Dilawerê Zengî
Destpêk
Piştî têkçûna şoreşa Şêx Se’îd, di sala 1925an de û mişextbûna hejmarek ji welatparêz, rewşenbîr û çalakvanên şoreşger ên ku di destpêka vê şoreşê de keda wan hebû, di sala 1927an de, li bajarokê Bhemdûn a Beyrûtê careke din li hev civiyan. Wê demê hejmareke mezin ji hêzên siyasî û neteweyî yên kurdî li wir civiyan û li ser avakirina Komela (Xoybûn)ê ya kurdî li hev kirin. Di nav wan de ronakbîrê mezin Celadet, Dr. Kamîran û birayê wan Sûreya, ku di têkoşîn û pêşketina vê komeleyê de, bi taybetî di warê ragihandinê û çapkirina pirtûk û belavokan de, ji bo pêşxistina hişmendiya neteweyî û şiyarkirina wê, niyareke (roleke) berçav û pêşeng lîstin. Ev Komele bi saya serê malbata Bedir-Xaniyan, malabat Cemîl Paşa û çend rîsipî, zana û malmezinên Kurdan ava bû.
Vê komeleyê dixwest beşdarî Şoreşa Agiriyê ya bi pêşengiya General Îhsan Nûrî Paşa bibe. Her çend di sînorên (çêkirî) di navbera Serxet û Binxetê de hin valahî vekiribin jî, lê mercên xoyetî û biyavî ji bo tevlêbûnê ne guncaw bûn. Dajaka (Hukûmet)a Franseyê ya ku li Sûriyê desthilatdar bû, ev neteweperwerên Kurd ên ku ji Bakurê Kurdistanê hatibûn sirgûnkirin Şamê. Li Şamê jî ev kes bê deng neman, li dora kurdekî ronakbîr û zana yê bi navê Celadet Bedir-Xan kom bûn û bizav kirin ku xewn û xeyalên xwe bi wî re parve bikin.
Rewşa giştî ya serdest bêhêvîtiyê diyar dikir. Ji aliyekê ve şoreşên kurdî yek li pey hev têk çûn û ji aliyê din ve jî Fransiyan bi wan şervanan re nebaş kirin, ji bilî wan şert û mercên dijwar ên ku dijiyan; belengazî, birçîbûn, xizanî, nezanî û netêgihiştinê, rewşa siyasî jî ne alîkar bû. Piştî ku çekan xewnên wan pûç kirin, pênûs ji bo derbirîna êş û hêviyên xwe baştirîn rê dîtin.
Kovara Hawarê
Celadet Bedir-Xan di 15ê Gulana 1932an de kovara kurdî Hawarê derdixist, ew hêviya wê dema dijwar bû û di şeveke tarî de wek mûmekê hat vêxistin. Kovara Hawarê bû ew hêvî û projeya ku nivîskar û ronakbîrên Kurd li dora xwe civandin û pênûsa wan dest bi xwînrijandina êş û azarên Kurdan kir. Rewşenbîran hêviyên mezin li ser kovara xwe girêdan. Ev kovar pir belav bû û bala nivîskarên Kurd ên ji çar aliyên Kurdistanê kişand. Dikare bê gotin ku Celadet mamosteyek bû, ku hemû nivîskar û ronakbîrên Kurd ên wê serdemê di dibistana wî de meşeq, şerde û perwerde bûne. Digel mercên dijwar, derketina ji welat, rewşa aborî ya lawaz, şiyanên hunerî yên qels û çêkarên seretayî yên çapxaneya kevnar, li hember van dijwariyan tevan Celadet dezgehek rewşenbîrî damezirand û kovara xwe li seranserê Kurdistanê belav kir.
