Silêman Bavê Sîpan,
Xemla te zêr û more
Li ser milan porê te
Rûyê te gula sor e
Ez im evîndarê te
Gulên baxan geş bûne
Li ber ken û naziya te
Çem û kani mest bûne
Ji awazên dengê te
Dil û can winda bûne
Di nav derya eşqa te
Hemû derdê min çûne
Bi wê dîtina çavên te
Ji wê roja min tu dîtî
Dilê min bû mala te
Min navê tey xweş nivîsî
Di rûpela jiyana xwe
Min rêya xwe hilbijartî
Ya ku diçe ber bi te
Min li paş xwe nenihêrî
Çimkî dil bûye yê te
20.04.2010, Linz

Şîrove (0)