Gotar

VEJÎNA KURDÎ

VEJÎNA KURDÎ

Dilawerê Zengî

Serdema vejînê

Vejîn serdemeke şaristaniya Ewropayê ye. Tavil piştî Serdemên Navîn dest pê kiriye. Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên vê serdemê têkiliya wê ya mezin a li ser bandora klasîk e û derketina zana û ramanweran ji bo vejandina fêrbûna klasîk piştî demeke dirêj a rawestana çandî ye. Serdema Vejînê govanê gelek destkeftî û vedîtinan bû, ji ber ku gelek parzemînên nû hatin xuyakirin û diyarkirin û pergala Kopernîkî bi pergala stêrnasiyê ya Ptolemay ve hate veguheztin. Pergala derebeg jî di vê serdemê de lawaz bû, ji bilî peydakirina afirandinên nû yên wekî kaxez, çapxane, hêlnumaya deryayê û barûtê ne.

Vejîn, ji kû dest pê dike? Vejîn şoreşeke berfireh e yan vejîneke dîrokî ye? Xuya ye ku gelek pirsgirêk derbarê çemka vejînê hene. Em bi peyva vejîn an jî zayînê, dest pê dikin.

Vejîn di ziman û wêjeya kurdî de:

Vejîn (Renaissance) peyveke Latînî ye, ji peyva (Motamot) e, tê wateya zayîn û vejîn. Nûvekirin û damezirandina (Renaissance = vejîn)ê di sedsalên panzdehan û şazdehan de li Îtalyayê bûye, û vejîn wekî têgih= çemk li seranserê Ewropayê belav bûye. Em dikarin bibêjin ku vejîn di sedsalên rabirdûya dûr de, di cîhana kevnar de, derketiye û di sedsalên nûjen de weke çemkeke hevbizavî di hemû şêwaz, awa û aliyên jiyanê de hatiye guhertin. Rûpeleke dîrokî ya dêrîn hate pêçandin, rûpeleke nû hate vekirin û asoyên nû pêşkêşî mirovahiyê kirin û geşedanên ber bi azadî û gelperweriyê/ demokrasiyê ve bi xwe re anî.

Cîhana kevnar ji çînên civakî pêk dihat ku di bin serweriya pergaleke desteser ya ji aliyê serokên êl, hoz û dîndarên ku xwediyê her tiştî li cîhanê ne. Vejînê ev rewşa heyî ji bineçe û bingehên xwe ve guhert û civak, ziman, nêrîna mirovî ya cîhanê û têkiliyên heyî yên di navbera sitemkar û bindestan de guhert. Bi vî awayî em dibînin ku vejîn şoreşeke bêhempa ye û li dijî cîhana kevnar a ku bi bendan hatiye girêdan e. Mirov berhema cih û rewşeke taybet e û di encamê de şoreş çêbû. Şoreşê di hindurê mirov de xirecirek çêkir, ew nêzîkî mirovatiyê kir û bineçe û bingehên raman, hizir, ziman, têkilî, pêgirt, dab û nerît, azîneyên serdest û hunerên civakê guhertin. Vejîn şoreşek li dijî pêgirt, dab û nerît û giyanê neteweyî ye.