Awayê çapkirin û dijwariyên kovarê
Ez, li vir bizavê dikim ku beşeke piçûk ji dijwarî û pirsgirêkên çapkirinê yên wê demê di Kovara Hawarê de nîşan bidim. Ya yekem, ji bo kovarê bi wateya wê ya ku îro tê zanîn û naskirin, desteya rêveber tune bû. Celadet xwedî, gerînende û berpirsiyarê kovarê bû, rastnivîser, lêveger, şêwaza tîprêz û serlêdanê yekem û dawî yê kovarê bû. Nerînek din jî heye ku dibêje, di amadekirina kovarê de hin nivîskarên wek Osman Sebrî, Qedrî Can, Rewşen Bedir-Xan û yên din alîkariya wî dikirin. Dibe ku carinan ev yek çêbûbe, lê ew di serî de û di dawiyê de berpirsiyarê kovarê bû. Ya duyem, di wê qonaxê de, di nav kurdan de, ji ber kêmbûna xwendin û nivîsandinê nivîskar kêm bûn, bi taybetî bi zimanê xwe yê bavûkalan, kesek ku rast dinivîsand û rast dixwend tune bû, lewma Celadet dibin gelek navên cihê û nasnavan berhemên xwe belav dikir.
Ji bo awayê çapê yê wê demê, ew bi tîpên sifir li kêleka hev rêzkirî bû. Ango tîp li tenişta tîpeke din tê danîn, heta ku peyv temam bibe, dûre bi qetek sifir valayî tê hiştin ku peyv negihên hev.. dûre hevok, dûre rêz, heya ku rûpel temam bibe. Her rûpelek ji ya din cuda ye, li gorî mezinahiya rûpelê, rûpel di nav çar darikên wekhev de cih digire, ango dibe wekî çarçoveyek rûpelê û hem bi hev e têne girtin, û paşê li ser makîneyê têne siwarkirin. Ev pêvajo (teşekirin û rêzkirina tîpan) demeke dirêj û gelek bizav dixwaze. Bêgoman piraniya caran di tîprêzkirina kovarê de xanima wî, Rewşen Bedir-Xan, alîkariya wî dikir.
Ez di wê baweriyê de me, ku mirovek nikare van karan bi tena serê xwe bike, ji ber ku çend tûrik/kîs ji tîpan pêwîst in ku karibe rûpelên hejmarek ji kovara xwe derxîne. Ji bilî ku binivisîne, babetên kovarê kom bike, serast bike, lêvegere û çap bike. Ev kar bi rojan digire, îcar çawa dikaribû kovareke nîvmehî biweşanda, tevî wê yekê jî dibin çavdêriya wî de kovar derdiket. Ev tê wê yekê ku evî mirovî şevûroj çêja xweşî, xew û bêhindanê nedîtiye. Lê astengî û karê herî dijwar nebûna pere û hin destwerdanên dewleta Tirk û zorên li ser rayedarên Fransî bû. Bi rastî jî gelek caran desthilatdaran ji ber sedemên siyasî rê li ber xwediyê kovarê digirtin. Ew astengî bi rewşa siyasî ya herdû rayedarên dewletan girêdayî bû. Heger berjewandiya wan li hev bihata ji Kurdan re nebaş diket. Gelek caran weşana kovarê asteng dikirin, car caran jî baş lêdihat, Fransî alîkariya wî dikir, nemaze di peydakirin û bidestxistina kaxezên ko kovar pê dihat çapkirin de; ji ber ku di wê demê de, peydakirina kaxezan pir dijwar bû.
Tê zanîn ku Kovara Hawarê li Şamê derdiket û li gelek bajar, gund û bajarokên kurdan dihat belavkirin û her kes bi gotarên xwe ji çar aliyên Kurdistanê beşdarî kovarê dibû. Belavkerên kovarê xwedî cihek civakî ya bilind bûn û xwendevanên wê jî rewşenbîrên Kurd û xelkên herêmê bûn; Siryan, Aşûrî, Kurd û Ereb bûn. Hejmarên Kovarê digiha destên her kesî; mamoste, karbidest, serokên eşîran, rîsipî, karker, cotkar, gundî, beg, axa, şêx, mele û kesên ku niyar û bandora wan li civakê hebû.
