Gotar

Werin em bi hev re asta helbesta Kurdî bilind bikin.. Helbestvan pir in, lê helbest kêm e!

Mehmûd Badilî

Roja Yekşemê, 25ê Cotmeha 2026an, li bajarê Essenê, mihrecana helbesta Kurdî bi pêşengiya YNRKS û HRRKê hate lidarxistin. Ev çalakî, ku bêhtirî 35 helbestvanan tê de beşdar bûn, ji bilî hejmareke berbiçav ji hezkiriyên helbestê û gelek kesayetiyên civakî, rewşenbîrî, hunerî û siyasî jî amade bibûn, bû derfetek ji bo civîna deng, peyv û hestên ku ji kûrahiya giyanê Kurdayetiyê tên û di qada wêjeyê de xwe bi awayên cuda dest nîşan dikin.

Bêguman, yek ji aliyên balkêş yên vê çalakiyê ew bû ku herdu yekîtiyên nivîskarên Kurd li Elmanyayê, di bin banê helbestê de, karîbûn gavekê ber bi yekîtiyê de bavêjin û ji bo lidarxistina vê mihrecanê bi hev re bixebitin. Ev hevkarî, ji bilî ku ji bo nivîskar û helbestvanan girîng e, dikare bibe mînaka ku dema mebestek hevpar hebe, cihêrengî dikare bibe hêz û hevkariya çandî dikare bibe pirek di navbera kes, rêxistin û ramanên cuda de.

Lê, wekî her çalakiyeke çandî û hunerî, girîngiya mihrecanê tenê bi beşdarên wê, bi hejmarên helbestvanan an jî bi mezinahiya salona ku tê de pêk tê nayê pîvan. Pîvaneke bingehî ya serkeftina wê, bêguman, ew e ku çiqas karibe xizmeta helbestê bike, asta wê bilind bike û guhdarî û nirxandineke kûr di nava beşdaran de biafirîne. Ji ber vê yekê, divê em li ser aliyên erênî yên mihrecanê rawestin, lê di heman demê de, ji bo ku karê me yê sibê ji ya duh baştir be, bi awayekî vekirî li ser kêmasî û pirsgirêkên wê jî biaxivin.

Rêxistin girîng e, lê naverok bingeha hunerê ye:

Her çend mihrecan bi giştî bi awayekî xweş derbas bû, lê ji aliyê rêxistinê, bi taybetî di warê dabeşkirina demê de, hin kêmasî xuya dikirin. Li gorî plana amadekirî, ji bo her helbestvanekî pênc deqe hatibûn diyarkirin ku helbesta xwe bixwîne. Ev sînorê demê, di bingehê xwe de, dikare ji bo rêvebirina çalakiyeke ku hejmareke zêde ya beşdaran heye, biryareke maqûl be. Lê pirsa sereke ew e: gelo em dikarin bi diyarkirina demekê tenê, rêkûpêkiya mihrecanê misoger bikin?

Di rastiyê de, pirsgirêk tenê ne ew e ku hin helbestvan ji dema xwe derbas dibin. Pirsgirêk ew e ku em çawa di navbera mafê helbestvanê ku dixwaze dengê xwe bigihîne guhdaran û mafê guhdarê ku dixwaze bi aramî, bê westandin û bê bêzarî guh bide helbestê de, hevsengiyekê çêbikin.

Helbest ne gotineke asayî ye ku tenê bi lez bê xwendin û derbas bibe. Ew hunera peyvê, muzîka zimên, kûrahiya hestê û şiyana afirandina wêneyên nû di hiş û dilê mirovan de ye. Ji ber vê yekê, divê ji aliyê rêveberiya mihrecanê ve hem dem were birêvebirin, hem jî ji bo ku helbest di nav dengên zêde de wate û bandora xwe winda neke, plansaziyeke hişmend were kirin.

Lê li vir pirsên din jî derdikevin holê: Gelo çawa dikare dem were birêvebirin bêyî ku azadiya hunerî were sînordarkirin? Gelo em dikarin helbestvanan bi rêbazên ku ne zextê li ser wan bikin, lê berpirsiyariya wan ya li hember guhdar û mihrecanê zêde bikin, rêberî bikin?

Ev pirs ne ji bo keda kesekî were xwarin û ne ji bo kêmkirina kesekî ne, lê ji bo ku em fêr bibin çawa bikarin çalakiyên xwe yên wêjeyî bi awayekî profesyoneltir û bi encameke çêtir li dar bixin.

Helbestvan pir in, lê helbest çiqas in?