Mirov di cîhana kevnar de ne azad bû, bi van qedexeyên kevnar ve girêdayî bû, lê vejînê ew ber bi mirovbûnê ve bir. Şoreşa vejînê di nûkirina mirov û kesayeta wî de pêk hatiye, lewma ew bêhempa ye. Pirtûka ”Mîr” ya Mîkavîlî bûye rêbazeke ku siyaseta dewleta nûdem dixwaze. Wî ramanên xwe li ser kesayet û rewşên nû ava kir. Di nav pêşengên vejînê de Columbus, Kopernicus, Lather, Calvin, Place, Montfon, Shakespeare, Cervantes û yên din hebûn. Wan pêşengan bingehên nû ji cîhanê re danîn. Dijwarî ew e ku dema mirov xuya dike, ku vejîn şoreşeke guherînê bû, cîhana kevnar di ber qolinca hemahema şoreşek neçaverêkirî pêşkêş kir. Vejîna mirovî û xwenasîn û vejîna pirtûkan di asta bîrdozê de, gav bi gav taybetmendiyên cîhan û civakê guhertin. Ev bi saya mirovatî û pirtûkan pêk hat, bi gotineke din yekbûna aliyê bîrdoz bi aliyê kardarî ve hate girêdan. Gelek asoyên cîhanê û mirovahiyê vekirin û mirov û civak ji bindestiya pergala êlî û malbatî, şah û mîr û dijminatiya navxweyî rizgar kir. Cîhaneke bêdawî pêşkêşî mirovahiyê kir; kirasê nezanî, gendelî û çavnebariyê çirand û kirasekî nû yê ku di nav civak û mirovan de nûdemtir e, lê kir. Civakên mirovatî nêzî hev bûn, pirtûk çap kirin, giyanê mirovahiyê ronî kirin, cîhan bû gundekî piçûk.

Vejînê rê li ber zanist, wêje û hunerê vekir, hest, raman, ziman û giyanê mirovî nû kir, wêjeya devkî ya kevnar veguherand nivîskî, wêjeya nivîskî pêşkêşî civakê kir û helwest û pîvanên nû danîn… Pêdiviyeke serdema em tê de dijîn e ku Kurd ber bi xwe ve bizivirin û li xwe vegerin, vejîn li dijî civaka paşverû ya dêrîn û şûnmayî ye, şoreşeke nûkirin û nûjenkirinê gerek e. Peyayên zana, zanyar, rohilatnas û nivîskar asoyên ronak ji mirov re vekirin.

Pêşketina vejînê bi pêşketina civaka ku em tê de dijîn ve girêdayî ye, ligel rewşa heyî ya di nav Kurdan de, lewma vejîn ji bo Kurdan pêwîstiyeke lezgîn e. Lê, her serdemek mêrên xwe, çemkên xwe yên vejînê û taybetmendiya welat û civakê heye, wek mînak Vejîna Alman bala mîr Celadet Bedir-Xan kişandiye ser vejandina wêje û yekbûna zimanê Kurdî. Elmanya ji çend mîrnişînên neyekgirtî pêk dihat. Ew ne dewleteke neteweyî bû, bi saya vejînê yekîtiya xwe pêk anî. Bi ziman dest pê kir, yekîtiya ziman, wêje, helbest û ramana neteweyî, paşê yekîtiya welat ava kir. Em dikarin bibêjin ku vejîn bi yekîtiya ziman, çand û ramanê dest pê dike, paşê bi welat re. Li gorî min ev yek li gorî rewşa niha ya Kurdan e.

Şert û mercên siyasî di Kurdistanê re derbas dibe, wê di tarîtiya şeveke reş de dihêle, nemaze rewşa çar parçeyên Kurdistanê (Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê). Li ser vê yekê divê em xwe bi vejîneke nû çekdar bikin, şer û şoreş li ser me gerek kirin û di hemû qadên rewşenbîrî, wêjeyî û zanînê de belav bûn. Kurd ji xewa xwe ya dirêj şiyar bûne û doza mafên xwe dikin. Lê herêmparêzî û berjewendiyên teng pirsgirêka Kurd û Kurdistanê xistin bin siya metirsiyê. Em bûne qurbana dîrok û xaknîgariyê. Bêgoman hişmendiya Kurdewarî li Kurdistanê li gorî tevgera civakê û li gorî xebatên wêjeyî, çandî û hunerî pêşketiye. Ji bo vejîna jiyana Kurdewarî gelek ciwan û jinan canê xwe gorî kirine. Lê mirovahî, civak û jiyana Kurdewarî li kû ye? Yekîtî û çalakiya hevpar a Kurdan li kû ye? Tevgera zanistî û çandî, û vejîna tevgera Vejîna Kurd li kû ye? Belkî di demeke nêz de em vejîneke kurdî bibînin û yên ku behsa vejîna kurdî dikin wê bînin ziman. Roja ku zimanê ramanê zimanê kurdî be, wê yekîtiya ziman û wêjeya kurdî pêk were. Dema ku hejmara pirtûkên kurdî bigihê deh hezaran û hejmara nivîskar, ronakbîr û rewşenbîran bigihê hezaran, çapxane, zanîngeh, peymangeh û saziyên çandî yên kurdî bên avakirin, wê demê wê vejîna kurdî geş bibe û vejîna îro ji bo hemû gelan bi taybetî jî ji bo gelê Kurd pêwîstiyeke lezgîn e. Tê zanîn ku vejîna kurdî ya siyasî û civakî bandorê li vejîna çandî û çîna rewşenbîriya Kurd dike.