Hin agahî li ser kovara Hawarê
Kovar bi zimanê kurdî û frensî derdiket, hejmara rûpelên kovarê di navbera (16-12-8) de diguherî û bi vî awayî: ji hejmarên (1-39) 16 rûpel, ji (39-46) 12 rûpel, ji (46-57) 8 rûpelan derdiket. Mezinahiya qebare: 21X29an de ye, û hejmara rûpelên ku ji bo beşa zimanê fransî hatine veqetandin di navbera 2-4 rûpelan de ye. Kovara Hawarê li bajarê Şamê, di sê çapxaneyan de tê çapkirin: Çapxaneya El-Tereqî, Sibat û Midhik El-Mubkî, ji hejmarên (1-23), (25), (53-57) li Çapxaneya Tereqî, ji hejmara (27-52) li Çapxaneya Sibat û hejmara (24) li Çapxaneya Midhik El-Mubkî.
Kovara Hawarê ji hejmarên (1-23) bi tîpên erebî û latînî derdiket, lê piştî hejmara (23) hemû hejmar bi tîpên latînî bûn û li ser pêşinyara mamoste Elî Seydo Goranî cihê herdû tîpan q-k bi k-q bi hev hatin guhertin. Di hejmara (27) ya kovarê de, xwediyê kovarê gotareke raveker li ser dîrok û dîrokên rawestandina weşana kovarê dinivîse, bêyî ku behsa sedemên wê bike:
Hejmar (1) 15-5-1932 — Hejmar (23) 25-7-1933.
Hejmar (24) 1-4-1934 — Hejmar (26) 18-8-1935).
Ji (27) 15-4-1941 — hejmara dawîn (57) 15-8-1943).
Ji ravekirina jorîn diyar e ku kovar 11 salî bû, lê li gor hejmarên ku derketine tê xuyakirin ku temenê wê pênc sal û heft meh û sê roj in. Ji hin çavkaniyan xuya dibe ku kovar ji ber nebûna darayî hatiye rawestandin. Li vir pirsek di serê me de digere, ew jî ev e: Gelo çima Kovara Hawarê rawestiya?!. Şiyanên darayî hindik bûn an jî tune bûn, lê wek em dizanin ku berdewamiya wê bi firotanê ve girêdayî ye, nemaze pereyên pişkdarên aboneyan. Di nav aboneyan de giregir, dewlemend, bazirgan, doktor, endezyar, parêzer, serokên eşîran, beg, axa, şêx, serok merok û hin efser û kesên xwedî niyara civakî û aborî hene. Em dikarin bibêjin ku kovar li hemû beşên Kurdistanê dihat belavkirin û sînorên Sûriyayê derbas kiriye û li gelek welatan dihat belavkirin. Li vir pirsek din tê bîra me, gelo aboneyan an bihayê kovarê ji xwediyê wê re nedişandin, an jî bihayê wê nedigihişte destên xwediyê kovarê heta ku bû sedem kovar ji carekê zêdetir raweste.
Li ser bergê kovarê car bi car buhayê hejmarê dihat nivîsandin:
Kiryariya kovarê ji bona Sûriya, Tirkiya, Ecemistan, Îraq û welatên Qefqasê:
Salkî 500 qirûş – Sûrî-100 frenk
Şeşmehkî 300 qirûş-Sûrî-60 frenk
Çarmehkî 200 qirûş –Sûrî-40 frenk
Ji bona welatên din:
Salkî 150 frenk
Şeşmehkî 90 frenk
Çarmehkî 60 frenk
Her tişt bi navê xweyî têne şandin
Şam: Taxa Kurdan[1]
Helbestvanê me yê mezin Cegerxwînê Kurd di dîwana xwe ya yekem a bi navê (Agir û Pirûsk), rûpel 150[2], helbestek bi navê (Ji kiryarên Hawarê re) ji bo aboneyên kovarê dinivîse û ji wan welatparêzên Kurd ên dewlemend daxwaz dike ku destê alîkariyê dirêj bikin û alîkariya çapkirina kovarê jibîr nekin.
