Helbest u Vidyo

Canê buhiştî

Rewan Oso
Tu çûyî,
şev bi hesreta te sar û dirêj bûn…
Dil jî bêyî te qerisî,
li pey çûna te civata perwaneyan nema…Tev bi kul man,
kula çûyîna te…

Windabûneka bê xatirxwestin…
Çûneka bê veger û dilsot in…
Ku bersivê dizanî,
bibêje çi hişt tu me bi tenê bihêlî!

Dayîk rondikên çavan dirêjîne…
Çi hişt dayîk himêz û guhên xwe,
li kesera xwe girtî bihêle?!

Qêrîn li asmanan dibûn,
çima tu jî neqêriya?
Çima?
Çima?
Te gotiba: „Va me ez li vir im!“
Yan te dev ji aramiya xwe berneda…
Li wir,
tu firişteyê herî rûnerm î…
Li wir,
tu kuştiyê herî dilpak î…
Li wir,
tu pakrewanê herî pîroz î…
Bawer bike,
rengê te di tu kesî de nabînim…
Tenê hest dibim, rewanê te ez dorpêç kirime…
Li vir û li wir li te digerim!
Dibe tu hebî,
dibe tenê bîranînên te bi dîwaran ve helawestî dibînim…
Wêneyek û sed hiziran dicivînim..
Canê buhiştî tu çûyî,
lê bîrhatinên te ji himêza hestan naçin!

05.11.2026

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Çima ez?!

Baran Heso Gelek caran ji xwe dipirsim çima ez?! Gelo bedewiya min bûye belaya serê min ku ez im, di çi zemanî…

Ramana destan

Ezîz Xemcivîn Dema destên min di xatirxwestina destên te de diramin, ji pîvana jana azeriyê dilzar dibin! Gulşeng bi serê lêvan jî…

Frazelociya Kurdî (zanista hevoka Kurdî)

Dr.Phl.Ebdilmecît Şêxo Wêjeya Kurdî jî mînanî pir wêjeyên cîhanî bi hemû cureyên xwe dewlemend e,helbest,çîrokên gelêrî,çîrokên wêjeyî,şano,pend û şîret û di van…