Gotar

Rêberiya Rastîn: Hest û Kiryar

EBDILBAQȊ ELȊ

Ȋro em di demekȇ de ne ku dengê tawanbarkirin ȗ xiyanetkirinȇ bilind bûye, û zimanê sûcdarkirinê li ser axaftin ȗ gotara gelek siyasetmedaran serdest bûye, wȇneyȇn ҫȇkirȋ pȇșbaziya rastiyȇ dikin, loma pirsyareke bingehîn derdikeve holê: Wateya rêberiya rastîn çi ye? Gelo ew zimanekî zivir ȗ gotara tund e, yan jî şiyana kontrolkirina xwe û avakirina têgihîştinê ye? Ma ew bi sloganên bilinkirî, yan bi encamên li ser zemȋnê yên ku hatine bidestxistin tȇ pȋvan?
Ma rêberî wêneyek e ku tê belavkirin an helwestek e ku tê girtin? Ma saw nasnavek e ku tê dayîn an berpirsiyarîyek e ku tê hilgirtin?

Jibo bersivdana van pirsan jihev cudakirina dinavbera tȇgehȇn ku di xuyangȇ de wek hevin ȗ di kokȇ de ji hev cudane, di navbera hesta neteweyî û nijadperestiyê de, di navbera rêberiya rastîn û bangeșeya sexte de pȇwȋst e.

Hesta girȇdayȋbȗnê ya bi welat û neteweyê ve yek ji hestên xwezayî ye ku alîkariya mirov dike ku nasnameya xwe ava bike û têkiliya xwe bi civaka xwe re xurt bike. Ew hesta mirov e ku bi welatê xwe ve girêdayî ye, bi ziman, çand û dîroka xwe serbilind e, û dixwaze berjewendî û destkeftȇn wȋ biparêze. Lê ev hest carinan dikare bibe tundî an cudakarî, heke ji sînorên xwe yên xwezayî derbas bibe. Ji vir girîngiya cudakirina di navbera hesta neteweyî û nijadperestiyê de diyar dibe; ew ne yek tişt in, her çend hin wekhevî di navbera wan de hebin jȋ.Hesta neteweyî ya erênî ne nefret li hember gelên din e û ne jî kêmkirina nirxȇ wan e. lȇ berevajȋ vȇ yekȇ ew di heman demê de li ser rêzgirtina xwe û ya kesên din radiweste. Mirov dikare bi welat û çanda xwe serbilind be û di heman demê de çandên gelên din jî bi nirx bibîne bêyî ku nakokî çêbibe. Lê nijadperestî ew bawerî ye ku komek mirovî ji ber reng an koka wan an jî nasnameya wan ya etnîkî ji komên din çêtir an bilindtir e. Dibe ku ew di dirȗvê cudakariyê an dûrxistinê an jî reftara bȇdad de xuya bibe.Cudahiya bingehîn di navbera hesta neteweyî û nijadperestiyê de ev e ku hesta neteweyî li ser girêdayîbûn, serbilindî û serfiraziyê ava dibe, lê nijadperestî li ser cudakarî, serdestiyê û redkirina yê din ava dibe. Gotina mirov: “Ez ji welatê xwe hez dikim û bi çanda xwe serbilind im” hestek neteweyî ya xwezayî derdibirîne, lê baweriya ku gelê wî ji hemî gelan çêtir e, û ku yên din ji ber koka xwe hêjayî reftar û guhdanekê kêmtir in, helwestek nijadperest e.
Hesta neteweyî dikare di civakê de faktorek erênî be dema ku welatiyan ber bi hevkarî, parastina welatê xwe û xebata ji bo pêşkeftina wȋ ve dibe. Lê nijadperestî bi gelemperî dibe sedema dabeşbûn, nefret û pevçûnan, ji ber ku ew têkiliyên di navbera mirovan de li ser binghȇ cudakarî û serdestiyê ava dike, ne li ser rêzgirtin û wekheviyê. Nijadperestî ne tenê bi ramanan sînordar e. Ew dibe sedema kiryarên ku ziyanê digihînin kes û civakan wek bêpar hiştina kesekî ji mafê wî an kêmkirina nirxȇ wî ji ber koka wî an rengê çermê wî.