”Hewar e hey hewar e, çima wisa dinalî,
Sed heyf û sed mixabin bê zîv û zêr û mal î.”
”Peran bidin Hawarê da ko bi ser xwe bêtin
Bigrî di erdê Şamê kemalê bê zewalî
Hatem yek e bi tenha kurdên me tev de Hatem,
Hawar e rengê bêjen ka Ristemê ji Zalî
Hawar direfşê Kawe, kaxet qumaşê sade
Jê re peran bişînin kurdino bi dil helalî”.
Di dawiyê de, Celadet neçar ma ku tiştên mala xwe bifiroşe.
Jina wî, Rewşen xanim, rojekê ji min re got: ”Rojekê Celadet hat malê û li ser rûyê wî nîşanên xemgînî û hêrsê hebûn. Ji ber vê yekê min jê pirsî çima xemgîn î?. Got: Dem dema çapkirina kovarê ye û perê min tune. Ka bêje ez çibkim?!. Ez dibêjim van kursiyan cihê me teng kirine, Tu dibêjî çi? ne wiha ye? Min jê re got: Tu çi dixwazî bike. Paşê ew kursî firotin û buhayê çapkirina kovarê da, paşê bi rûyekî geş û bi dilekî xweş vegeriya malê û ji min re got: ”Rewşena min kovara Hawarê çap bû”.
Ji Celadet re tiştek nemabû ku di jiyana xwe de bike pêvî çandiniya pembû. Li gundê Hîcanê yê ser bi Şamê ve, bi riya hevalê xwe yê derebeg ê navdar Husên Îbiş re neçar ma ku di çandiniya pembû de bixebite. Rojekê dema li ser dîwarê çala (bîr)a avê rûniştibû pembû av didan, ji nişka ve dîwar ji ber hev çû û hilweşiya, Celadet ket bîra avê û gundiyan nekarîn wî rizgar bikin, li Nexweşxaneya El-Muwasat mir. Hêjayî gotinê ye ku wî berî mirina xwe navê vê bîrê kiribû Bîra Qederê û bi rastî jî ew bîr jê re bû Bîra Qederê.
Celadet mirovek bû ku berî dema xwe hatibû jiyanê, û wek Kurd dibêjin: (Gulek biharê geş nake). Gelê Kurd buhayê zanayê xwe nizanin, miletekî zindîkuj û mirîperest in. Gelê ku li çandê xwedî dernekeve, miletekî darazxwarinî mirinê ye. Di zayîna wî de pend û di mirina wî de jîr heye. Ronakbîrê mezin Celadet bi girîngiya çand û niyara çapemeniyê di şiyarkirin û rizgariya gelan de zanibû û ew baştirîn rê ji bo naskirina Kurdan bi cîhanê nirxand. Kovara wî ya bi navê Hawar, li navçeyeke berfireh a Kurdistanê û beşeke cîhanê cih girt û belavkirina wê ji Şamê heta Kurdistan, Lubnan, Hîcaz, Misir, Filistîn, Îraq, Îran û Amerîka gihîşt. Li Kurdistanê her çiqas kovar li serokên eşîran, hinek doktor, rewşenbîr, helbestvan û serbazan hatibe belavkirin jî, em dikarin bibêjin ku ev kovar li hemû beşên civaka Kurd hatiye belavkirin. Kovara Hawarê bi du rengan dihat belavkirin. Yekem: Bi awayekî fermî di riya postê re dihat rêkirin. Duyem: Bidestan û di riya hin welatparêz, kurdperwer û zimanhezan re dihat belavkirin. Lê çiqasî behskirina xwediyên van navan – ên ku mirine – ji bo we xwendevanan ne girîng be, lê çavdêriya tevger û belavkirina kovarê li herêmeke mezin a xaknîgarî û naskirina wê ji bo lêkolîner û nivîskaran pir girîng û hêja ye. Ev lêkolîn a yekem e ku behsa aliyê fermî, şert û mercên weşanê û belavbûna xaknîgarî ya kovara Hawarê dike. Ji ber vê yekê, dibe ku ji bo lêkolîner û nivîskarê hêjayî dîrokî be û ji bo lêkolînerên pêşerojê bibe çavkaniyek û ji bo rewşenbîr, dîroknas û lêkolînerê Kurd hemûyan sûdmend be. Li jêr nivîsa belgeyê ye, ku cih, navên kesayetan û aboneyên kovarê ji arşîva Rewşen Bedir-Xan hatiye wergirtin.