Lê, di nêrîna min de, pirsgirêka herî girîng ya mihrecanên helbesta me ne tenê kêmasiya rêxistinê an derbasbûna demê ye. Pirsgirêkeke ku ji salan ve di hin mihrecanên me de xwe nîşan dide, cudahiya di navbera zêdebûna hejmara helbestvanan û asta hunerî ya helbestên ku tên pêşkêşkirin de ye.

Gelek helbestvan tên vexwendin, gelek kes radibin û helbestên xwe dixwînin; lê mixabin, her nivîseke ku bi rêzên kurt û peyvên hestyar tê nivîsîn, ne helbest e. Her gotineke ku ji dil tê, ne mecbûr e ku bê gotin ew helbest e; her hesteke kûr jî, bêyî hunera vegotinê, nayê veguherandin di warê hunerê de.

Helbest tenê şirûvekirin û ragihandina hestê nîne. Ew veguherandina hestê ye ji bo peyvên ku xwedî muzîk, wêneyên helbestî, ritm, nûbûn û kûrahiyeke watedar in. Helbestvan dikare êşekê, evînekê, welatperweriyekê an jî xemgîniyekê bi awayekî rastîn bijî; lê hunera wî ew e ku karibe vê ezmûnê bi awayekî cuda û afirîner bixe nav peyvan, da ku ne tenê xwe, lê yên din jî di wê de bibînin.

Carinan, tiştek ku ji bo nivîskar gelek girîng e, ji bo xwendevan yan guhdarê wî jî ne heman bandorê çêdike. Ev ne tê wê wateyê ku hestên nivîskar ne rast in, lê tê wê wateyê ku rastiya hestên bi xwe re hînane helbestê ava nake. Çiku di navbera hest û hunerê de, ked, ziman, hişmendî û lêgerîna bêrawestandin heye.

Ji ber vê yekê, divê em ji xwe re pirs bikin: Gelo em tenê dixwazin helbestvanên xwe nîşanî civakê bidin, yan jî dixwazin helbesteke bi nirx pêşkêşî civakê bikin? Gelo mebest ew e ku her kes derfetê bibîne ku li ser dikeyê raweste, yan jî ew e ku ew dikeya ha bibe cihê pêşkêşkirina berhemên ku dikarin di hiş û dilê guhdaran de bimînin? Ev herdu mebest dijîtiya hev nakin. Lê ji bo ku yek ji wan ya din nexeniqîne, divê em hevsengiyekê di navbera beşdariya fireh û kalîteya hunerî de çêbikin.

Werin em ji ezmûna xwe fêr bibin

Ez vê mijarê tenê ji aliyê temaşevanekî ku ji dûr ve rexne dike, nabînim. Ez wekî helbestvan, di navbera çar ta pênc salan de, li Rojavayê Kurdistanê endamê komîteya mihrecana helbesta Kurdî bûm. Di wan salan de, me ji bo nirxandina helbestan komîteyek taybet amadekiribû. Her helbesteke ku ji bo beşdarbûna mihrecanê dihat şandin, dihat xwendin û ji aliyê komîteyê de dihat nirxandin; piştre, ew helbestên ku ji bo pêşkêşkirinê hatibûn hilbijartin, di mihrecanê de dihatin xwendin.

Ev rêbaz, bêguman, ne bêkêmasî bû û ne jî dikare wekî rêbazeke yekane û bêguherîn were dîtin. Lê di pratîkê de, ji bo me û ji bo hin helbestvanan jî bû derfetek ku em girîngiya nirxandina helbestê baştir fam bikin.

Dema ku helbestvan dizanî ku helbesta wî dê bê xwendin, bê nirxandin û li gorî hin pîvanên hunerî were hilbijartin, ew jî bêhtir mecbûr dibû ku li ser peyvên xwe bisekine, rêzên xwe careke din bixwîne, peyvên lawaz biguherîne û ji xwe bipirse: Gelo ev helbest bi rastî tiştekî nû dibêje? Gelo ew tenê hesteke min vedibêje, yan jî dikare di hundirê xwendevan de hest û ramanekê jî biafirîne?

Bi vî awayî, hilbijartina helbestan ne tenê derîyê mihrecanê vedikir, lê di heman demê de, dikaribû bibe destpêka pêvajoyeke fêrbûn û pêşketinê. Helbestvan fêr dibû ku afirandin bi nivîsandina rêzên yekem bi dawî nabe. Helbest carinan di carekê de nayê nivîsîn; ew di gelek caran xwendin, jêbirin, guhertin, bêdengî û vegeriyanê de xwe dibîne.

Bi gotineke din, helbestvan ne tenê bi nivîsandina helbestê, lê bi xebata li ser helbestê jî dibe helbestvan.

