Helbest u Vidyo

Li ber dergehê pirsê

Ezîz Xemcivîn

Dîlber şemalek e,
di sîmfoniya sîngê de vêketî ye.
Di jiyaneke nazdar de
bi heyva dil re tinazan dike.
Yarek li ber dergehê pirsa min e,
navek li nav rûpelê awira min e
û evînek bi xemla asîmanê xewna min e..
Bi wê şerma xwe dişînim germiyanan,
firtona hizirê radibe,
sînoran dişikîne û gul di bagera ramanê de padîşah e.
Dîsa bi lihevhatina civanan
dilên kelok diçin gulbergeşê
pîroziya mîrnişînên evînê dikin.
Dilaza mizgînxêrk ji nifrînên me difirin.
Giliyê me dibe ewr
li serê çiyan bêriyên me siyê vedigirin.
Roniya hêsirên me peqilkan vedide..
Di buhara evîniyê de
bişkojên derdan dibişkivin.
Nema gazin li ber gazinê diçilmise.
Kela bêrîkirinê
li nav ken û girî dilûse..
Delalê!
Daniştgeha feraşîna şevînên min
li ber te ye û li ber serdanên çavên te keleh e.
Were,
da bi rista hevirmêşî te bipêçim.
Bi nihêniya hêviyan
dil nema veşargeh e.

Serava diyar bi xwe deryayeke bêbinî ye.
Tevdana sîngê di pala tavên dilbijînê de
hilata xweşiyê rêya hingûrê winda kiriye!
Herdem ciwaniya hêminiyê
li ser keskesora zimanê te dixwînim.
Dema tu li rex min bî,
dastana hilmên xweş tu diafirînî
êdî li min bibûrîne,
eger xwîn dikele û dil bi te û ji bo te lêdide.

17.11.2006

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

VEJÎNA KURDÎ

Dilawerê Zengî Serdema vejînê Vejîn serdemeke şaristaniya Ewropayê ye. Tavil piştî Serdemên Navîn dest pê kiriye. Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên vê serdemê…