Nexşeya xaknîgariyê ya aboneyên
Kovara Hawarê
Sûriye-Hesekê: -Hesen Axa Haco (Parlamenterê Cezîrê). -Mihamed Hemze (Rêveberê Dibistana El-Ikmeliye). -Tewfîq Cemîl Beg (endamê şaredariyê). -Sergent Hanna Sefer, B.D.L. B.P.M. 3/10. – Medenî Resûl (mamostayê dibistanê). -Melek Loko Şalimon Bedrî (gundê Tel Hurmiz -navçeya Tel Temir).-Birêz Samuel Gilbana (gundê Tel Ruman – navçeya Tal Temir).
Qamişlo:-Dr. Ehmed Nafiz Beg. -Arif Abbas Beg. – Dermanfiroş Xewace Semoêl Şukrî. – Remezan Ibrahîm Ezim (cerdevan li daîreya Rêcê). – Şêx Mihemed Zekî (ji aliyê Dr. Ehmed Nafiz Beg) -Ehmed Namî (Qereqola Biwêr – gundê Tel Şair). -Ebdul Rehman Axa Elî Yûnis (ji aliyê Dr. Ehmed Nafiz Beg). – Mihemed Elî Axa Elî Yûnis (ji aliyê Dr. Ehmed Nafiz Beg). – Serbaz Şewket, B.D.L. S.P. 615 . – Ebdulhemîd Şêx Tahir Paloyî (ji aliyê Ebdî Mihemed Kewkeb. –Elî Ebdî Axa (Muxtarê gundê Tel Şair- Qereqola Biwêr). –Xewace Seîd Zehdo. Nûredîn Yûsif. – Selîm Şêx Mihemed Husnî- (Jimara sebeta postê 24). –Bazirgan Yaqûb Şem’ûn, (Jimara sebeta postê1). – Bazirgan Yûsif Mîrza (Xan El-gumrik). -Bazirgan Mihemed Mîrza (Xan El-gumrik). -Bazirgan Ehmed Mela Tahir (Xan El-gumrik). -Ebdul Baqî Beg Nizam El-Dîn (Cîgirê Cezîrê) – Ezedîn Axa Omrî -Ezedîn kurê Şerîf Osman El-Mihemed Cezîrî (ji aliyê Dr. Ehmed Nafiz Beg).
Qubûr El-Bîd (Tirbesipiyê): -Cemîl Axa Haco. -Mihemed Şerîf Axa Haco (gundê Meşûq). – Çaçan Axa Haco (Gundê Mizgeftê). – Şukrî Emîn Axa (gundê Qetranî Deşta). -Horan Osman. -Faiq Axa Ehmedê Îskan. -Xewaca Bûlos Lehdo. –Serhan Emîn Bektaş. -Xewace Bûlos Îlya (gundê Şelhûmiye). – Sebrî Silêman (Di riya Ezim Îbrahîm Ezim- Dikencî).