Di nav vê dîmena tevlihev a di navbera girêdayîbûn û mêjîtengî (teesub) û tundgirî de, modelek rêberiyê ya cuda derdikeve holê ku ne wek dengûbala serdest e, û bi pêlên germkirin, gurkirin û hestyarîyê re naçe. Ew modela rêberiyê ye ku gotinên xwe terazûkirî û pîvayî dihêle û bêdengiya wî carinan ji hezaran daxuyaniyan bihêztir û bandortir e.
Rêberiya rastîn ne lêgerîna nakokiyan e belê avakirina hevsengiyan e û têgihiştina ku civak bi gurkirin, germkirin ȗ tundkirinê nayên avakirin, belê bi hevtêgihiștinê tên avakirin. Ezmûnan tekez kiriye ku siyaset ne qada kesên dengbilindtir e, lê qada kesên ku di nava bahozan de aramiya xwe diparêzin e.
Di vê çarçoveyê de mirov dikare bêje ku ev nimûneya siyasî waneyeke kêmpeyda pêşkêş dike û ew nimûneya serokekî ye ku ne bi qasê bersivên wî tê pîvandin lê bi qasê bîhnfirehiya wî û rijdîya wî ya li ser vekirî hiştina deriyê diyalogê çiqas nakokî tevlîhev bibin jî.
Ev nimûne di kesayeta Serok Mesûd Barzanî de xwe nîşan dide; ew li hemberî kampanyayên xapandin, xerakirin û reşkirinê bi berxwedan û xweragirî dimîne û hêminî û aramiya xwe winda nake. Belê, qet li ser wî nehatiye tomarkirin ku wî xerabî bi xerabiyê vegerandibe, û bersiva wî her gav li ser aramkirin, diyalog û rêzgirtina kesên din bûye, eger rewş herî teng û tarî be jî.
Ev ne ji xweber çêbûye, lê rêbazek kûrkok e di dibistaneke siyasî de ku serokatiyê ne wek nîşandana hêzê dibîne, belê wek şiyana xwe ragirtinê, û ku hișmendȋ ne bi tundiya gotarê belê bi kûrahiya dîtinê tê pîvan.

Ku tu bi hêz bî bêyî ku tund bî û ku tu bîhnfireh bî bêyî ku qels bî û ku tu gelê xwe bi hişekî sar û dilekî fireh birêve bibî ev in wateyên ku dîrok pê tê nivîsandin ne bi qelebalixê lê bi hişmendiyê û ne bi wêneyên guhertî lê bi rastiyên mayinde.

Li aliyê din jî çînek ji serokên ku tenê bi ekranan tên naskirin derket holê. Em her roj li ser medyaya civakî wan dibînin. Hinek xwe serok hinek xwe rêber bi nav dikin û yek din behsa saw û destkeftiyan dike, lȇ rastiya li ser zemȋnê çîrokeke bi tevahî cuda dibêje. Artêşên elektronîkî ji wan re çepikan lê dixin û sûdmend jȋ wan dixemilînin. Soz bi wêne û vîdyoyan têne belavkirin lê di ezmûna yekem a rastîn de valahî derdikeve holê. Balonek ku bi peyvan hatiye pifkirin li ber berpirsiyariya herî hêsan têk diçe.

