê ku em mezinên miletê ku dîroka xwe ya ronî ava kirine, şopa wan hê jî maye. Girova mezinahiya wan zilamên ku bi şev û roj kar kirine heta ku gihîştine gupika bilindahiyê. Paşê navên xwe li ser eniya rojan nivîsandine, bibînin da ku ew tu carî neyên jêbirin.
Belê, ew girova her tîpek ku wan nivîsandiye, yan jî her tîpek ku wan fêr bûne û fêr kirine, her perçeyekî kevirê ku wan destkeftiyên xwe yên çandî, ramanî û şaristanî yên herî mezin li ser pê dane, maye. Dibe ku em li pirtûkên kelepûrê binihêrin û bala xwe bidin ku ew şaristaniyên başdamezirandî yên ku navên xwe di pirtûka rojan de nivîsandine, diyar dikin.
Di pirtûkên dîroka kevnar de, em dîroka Medya û Xûrî û şaristaniya wan, Babîl, Sumer, Akad, Fînîqî, Aramî û gelên din ên şaristaniyên kevnar ên ku li herêm û derdora welatê Kurdan û Kurdistanê Mezin bûne û derketine, dibînin. Kelepûr dewlemendî û bedewiyeke taybet dide welatên niha ku wan dike cihê geştyaran ji çar aliyên cîhanê. Welatên Kurdan, bi her çar perçên Kurdistanê di serdema nûjen de, ji çar aliyên cîhanê û bi taybetî Ewropa, bi lêkolîner û dîroknasên xwe dergûşa şaristaniyan û cihê geştiyariyê ne. Lê sed heyf û mixabin ji dijminan re maye. Kurd ji serxak û binxaka xwe bêpar in.
Her kesê ku li şaristaniya Kurdan û niyara wê ya di avakirina şaristaniyan de binere, di wê de girova afirînerî, hêz û jêhatîbûna şaristaniya kevnar dibîne. Ya ku me dike bi şopandina riya wan a şaristanî û afirîneriyê pêwîstiya parastina van şûnwaran hilgirin. Serweriya me ya li hember wan ew e ku em xwedî bîranînek civakî ne ku hemî serpêhatiyên wan ên berê tê de hatine tomarkirin. Tiştê ku sûdwergirtina jê û bikaranîna wê di jiyana me ya rojane de karekî hêsan e ku em bikarin ji bav û kalên xwe pirtir bi ser bikevin. Da ku em bibin nifşê ku kelepûr parastiye, berevaniyê di ber de dike, jê sûd werdigire û digihîne nifşên pêşerojê.
Dîrok û şaristaniya me girovê mezinatiya ku me berê hebû û bi vîna xwe û bi vîna birayên xwe em ê rojekê vegerin ser wê mezinahiyê. Mafê me heye ku em bi dîrok û şaristaniya xwe ya kevnar ku bav û kalên me bi mîhra xwe, bi xwîna xwe û bi rojên jiyana xwe nivîsandine, serbilind bin û serê xwe bilind bikin û bigihin vê asta bilind a pêşketin û bextewariyê.
Kelepûr şaristaniya ku di bîranîna neviyan de dijî. Ew e dîroka ku di şûnwarên wê yên mayî de, di reftarên zarok û nifşên nû de xwe dide der. Resenê wê vedigere yên ku welat û avahiyên şaristanî ava kirin, ku bûn ronahiyek ji zanîn, wêje û hunerê ji cîhanê re. Kelepûr tê wê maneyê ku ez bi zanîn, huner û avahiyên ku wan ji min re hiştine biparêzim. Kelepûr mîna vegerê di amûra demê de, veger û hevdîtina mezinan mîna bernameyên zarokan e, lê hevdîtinên li vir rast in û ne aşopî ne wek ku li wir in.
Parastina kelepûrê erkeke şaristanî ye. Miletê ku kelepûra xwe neparêze, ew miletê ku şaristaniya wî tunebe ku pê serbilind be. Dibe ku hin ji wan bi behaneya rûmetkirina miriyan û jiyîna li rûmeta xwe bang bikin ku dev ji kelepûrê berdin û pê serbilind nebin. Lê di rastiya xwe de bizavek e ji bo ronîkirina destkeftên rabirdûyê û bizava sûdwergirtina ji wan ji bo dema niha bi awayekî ku rê bide vê yekê bêyî ku bibe zariyek ji paşerojê. Wiha; Ji bo ku ev kelepûr bibe girovê şaristaniya me ya berê, pêdivî bi parastin û pêşxistina kelepûrê hebû.