Nirxandin ne dijminê azadiya hunerî ye:

Ez dizanim ku fikra hilbijartina helbestan dikare li cem hin kesan nîqaşan derxe holê. Dibe ku kesek bipirse: Gelo mafê kê heye ku biryarê bide ka kî helbestvan e û kî ne helbestvan e? Gelo komîteyek dikare li ser hunera helbestê biryareke dawî bide? Ma helbest, wekî her hunereke din, ne cihê azadî, cihêrengî û ceribandinê ye?

Ev pirsên girîng in û divê bêyî tirs û bêyî xweparastinê werin nîqaşkirin.

Helbest ne matematîk e ku bersiveke yekane hebe. Wêje ji cihêrengiya ziman, şêwaz, raman û nêrînan hêz digire. Ti komîteyek nikare îdîa bike ku hemû rastiyên hunerê di destê wê de ne. Lê ji vê rastiyê nayê wê encamê ku em divê her şêweyê nirxandinê red bikin, anku li hember derkevin.

Nirxandin ne heman tişt e bi sansûrê. Armanca wê ne ew e ku helbestvan li gorî dilê komîteyê binivîsin, lê ew e ku ji bo pêşkêşkirina berhemên xwe bi berpirsiyariyeke hunerî re tevbigerin. Komîteyek ku bi awayekî vekirî, bi pîvanên zelal û bi nêrîneke piralî dixebite, dikare ji bo kalîteyê xizmetê bike bêyî ku azadiya afirandinê sînordar bike.

Ji bo vê yekê, divê pîvanên hilbijartinê zelal bin, nêrînên cuda bên hesibandin û helbestvan jî karibin ji nirxandinan fêr bibin. Armanc ne afirandina derîyekî girtî ye, lê vekirina derîyekî ber bi hunera baştir ve ye.

Em dikarin çi bikin?

Heke em dixwazin mihrecanên helbesta Kurdî ji aliyê hunerî ve dewlemendtir bibin, divê em ji niyeta baş wêdetir biçin û gavên pratîkî bavêjin.

Yekem, divê ji bo mihrecanan komîteyên xwendin û nirxandina helbestan bên avakirin. Ev komîte divê ji helbestvan û rexnegirên ku bi şêwaz, nifş û nêrînên cuda ve tên naskirin, pêk bên. Pîvanên nirxandinê jî divê bi awayekî zelal bên diyarkirin.

Duyem, divê ji bo helbestvanan derfetên pêşxistinê bên afirandin. Semîner, xebatgehên helbestê, civînên rexneya wêjeyî û nîqaşên li ser berhemên nû dikarin alîkar bin ku helbestvanên me bi awayekî kûrtir li ser ziman, form, wêne, ritm û avakirina helbestê bixebitin.

Sêyem, divê rêveberiya mihrecanan demê bi awayekî dadperwer û maqûl belav bike. Heke hejmarê helbestvanan zêde be, dikare hilbijartina pêşîn were kirin yan mihrecan li çend beşan were dabeşkirin. Ev yek hem mafê beşdaran diparêze, hem jî nahêle ku guhdar di nav xwendinên dirêj û bêrawestan de westiyayî bibin.

Çarem, divê cih ji bo rexneya wêjeyî were vekirin. Pêdiviya me bi civakên wêjeyî hene ku tê de helbest ne tenê bê xwendin, lê bê nîqaşkirin, bê analîzkirin û bi nêrînên cuda bê nirxandin. Helbestvanê ku tenê pesnê dibihîze, dibe ku kêmtir fêr bibe ji yê ku rexneyeke rast, bi rêzdarî û bi delîlan tê pêşkêşkirin, dibihîze.

Pêncem, divê em balê bikişînin ser xwendevan û guhdar jî. Mihrecana helbestê ne tenê ji bo helbestvanan e; ew ji bo kesên ku dixwazin bi helbestê re têkiliyeke zindî ava bikin jî ye. Ji ber vê yekê, divê pirs û bersiv, nîqaşên piştî xwendinê û pêşkêşkirina nêrînên guhdaran jî bibin beşek ji çalakiyê.

Di dawiyê de, divê em ji hejmarê wêdetir li pey bandorê bin. Dibe ku mihrecanekê hejmareke hindiktir ya helbestvanan beşdar bikin, lê helbestên ku tên xwendin ji aliyê hunerî ve xurt bin û di bîra guhdaran de bimînin. Armanca me divê ne tenê tijîkirina bernameyê be, lê dewlemendkirina ezmûna helbestê be.