Ku baran dibare av li ser riyan e kolanên deverên ku tê texmînkirin ku xwediyê baştirîn amadekarîyê ne di bin avê de dimînin, jixwe dosyaya elektrîkê çîroke dirêjtir e, salên dirêj yên sozan û planên ku têne guhertin û daxuyaniyên bêdawî lê encam yek e û tê dubarekirin: xizmetên lawaz nagihîjin asta ku gel şayiste ye û welatiyek li dû mafên xwe yên herî hêsan digere. li vir em ne serok ne saw ne rêber dibînin lê em nebûn û bêdengiyê dibînin

Pirs li vir êdî nema “çi tȇ gotin?” e, lê ” çi tȇ kirin?” e. Gel êdî li axaftinan nagere, lê li encaman digere. Êdî sloganan bawer nake, lê bi rastiyê dipîve. Û yê ku destkeftiyek nîne, hezar hevok “ez rêber im” jê re bi kêr nayê. Dîrok ne ew tiştê ku hate belavkirin dinivîse, lê ew tiştê ku hate kirin, û dem wê cudahiya di navbera yê ku xizmetê ji gel re dike û yê ku tenê xizmetê ji wêneya re xwe dike eşkere bike. Rêberîya rastîn ne nîşandana hêzê ye, lê şiyana xwe ragirtinê ye, û ne lêgerîna dijminatiyan e, lê avakirina têgihiştinê ye, û ne wêneyek e ku tê belavkirin, lê berpirsiyarîyek e ku her roj li ser erdê bi rastȋ tê çespandin.

Di demekê de ku me herî zêde pêdivî bi aramî û li hev hatinê heye, ev ezmûn û hîndekarî hêjayî raman û hîmê ne. Serbilindî bi welat, çand û nasnameyê tiştek xwezayî û girîng e, lê divê ew neyê veguherandin bo hişkbûnî an kîna li hember yên din. Neteweperestiya erênî tê wateya ku em ji welatê xwe hez bikin û nasnameya xwe biparêzin, bi pejirandina mafê yên din re ku ew jî bi welat û nasnameyên xwe serbilind bin. Ji ber vê yekê, rêzgirtina cihêrengiyê û wekheviya di navbera mirovan de bingeheke girîng e ji bo avakirina civakeke hevgirtî ku tê de hevkarȋ û aşitî di navbera hemû endamên civakê de hebe.
Her wiha, rêberiya rastîn ew e ku hêzê û dilovaniyê, bîhnfirehî û biryardariyê, girêdayȇîbûn û vekirîtiyê bi hev re tîne ba hev. Ew ne li ser sloganên bilind, ne li ser wêneyên guherandî, û ne jî li ser îdiayên rûmetê yên ku di ezmûna yekem de winda dibin, tê avakirin. Belê, ew li ser kirinên berbiçav, helwestên mayînde, û şiyana hilgirtina berpirsiyariyê bêyî ku sûcdarî ji yên din re were bikaranîn, û rijdî (îsrar) a vekirina deriyên diyalogê heta di zehmetirîn mercan de jî, tê avakirin
Bi vî awayî dîroka gelan tê nivîsandin: bi hişmendî û dûrbînîyê, ne bi qîrîn û qerebalixê; bi rastiyên mayînde, ne bi montaja wêne û dîmenên berhevkirî; bi destkeftiyên berçav, ne bi slogan û dirûşmeyên bilind.
Ji ber ku rastî ji lêlan û rewrewkê mayîndetir e, rêbaz û bingehên qayîm ji nasnav, navnîşn û payeyan bikêrtir in, ȗ delîl ji hestê bihêztir e.
Tenê li ser vî bingehî û bi vê terazûyê em dikarin cudahiyê bixin: di navbera rêberiya rastîn û şanogerîya xapînok de, di navbera girêdayîbûna rûmetdar û hişkbaweriya kor de, ȗ di navbera serkeftina bi berpirsiyarî û bikaranîna veşartî de.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

VEJÎNA KURDÎ

Dilawerê Zengî Serdema vejînê Vejîn serdemeke şaristaniya Ewropayê ye. Tavil piştî Serdemên Navîn dest pê kiriye. Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên vê serdemê…

Stema xwînmij

Ezîz Xemcivîn Bi dilê te re çavê kesera min şiyar e! Dema bi bihna te bihna xwe dikêşîne. Rewanê te li xwe…