BEHÎNAME

Ji raya giştî re Bo yadkirina Cegerxwîn

Di ser wefata Helbestkaré Neteweyî Cegerxwîn re 24 sal bihurîn.
Me nevî û mîratxurén  Baba Tahir, Xanî, Koyî û  Nalbend… 24 sal berî niha di 22 é heyva 10é de Seydayé xwe, Cegerxwîné Kurd û Kurdistané wenda kir.
Wî,  bi 10 dîwan û dutaq berhemén li dû xwe hiştî, di dilé gelé kurd û di qada Wéjeya Kurdî  de cihé nemirtiyé di nava qoré nemiran de weqetand.
Em qelamdarén li dû navén nemiran, peyrewén ziman û wéje û çanda bi qasî qewmé xwe qedîm; nivîskarén ku héz û hemata xwe ji mîrateya xwe ya wéjeyî  û zimané xwe werdigirin û her roj berhemeke edebî péşkeşî wéjeya kurdî û ya gerdûné dikin, bawer dikin ku bi afirîneriya xwe ya wejeyî-hûnerî dé bergehén nû wekin di asoya wéjeya kurdî û pé re di ya gerdûné de.
Bi vé bahweriyé; di  24.emîn salvegera wefata Cegerxwîné nemir de, em bi dilekî şa, bi eniyeke berz  sersaxiyé didin malbata Cegerxwîné nemîr û her weha gelé kurd, helbestkar û nivîskar û hunermendén Kurdistané, û Wî bi réz û siyanet yad dikin.
Komeleya Nivîskarén Kurd- Amed
        Desteya Réveber
  23/10/2008/Amede

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…