Amûdê:-Helbestvan Cegerxwînê Kurd. -Mihemed Elî Hecî Şêxmûs Axa. – Hecî Şêxmûs Axa Hecî Xelef. – Hesen Hişyar. -Şêxî Ebdulqadir – Yûsif Hecî Hersan. -Hecî Ebdulkerîm Sercî. -Abdê Têllo. –Harûş Xaçadûryan. –Şêxo Kuro. – Ezîz Ebdulkerîm Darî. – Mihemed Haşim Seyda (Di riya Yûsif Hecî Hersan). -Mihemed Elî Mehmûd. – Seîd Axa Mihemed (Parla-menterê Cezîrê). –Huseyn Osman Huseyn. –Mela Ehmed (ji aliyê Elî Necar Mercî). – Mamoste Mihemed Reşîd Xelîl (ji aliyê Hesen Hişyar). –Osman Hecî Ehmed (Di riya Yûsif Hecî Hersan). – Xelîl Mihemed Îsa (Di riya Yûsif Hecî Hersan). -Îbrahîm Hecî Hersan -Mela Ehmed (pêşlimêjê gundê Topuz a jêrî – di riya Hesen Hişyar). –Şêx Abid Birîfkanî (karmendê berhemanîna çandiniyê). – Nûredîn Mela Mehmûd. -Îbrahîm Îsa. -Omer Şêxmûs. -Salih Şêxmûs Mûsa. -Hecî Ebdulkerîm. -Safî Xelîl Hesen. –Mela Salih Îsmaîl (Di riya Hesen Hişyar). -Mela Elî (gundê Topuz). -Mela Fethallah (gundê Tel Xenzîr). Mela Reşîd (gundê Şema). -Elî Îbrahîm Axa Hecî Çolî (gundê Tel Hemdûnê). -Şêx Masûm Hamidî (gundê Tel Xenzîr – Qereqola Şaxir Bazar). –Abdî Berekat (gundê Şaxir Bazar). -Qasim Hecî Elî (gundê Gi’êd).
Dirbêsiyê: -Elî Heso (Muxtarê gundê Tel Xezal). – Ekrem Beg Cemîl Paşa (Di riya Xorîn Fermaniyan). –Ekrem Beg Cemîl Paşa (Di riya Xorîn Ferman-iyan). -Bedrî Beg Cemîl Paşa (Di riya Xorîn Fermaniyan). –Mihemed Beg Cemîl Paşa (di riya Xorîn Fermaniyan). –Mihemed Îsa Cengbaz (di riya Yûsif Axa Dêrikî). -Yûsif Hesen Dirbas Axa (Serokê Kurdên Dêrikî ye). –Beşîr Hemo (Di riya dikançî Mela Beşîr-Qermaniyê). –Seîd Axa Osman (Di riya Sefer Xezal). –Amo Cilînî (Gundê Dehlik –Di riya Hecî Xelîlê Xursî). -Ebdul Hadî Mihemed (gundê Girkundê).
Dêrik: -Ebdulrehman Resûl Axa -Ebdulkerîm Mela Sadiq (Cîgirê Dîcle – Eyn Dîwar). – Egîd Axa Mihemed (Merz’e). –Fetah Mele Sadiq (Eyn Dîwar) – Şêx Ehmed Şêx Ebdullah Nûrî (Mustefawiyê).
Serê Kaniyê: -Osman Xelîl. -Ebdulqadir Bizir. -Cemîl Axa Hecî. -Hebîb Merîmo.
Babê:– Ehmedê Hecî Elî (gundê Qubbet El-Şêx).
Kobanî: -Mustefa Şahîn Beg. -Bozan Şahîn Beg. -Hebeş Îsmaîl. -Samî Bozan (Karmendê Dadgeha Cezayê Sulhê). –N’isan Findî. -Îsmet Şahîn.
Kurdax: -Şêxo Axa Şêx Îsmaîlzade (cîgirê Kurdax). -Faiq Axa Menan (cîgirê Kurdax). -Cemîl Derwîş Axa (Serokê Kurdên Êzidî – (Efrîn). – Xelîl Axa Sîdî Memî Zade – (Efrîn). –Îbrahîm Qadiroxlî (Raco). –Reşîd Hemîd (gundê Sulaqlî-Bilbilê).
Heleb: -Dr. Ador Qebaqiyan( Cadet Xindik). -Dr. Mihemed Nûrî Beg, (Dêrsimî) (Idlib) -Raşid Cil’o (Mala Mamosteyan-pola duyem) – Heraç Papasiyan (Cîgirê Helebê).
