Waneyek ji segan


Ebdilmecît Şêxo

Li gundê xwe
Yê ku di hembêza
Çiyayekî rût û tazî  de rûniştiye
Min bi xewnerojên xwe re
Şevbuhêrek li ber ronahiya

Hêvê
 Û stêrka dilek windayî
Carna bi girîn
Carna bi şahî
derbaz dikir
Min dît çawa segên
Gundê me bi hev re
Devser roviyekê dikin
Bê vîna min
Bi dengekî bêzar û bilind  
Min pirsek ji Xweda  kir
Gelo! Eyan wê rojekê
RÊBER  Û MÊBERÊN ME
PARTÎ Û MARTIYÊN  ME
Kanibin bi hev re roviyan
Ji nav  rez û baxçên me derxînin
Namûsa dayika me biparêzin ­­­???
xxxxxxxxxx

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…