Vejîn li gorî şert û mercên aborî, siyasî, civakî, çandî û wêjeyî yên her welatekî ji welatekî din diguhere. Li gor aramiya siyasî û rastiya sazûmanên her parçeyekî, dibe ku welatek li paş yekî din, an beşekî Kurdistanê li paş parçeyên din paşde bimîne, yan jî beşek li pêşiya parçeyên din be. Lê tevî vê yekê jî, em dibînin ku vejîna kurdî hema bêje di destpêka salên sihî de li beşên Kurdistanê dest pê kir. Berî wê jî qonaxeke xebat, şoreş, serhildan û destpêka tevgereke civakî di hemû waran de hebû. Ev nayê wê wateyê ku piştî vê qonaxê serhildan û şoreş rawestiyane, belku çêkarî û rêbaz û nêrîna xwe ya li hember civak û dijminan guherandine. Ango têkilî guhert û di pêkhateya mejiyê Kurdan de guherînek pêk hat; wek mînak rewşenbîrên Kurd li Başûrê Kurdistanê bizavê dike ku şoreşa vejînê di raman, wêje, siyaset, civak û hemû qadên jiyanê de pêk bînin.

Piştî ku di şûnwariyê de diyarên nû derketin, di siyaset, çand û dîrokê de çemk hatin guhertin, têkiliyên bi ramanên kevnar ên dêrîn re qut bûn, mînak di warê dîrokê de gotina Tewratê ku dibêje (dîrok dîroka Tewratê ye), hat rûxandin. Herwisa, bi destê nivîskar Husên Hiznî Mukriyanî, Pîremêrd, Refîq Hilmî û Tewfîq Wehbî û hin hizirvanên wê serdemê, weke Elaidîn Sicadî, ku di nava tevgera rewşenbîrî ya Kurd de cih girtin, tevgera wêjeyî nûjen kirin û niyareke wan di tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurd de hebû. Bi taybetî di komeleyên neteweyî û şoreşa kurdî de, bi serokatiya Mehmûd Hefîd. Herweha, bîrmendê Kurd Ebdullah Goran û Şêx Nûrî Şêx Salih ku di dîroka çanda kurdî de xwedî şopên mezin in. Rewşenbîrên Kurd qonaxa klasîk, di wateya wê ya rast de, bi qonaxa nûjen ve  girêdidin.

Wêjeya kurdî ya nûjen, di bineçeya xwe de, vedigere rewşenbîrên Kurd ên Stenbolê û banga yekem a ramana vejînê piştî derketina yekemîn rojnameya kurdî ya ronakbîrê gewre Miqdad Mithed Bedir-Xan û Ebdulrehman Bedir-Xan bi navê (Kurdistan) di sala 1898an de hat weşandin. Pêşengên wê demê yên niyarek sereke di vejîna kurdî de lîstin ji wan: Ebdulrehîmê Rehîmî yê Hekarî, Memdûh Selîm ê Wanlî, Ebdulla Cewdet, Rif’et Zade, Mustefa Yamulkî, Ramî Bedir-Xan, EbdulRezaq Bedir-Xan … hwd, û vê dawiyê ronakbîr û nivîskarê Kurd Mûsa Entar jî ku di hundirê Bakurê Kurdistanê de ma û di hemû kovarên çandî û siyasî de ji bo azadkirina Kurdan xebitî.

