Şiyar Silêman
Rêwiyo xatir nexwaze
Xembaro xatir nexwaze
Bila çavê me nankoran
Şev û rojan qet neraze
Civakek bê ser û ber e
Serfirazî ne gengaz e
Em şayistên vê rewşê ne
Çermê me wek yê beraz e
Ji serboran em hîn nabin
Bilindiyê ji me nexwaze
Rêwiyo xatir nexwaze
Pêncî salî te berhem dan
Beste û awazên ciwan
Tev hejarî û kul û derdan
Li ber avê me tev…
Lazgin Dêrûnî
Nevbera min û te jîn e
Mehdera me her evîn e
Herdû dil va lev civîne
Hêlîna eşqê danîne
Çav bilez eşqê dixwînin
Nameyê wan rasteqîn in
Hest ji dil re zû dişînin
Me ji ber wan çare nîn e
Sorgulê û şox û şengê
Wek şimamê rengerengê
Ew şeraba dev û sîngê
Mey helez û hingivîn e
Awirên çavê xumarî
Bisk û porê…
Anahîta Hemo
Sersala 2021 parîsê
Rojek din ezmûna dildariyê welatperweriyê.
Kurdewariyê li şarê Ronahiyê azadiyê…
Wênek ji şanaziyê dîroka şoreşa rûmetê
Li şarê parîsa navdar bi xeml û xêza şanzilîzê
Bi giyanek firiştî hêminim heydarim .
Bi rengê darên sersalê sinoberê ciwanim.
Giyanê zarokek şîrmij xilmaş dibim.
Dema çav ê min li wêna nemir Berzanî ket di orta…
Konê ReşBelê ezbenî, di serê vê sala nû de, ji pirbûna pirsan tu xwe di nav bersivan de winda dike, zimanê te li hev diherbile û tu nema zane çi bêje û çi nebêje.. Tu dixwaze derewekê bike û ji derewa xwe bawer bike.. An hin derewekê bikin û te ji wan bawer bike û…
Anahita Hemo
C.X, ev navê nayê cudakirin ji jiyana bavê min, û ew kiribû wî bavê şêrîn nimûnek, û nemûnek ji tenduristiyekû derûnek rast û dirust ji psykolojiyek keyeyetîk pîroz di nerînên mede, dema derbasî malê dibû wek penaberekî ji ber dezgehên Ewlekariyê, wî helbestanî rojek bi heydarî û nejî şevek xewek mîna mêrek û bavek…
Ibrehîm Şitlo
Di 1962-an de, yek ji Şagirtên ku biminre(Dilawer B.) li Dibîstana El Maemûn – Kolana Cemîliyê dixwend,( ji aliyê Devera Derbêsiyê- Cizîrê bû an jî Gundê Bavê wî liwir bû)li nêzîka min li Camîlîyeh dijiya, got ku ew kesê Kurd ku li avahiya Gozim dijiya Qehremanekî Serhildana Dêrsimê ye, Navê wî Dr. Nurî Dêrsimî…
Konê Reş
Di roja (24/12/2020)an de, (35) sal di ser roja koçkirina bavê min (Osmanê Evdo) re derbas dibe. Sed mixabin, wî encamê ked û westandina xwe ne dît.. Dayika min li şûn mabû û berî dor salekê, wê jî daye pey.. Car caran wê di ber xwe de ji me re dibêje: Xwezî bavê we…
Niyan Berzencî
Pêşekî: Hunera şano (Theatre) herçiqas ku hunereke Rojavayî tê dîtinê û li despêka peydabûna hevdem digel meşa modernîzmê di Kurdistanê de ye, lê hewceyî gotinê ye ku şano cuda ji wateya xwe ya îroyî, dikarin îşarê bi hindek karên nimayîşên kevin wek lîstok û gemeyên berê an ku yên dikevine helqeya resma devkî bikin…
Ebdulazîz Qasim
Bazar li ser deverên kurdî bûye xala hevbeş û lihevkirinê di navbera rejîma Sûriyê, opozisyona Sûrî, rejîma Tirkiyê û Rûsya de, û kurd dibin qurbaniyên van bazarên şer û şerxwaziyê û rêkkeftin û girêbestên wan li ser hesabê kurdan têne girêdan.
Wekî heman bazara reş ya li ser Efrînê, û paşî li ser Serêkaniyê…
Ebdilmecît Şêxo
Li gundê xwe
Yê ku di hembêza
Çiyayekî rût û tazî de rûniştiye
Min bi xewnerojên xwe re
Şevbuhêrek li ber ronahiya
Hêvê
Û stêrka dilek windayî
Carna bi girîn
Carna bi şahî
derbaz dikir
Min dît çawa segên
Gundê me bi hev re
Devser roviyekê dikin
Bê vîna min
Bi dengekî bêzar û bilind
Min pirsek ji Xweda kir
Gelo! Eyan wê rojekê
RÊBER Û MÊBERÊN…