Ji bo hin kesan dibe kêfxweşî, ji bo hemûyan derfet e:

Ez dizanim ku ev nêrîn dibe ku li cem hin helbestvanan nerehetiyê biafirîne. Dema ku mirov dixwaze berhema xwe bixwîne, lê berhema wî ji aliyê komîteyê ve nayê hilbijartin, dibe ku ew biryarê wekî redkirina kesayetiya xwe bibîne. Ev hest tê famkirin û divê em li hember wê bi rêzdarî tevbigerin.

Lê divê em cudahiyê di navbera nirxandina berhemê û nirxandina mirov de biparêzin. Hilbijartin yan nehilbijartina helbestekê, bi xwe re biryareke dawî li ser nirxê helbestvanekî nîne. Helbestvan dikare berdewam bike, fêr bibe, biguherîne û bi berhemên din vegere. Di hunerê de, pêşketin bi vekirina derî li ber rexneyê dest pê dike, ne bi girtina guh li hember wê.

Di baweriya min de, dema ku em ji pîvanên zelal, nirxandina dadperwer û teşwîqkirina kalîteyê re cih vedikin, ev yek dê ji bo hin kesan bibe sedema nîqaş û nerehetî, lê ji bo gelek kesên din dê bibe derfetek ji bo fêrbûn, pêşketin û nêzîkbûna rasttir bi helbestê re.

Ji ber ku armanca me ne ew e ku kesek ji helbestê dûr bikeve. Berevajî, em dixwazin helbestvanên me bi helbestê re kûrtir bibin, guhdarên me bi helbestê re zêdetir hevaltiyê bikin û civaka me bi nirxên hunerî yên xwe re têkiliyeke xurtir ava bike.

Helbest ne tenê deng e; ew hunera peyvê ye:

Helbest di çanda me ya Kurdî de xwedî cihekî taybet e. Ew di kêfxweşî û xemgîniyê de, di evîn û koçberiyê de, di bîranîn û hêviyê de, di stiran û gotinên gelêrî de bi me re hatiye. Zimanê me gelek caran di helbestê de xwe parastiye, xwe vegotiye û ji nifşekî ta bi nifşekî din hatiye veguhestin.

Ji ber vê yekê, berpirsiyariya me ya li hember helbestê tenê berpirsiyariya kesane nîne. Ew berpirsiyariyeke rewşenbîrî û çandî ye jî. Dema ku em navê helbestê li her nivîseke ku bi rêzên kurt hatiye nivîsîn dikin, dibe ku bêyî ku hay ji xwe hebin, girîngiya hunera helbestê kêm bikin. Lê dema ku em ji bo xurtkirina kalîteyê dixebitin, em ne tenê ji bo helbestvanên îro, lê ji bo nifşên sibê jî bingehekê ava dikin.

Pêdiviya me bi mihrecanên ku tê de helbestvan hevûdin nas bikin hene; lê di heman demê de, pêdiviya me bi mihrecanên ku tê de helbest bi xwe jî were nasîn hene. Pêdiviya me bi dikeyên ku dengên cuda lê bilind dibin hene; lê divê em ji xwe re bipirsin ka gelo peyvên ku li ser wan dikeyan tên gotin, dikarin di dil û hişê guhdaran de cih bigirin.

Bila mihrecanên me ne tenê cihê civîna helbestvanan bin, lê bibin cihê hevdîtina helbestê bi xwendevan, guhdar, rexnegir û civakê re. Bila ew ne tenê bibe şahiyeke xwendinê, lê bibe dibistaneke fêrbûnê, qadeke nîqaşê û derîyek ji bo afirandina berhemên nû.

Ji ber ku helbest bi hejmarên helbestvanan nayê pîvan. Nirxê wê bi hêza peyvan, kûrahiya ramanê, nûbûna wêneyan û bandora wê ya li ser mirov tê pîvan.

Werin em bi hev re asta helbesta Kurdî bilind bikin. Werin em ji hejmarê wêdetir li pey kalîteyê bin, ji pesnê wêdetir cih bidin rexneya avaker û ji xwendina helbestan wêdetir li pey famkirina wan bin.

Ji ber ku armanca me divê ne tenê zêdekirina hejmarên helbestvanan be, lê afirandina helbestên ku bikarin li dilan cih bigirin, di hişan de bimînin û di dîroka wêjeya Kurdî de şopa xwe bihêlin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Yê ne li şer e şêr e.

Bavê Zozanê Min nivîsên gelek kesan di derbarê mihrecana helbesta kurdî ya 2026an de, ya ku li Essen ê tê lidarxistin, xwendin.…