Çawa ku her miletek bi kelepûra xwe û mezinên xwe yên ku navên xwe di bîra hemû nifşan de xêz kirine serbilind e. Em kelepûrê ne tenê ji aliyê cîtikî/ madî ve diparêzin. Lê em wê diparêzin bi pêşkêşkirina pêşwendeke xwe ya ciyawaz li ber gelên neteweyên din, da ku ji wan re mayinde bikin ku xema me ya kelepûrê ji bo sûdwergirtina ji tiştên ku bav û kalên me tê de derbas bûne beriya ku ew bigihîjin gupika xwe tê de diparêzin. Bi vî rengî, em riyek dirêj a ezmûnên nepêwist kurt dikin, ku encamên wê jixwe em dizanin.
Encam: Em kelepûrê diparêzin û jê re hurmet dikin. Kelepûr mîna neynika tevaya şaristaniyê ye, ya ku bi mirovê kevnar re derbas bûye û girovên dîrokî yên ku behsa wê dikin li pey xwe hiştine. Kelepûr ne kevirên diyarker ên ku bi salan derbas bûne. Ew mîna giyanên ku dema wan derbas bûye. Ji ber vê yekê her giyan li ser vê axê tiştê ku jê re tê bijartin û ber bi pêş ve çû. Ew dîroka ku mirovê jîr heya niha jê digire. Kelepûr karîbû bibe destê lênêrînê ku zarokên îroyîn mezin dike û ji wan re dibe alîkar ku pêşerojê bi bawerî çêbike, bêyî ku di navbera serdem û dîrokê de valahî hebe.
Kurd jî wek hemû gelên kevnar ên herêmê, xwedî kelepûreke dewlemend û cihêreng in. Kelepûra wê ya olî bi olên pêşîn ên li herêmê beriya hezarsala dehemîn a berî zayînê dest pê kir. Di civaka Kurd de ol li pey hev hatin: Mîtraî, Êzidîtî, Zerdeştî û Manî, di Cihûtî, Xirîstiyantî û herî dawî jî Îslamiyê re derbas bûn. Kelepûr, di jiyana kurdan a rojane de, xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku di bîranîna wan de hilkeft û bûyeran hildigire û her delîveyek jî xwediyê pendekê ye. Gotinên gelêrî –Pend- xwedî çîrokên jîwerî ne, di nav wan de yên efsaneyî û ev gotinên pêşiyan li zargotina dewlemend hatine wergerandin, ji hêla dengbêjan ve hatine gotin û ji hêla nivîskaran ve hatine nivîsandin. Kelepûra wan a devkîzimanî xwedî giringiyek mezin e, ji ber ku ev ziman bû û hîn jî navgîneke pêşkeftî ye ku hemî kelepûra cihêreng ji nifşên li pey hev re ragihîne.
Tevî ku Kurd ne xwedî dewlet û ne jî xwedî dezgehên çandî bin jî. Lêbelê, wan kelepûra xwe di riya dengbêj, nivîskar, wêjevan, helbestvan û lêkolîneran re ji windabûnê parast. Tenê Kurd pê dizanin ku kelepûr nasnameya wan a dîrokî û zanînî nimandin dike. Di heman demê de zargotin yekîtiya wan li seranserê Kurdistanê nîşan dike. Ji ber van hemûyan, kelepûr di jiyana Kurdan de, di girîngiya xwe ya berfireh de dimîne. Ji ber ku ew ji wan bermayên çandî derdikeve, yên ku hîn jî dixebitin ku nirxên sinçî di civakê de zêde bikin, dab û nerît û kevneşopiyên ku di derfeta wan a rojane de ne, bicih bikin.
Ev kelepûr mînokî/m’enewî û cîtîkî/ maddî dê ji bo nifşên ku bi hevûdu re têkilî daynin, baştirîn hevpariya hevpar bimîne. Ji bo ku kelepûr rawestok nemîne, divê li gorî rewşa çandî were nûkirin, çalakkirin û wergerandin, da ku nekeve ber diziyê û windabûnê.

Şîrove (0)