BEHÎNAME

Kongreya Nivîskarên Kurd li Swêdê pêk hat

Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di 18 ê cotmehê li Stockholmê pêk hat. Hejmarek bilind ji endaman beşdarî kongreyê bûn.
Li ser navê Yekîtiya Nivîskaran, Serokê Komelê Xaluk Ozturk çalakiyên sala derbasbûyî piralî nirxand. Nivîskar Zinar Soran jî rapora aborî pêşkêş kir. Piştre dîwanek ji bo rêvebirina kongrê hate hilbijartin.

Piştî xwendina raporan, ji endamê komelê, Nivîskar Osman Aytar dîtina xwe li ser çalakiyên komelê anî ziman. Aytar xwest ku, komele li ser buyerên li welat ji awira helwestnîşandanê çalaktir bibe.
Nivîskar Enwer Karahan jî li ser nirxdayîna berhemên nivîskarên Kurdan rawestiya û xwest ku, komele ji bo danasîna berhemên wan, çalaktir bibe.

Piştî nirxandinên cewaz, endamên komelê komîteya karger ya nû hilbijart. Komîta Kargêr ji van Kesan pêk tê:

Zeynelabdîn Zinar, Silêman Demir, Zinar Soran, Bubê Eser, Sidik Bozarslan.

Enwer Karahan, Xaluk Ozturk û Sidik Bozarslan jî dê weke endam, bi têkiliyên bi Federasyona Komeleyên Kurdistanê re, yekîtiya nivîskaran temsîl bikin.

Zarathustra News – zoroaster@comhem.se

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…