Hama: Muhyedîn Paloyî (Waliyê Daîdeya Rêcê ye).
Humus: Xelîl Hûriyê (şitilxaneya çandiniyê).
Şam: -Birêz Xalid Qotreş (Taxa Kurdan). -Birêz Elî Beg Bozo (Taxa Kurdan). -Mihemed Îbiş (Taxa Kurdan). -Silêman Qotreş (Taxa Kurdan). – Yûsif Beg Bedir-Xan (Taxa Kurdan). -Xaleb Mûrîkî (Taxa Kurdan- dikana bavê Omer). -Elî Diyarbekirî (Ekrad- Zeynebiyê- dikana yê berber Xelîl). –Nadî Sporê ya Henano (Ekrad- Cisir el-Nihas). – Nadî Selahedîn a Çandî (Ekrad- Cisir El-Nihas). -Liyotnan Bekrî Qotreş (Ekrad- Cisir el-Nihas). –Mir’î Cum’a el-Dêrkî (Ekrad- Cisir el-Nihas). –Cemîl Mêqerî (Mizgefta Seîd Paşa ji bo Samî Ala Reşî). –Bedî’ Dêrikî (Mizgefta Seîd Paşa ji bo Samî Ala Reşî). – Ehmed Axa Îsa Milî (Mizgefta Yûnis Axa). -Mihemed Nasir Zilfo (Cisir el-Nihas). Mîrza Cefer El-Hesenî (Rêveberê Mala şûnwar-şaredarî). –Harûn Beg Batûq (Rêvebirê Dibistana El-Reşîd – Qeymeriyê). -Nûnerê Komarê. – Cîgirê Komarê- Biyanî. – Mahmûd El-kurdî (Taxa El-Werd – Bazara Sarûce). –Enstîtuya Fransî (Qesr El-Ezim-Bizûriyê). -Kerîmat Mistefa Beg El-Qebanî (ber bi parlamentoyê ve). – Dibistana Bilind a erebî (Avahiya El-Layîk). –Xalib Beg Mîrzo (Pira El-Abyad-Nûrî Paşa). -Mihemed Diyarbekirî (Dîwana Şêwirmendê Zanînê). –Birêz Fayiz Kumneqiş (Bazara El-Hal –Birêz Hesen Şewam). -Miqdad Beg Cemîl Paşa (Pira El-Ebyad-Bustan El-Rayis) – Rojnameya El-Exbar (şaredarî). -Elaidîn (Kolana Bexdadê) -Birêz Ebdulqadir Ezîz (Ekrad – Pira El-Nihas). Mahmûd Receb Zilfo (Ekrad- Pira el-Nihas). – Buroya Nûçeyên Şer a Dewletên Yekbûyî.
Qetena: – Liyotnan Ebdilkadir Baravî.
Dûma: -Dr.Mihemed Xidir Beg.
Quneytira: Dr.Muhyedîn Beg Mîrzo
Der’a: Memdûh Selîm Beg (Rêvebirê Dibistana El-Îkmaliye). – Eyûb Şêxanî (cihê wî Kerk e).
Beyrût: – Mr. Mîsyona Laxelles Spears. – Hacî Nûr El-kurdî (Sûka El-Hol – Isûr). -Institut Hrancais Daet-rchiolagir. Beyrût-Liban.
Terablus el Şam – Libnan: – Le Reverend Pere Bois – Mission Dominicaine.
Mekke – Hicaz: – Mihemed Tahir El-kurdî (Zanîna Giştî).
Qahîre – Misir:– Mihemed Elî Ewnî Beg (werger li Dîwana Melik – Saray Abdîn). – Dr. Xalid Beg Bedir-Xan Paşa (Seyide Zeyneb). -Ebdullah Omer (endamê şanda îraqî – Koleja Şerî’etê). Ji aliyê Şêx Omer Wecdî – Riwaq El-Ekrad – El-Ezher).
Iskenderiyê- Misir: – Sedîq Şêx Mihemed Tahir (Zanîngeha Farûq I – Şaxa xaknîgariyê).