Dîroknasê Kurd ê navdar Mihemed Emîn Zekî jî niyareke girîng di piştevanîkirina şaristaniya kurdî û girêdana wê bi şaristaniya cîhanî ve hebû û em nikarin niyara bîrmend û zana Tewfîq Wehbî di warê belavkirina zimanê kurdî û alfabeya wî de paşguh bikin. Di wê qonaxê de hejmareke mezin ji rojname, kovar û pirtûkan hatin weşandin. Ji bilî pirtûkên dîrokî, folklorî, wêjeyî û çandî û yên ku li dora van kovar û rojnameyên zanistî kom bûne, Mihemed Emîn Zekî, Tewfîq Wehbî, Eladîn Secadî û yên din ên ku di pêşketina vejînê de bûne pêşeng û ji pêşengên wê yên pêşîn in; helbestvan Pîremêrd û Ebdullah Goran, Şêx Nûrî, Şêx Salih, Kamîran Mukrî, Ehmed Hardî, Cemîl Saib û Kaka Fetah. Vê serdemê heta dawiya salên pêncî sereqet kir, û bi rastî ew pêşengên pêşîn di hemû waran de di vejîna kurdî de, xwedî bandor bûn.

Koçberiya rewşenbîrên Kurd, di destpêka salên 1980yî de, ber bi Ewropayê ve zêde bû. Vê yekê derfet da wan ji bo dergehê nêzîkkirin û gihandina kelepûrî û asoyên fireh û ramana ronakbîrî ji wan re vekir. Encamên wê di serhildana sala 1991ê de û vegera rewşenbîrên neteweyî yên Kurd bo welatê xwe piştî damezirandina  Dajaka (Hikûmeta) Herêma Kurdistanê derket holê. Hejmareke mezin ji kovar, pirtûk, rojname û weşanên her cureyî hatin weşandin û dibe ku saziyek fermî ya hukûmetekê nikaribe vê hejmara mezin derbixe. Di roja îroyîn de, li Başûrê Kurdsitanê vejîna çand û wêjeyê, di hemû waran de, şoreşek bi serê xwe ye.

Nîşanên vejîna kurdî li Rohilatê Kurdistanê, bi taybetî di dema damezirandina Komara Kurdistanê (Mehabad) de, di warên siyasî, çandî û wêjeyî de xuya bûn. Helbestvan Hejar, Hêmin û Dildar ji helbestvanên Komarê bûn. Opera (Dayika Kurdistanê) wek xala destpêkê, yan jî xala guhertina dîrokî di jiyana vejîna rewşenbîrî û hunerî ya kurdî de, tê dîtin.

Pêşengên vejînê bi ronakbîr û vejînkerên Kurd ên Ermenîstanê mîna Ereb Şemo, Qenatê Kurdo, Casimê Celîl û … hwd, niyareke sereke lîstin.

Ji bo vejîna rewşenbîrî ya ku di salên 1930î de, di nav Kurdên Roavayê Kurdistanê de rû da, yek ji kesayetên herî girîng jî ronakbîr û zana Celadet Alî Bedir-Xan e. Wî elfabeyek bi tîpên latînî û rêzimana zimanê kurdî derxistiye. Bi wan tîpan yekem car ”Hawar 1932-1943” hate weşandin û komek rewşenbîr û welatparêzên Kurd li dora wî kom bûn û hişyariya neteweyî belav kirin weke: Celadet û Dr.Kamîran Bedir-Xan, Cegerxwîn, Qedrî Can, Osman Sebrî, Dr.Nûredîn Zaza, Ehmedê Namî, Hesen Hişyar, …hwd. Van pêşengên destpêkê yên vejîna kurdî ji bo pêşxistina ziman, wêje, çand û rizgarkirina gelê Kurd ji pergala hozî û rêgayî gelek zor û dijwarî dîtin.

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Stema xwînmij

Ezîz Xemcivîn Bi dilê te re çavê kesera min şiyar e! Dema bi bihna te bihna xwe dikêşîne. Rewanê te li xwe…