Mehmûd Badilî
Beş: Helbest / Haîkû (Di Pîvana Klasîk a 5-7-5 de)
Gotineke Kurt
Di van haîkûyan de min hewl da ku ez li ser şopa felsefeya haîkûyê ya klasîk bimeşim. Armanca min ew bû ku ez kêliyên sade, wêne û nasnameya xaka me (ji pîroziya mihermelê bigre heta keda dayikan a di nava hokê pûş de) bêyî destwerdana hestiyarî, wekî ku hene, tenê di pîvana zêrîn a 5-7-5 kîtayan de binexşînim. Bila sîber û ronahiya van rêzan bibe neynika kêliya xwezayê.
1.
Li pala Giran—
tûmên mihermela zer
konên li deştê.
2.
Tarîya berbangê—
li wir pejna wî hokê pûş
bi ser a min ket.
3.
Gulên sor û zer—
li ser kêlên wan goran
gulîyên kurtkirî.
4.
Roniya heyvê—
di pînika mirîşkê de
tenê motikek.
5.
Rûyekî hîvron—
di bin wê rûpoşa reş de
xavbûnê dicû.
6.
Şikefta herî kevn—
rast li ber deriyê wê
gurek dizûre.
7.
Ber derîyê malê—
bêhedan kûçik direye
li wî reşkê şevê!
8.
Kahrxezala sor—
li nava dûmana sipî
li gelî dinêre.
9.
Ew şikefta kavil—
komek sol li quncikekî
rêzkirî mane.
10.
Deşteke vekirî—
Sîberên wan kêlên bênav
bi ser hev de lenç in.

Şîrove (0)