welateme

 
Hejmara 94 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 30 nivîskar û helbestvanan hatiye we‏andin.
Naverok
Nivîsara sereke:
Serrastkirina malê / Mizgîn Hesko
Nerîn û Gotar:
Nameya Peyv TV bo sala 2021/Ebdulbaqî…



Lazgin Dêrûnî

Kenê şêrîn
Ji hinguvîn
Hiş û aqlil
Bê per firîn
Li ser dêmên gulî danîn

Ketim nava
Ben û dava
Xedeng hatin
Ji wan çava
Di nava dil de çikizîn
Ji nişkê ve
Bezîm lêva
Bê nest destêm
Diçûn sêva
Gihabûn ser mi de weşîn
Kezî û bisk
Rihana kesk
Dibarîn jê
Lewento misk
Hema bi ser mi de fûrîn
Ne bi dizî
Ne bi xwezî
Giyan bi ber
Wê ve bezî
Gelo ma ne ev…

M. Emîn Sadûn

Dezgehên Ewlekariya Sûriyê، ên ku ta niha jî kesî nezaniye jimara wan çendin û navên wan ên cuda çi ne. Van dezgehan, di nava pêncî salî de, siyaseta rêjîma Ba`as a gemar û rêbazkirî li ser gelê kurd gerandin, ji bo ku vî gelî di qewara netewa Ereb de, bihehîne, û vîn û…

Hamid Bedirxan
Wergirandin: Anahîta Hemo

Berfê li camê dide
Li qehfê min dide
Mîna goranek Çiyayî !

Bi peyvên xemgîn
Mîna şevê …
Mîna bê
Mîna goranekê hyamê berê !

Çiyak temaşedike
Rûbarek di bê dengiyekê de
Bi cih bûye
Pirin li ser herikandina Rûbaran
şevê
û berfê
û bê
Di goranek Çiyayî de
Guldibişkivin vedibin
Li ser beyarê laşan
Xuşkê roja mejî heye
Eve soza rojê ye
Ey xaka şoreşgerane
Di dojehên bîranînên min de
Şeveke…

Ebdilmecît şêxo

Welat
Helbest
Dayik
Zarok
Dilber
Azadî
Roj
Bi hev re
Di pirêzeya dilê Efrînê de
Mozexaneyekê ava dikin

Li hespên kihêl sîwar dibin
Piyasê dikin
Û şanoyekê
Ji Nefertîtî re dilîzin.
Welat dikene
Helbest li sazê dixe
Dayik dike lîlî
Zarok memkê dayika xwe dimêje
Dîlber porê xwe
Li ber eniya min şeh dike
Azadî semayê dike
Û roj sergovend e

Efrîn, 2021

Konê ReşDi 1923an de piştî damezirandina komara Kemalî li Tirkiyê, bi tundî şerê kurdan li Bakurî Kurdistanê hat kirin.. Nexasim piştî bidarvekirina Şêx Seîd û her 47 hevalên wî ji Şêx, Axa û rewşenbîrên Kurd di sala 1925an de.. Di sala 1935an de da Kemalîstan bi rengekî gurtir berê xwe dane kurdan û bi rêk…

Konê Reş

-1-
Ezbenî! Roja îro, çi kesê ku bi kurdî binivîsîne mêr e.. Erê, ez kesên ku bi kurdî dinivîsînin mîna pêşmergeyên bajaran dibînim.. Eger dîroka berxwedana me a man û nemanê bi pêşmergeyên serê çiyayan hatibe naskirin, îro hewcedariya me bi pêşmergeyên bajaran heye.. Ewên ku zimanê me diparêzin; bi zimanê me dixwînin, bi zimanê…

Birahîm Mehmûd

Rojava
Rojava
Saloxên Rojava
Xakek ji demên beravêtî
Ji neqşeyek ji destxweçûyî
Zimanek ji xwe dûr ketî
Pirtûkek ji xwe bazdayî

Ew e Rojava
Steyrikên ku di xwînê de mane
Dibe asîmanek melûl pirr melûl bêzar hilweşiyaye, dibe perçeyek ji asîmanek hefta bê xwedî
Sed ji sedî bin dem bûye
Rêyên ku ji bumbên navdil qetandî bûn
Li ser qiraxa helbestek ji xwe bi hêvî…

Mizgîn Kenan
Heyva me rêbendan e
Dewr û dor tev zuha ne
Berfanbar çû ji waran
Nehat ne berf ne baran

Demsal tevlî hev bûne
Li ser mehan pev çûne
Ew çileyê şil û sar
Ji germa bûye bihar
Cotyar zevî çandine
Hêviyên xwe bestine
Bê gilî û gazin e
Dana xweda mezin e
Lê hê jî bendewar e
Ku baranek bibare
Çavê wî li ezman e
Lav…

Eskender Ceiferî

Gelek caran jin yan jî keç, bi sedemên cuda dawiyê li jiyana xwe tînin. Lê ya rastî ev e ku xwekujî, heman çand e ku rejîmê bi awayekî nerasterast di nav xelkê de berfireh kiriye.

Di demên dawiyê de rêjeya xwekujiyê li Kurdistanê zêde bûye û li gora ku çalakvanên sivîl didin zanîn, rêjeya salane…