Qudis – Filistîn: – The gewish National and University Library gerusalen. – Yûsif Estfat (Taxa El-Nimr – El-Bataa El-Tehtanî).
Yafa – Filistîn: – Ebdullah Suleyman Beg. Jimara postê 636 e.
New York – Amerîka:-Crace Robinson Jranian Jnstitute 724 Filth avemue New-york. U.S.R
Bexda – Iraq: -Tewfîq Wehbî Beg – Elî Hemdî Bîdohî (karmendê Midûriyeta Giştî ya Taboyê ye) -Seîd Beg Qezaz (Alîkarê Midûrê Giştî yê Navxweyî) -Elî Yasîn (cihê wî El-Tuweys, jimar: 28/49) -Cefer Mihemed Silîfanî (Rêveberiya Rêhesin) -Yaneyî Serkewtin (Yaneyî Serhildana Kurdî). -Marûf Ciyawûk Beg (Wezareta Dadê) -Beşîr Muşîr Beg (Yaneyî Serhildana Kurdî). -Rêveberê kovara kurdî Gelawêj (Xan Ester Abadî Hejmar 14). –Hecî Elî Heyder (Resîf El-gumrik). -Eqîd Izet Tewfîq Beg (Fermandarê Topxaneyên Lîwaya Yekem). -Serok Fûad Arif Beg (Fermandarê siriyeta Indîbat a paytext e). -Serfermandarê yekem, Serfermandar Adil Ehmed Raxib Beg (Mûqedem Lîwaya Yekem, El-Musîb). –Dr. Fadil Reşîd El-Eqrawî (Nexweşxaneya El-Mecîdiye). -Meta Hanna Cezrawî. -Serokê Yekem Afram Hindo (Dibistana Çekên sivik). -Endezyar Reşîd Arif (Xan Şabendar). -Elî Kemal Beg (Xan Ester Abadî). -Macid Beg Mistefa -El-Selîx. –Sim’an Ferco Cezrawî. -Muslih Bahaa El-Dîn El-Neqşebendî (Fakûlteya Hiqûqê). -Reşîd Bacilanî. -Kaka Heme Seyîd Ehmed Xanqah. -Celîl Hoşiyar. -Mesûd Şêx Behaeddîn Neqşebendî. -Osman Mistefa. -Celal Hemid Beg Caf. -Burhan Hemid Beg Caf. -Mihemed Seîd Îbrahîm Xefaf. -Taha Mihiyeddîn. –Gazî Ezîz Dizeyî. -Ehmed Kerîm Şerîf. -Mukerem Talabanî. -Zeyîd Ehmed Osman. -Nûrî Tewfîq. -Cafer Mihemed Silîvanî. -Huseyn Hecî Hesen (Mala Mamosteyên Bilind). -Cemîl Reşîd El-Amadî. -Sedîq Abdul Rahman El-Etrûşî. -Sadiq Behaa El-Dîn. -Salih Abdullah El-Yûsif (Kolêja Dar El-Ulum). -Salih Reşîd. -Hidayetullah El-Huseynî (Fakûlteya Endezya-riyê). -Mistefa Mihemed Elî. -Mihemed Reûf Şalî (Xan Cafer). -Derwêş Abdullah El-Cebbarî (ji aliyê Lazim Attar Bustan Erdrumlî, Kerx). Cîgir Siddîq Seyid Taha (Meclisa Nûneran). -Wezîrê Karê Hundir ê Edmonds.
Kerkûk – Iraq: -Celal Qeftan (dermanfiroş li Nexweşxaneya Qiraliyetê). -Şêx Ebdulkerîm Berzencî (Qadir Kerem). –Sim’an Latî Cezrawî. -Serok Abdullah Se’îd Beg (Fermandarê Batarya Sehra, Alaya 3). -Serok Şêx Evdilqadir Mihemed Beg (Foca 1, Alaya 4). -Serok Ehmed Kemal Beg (Alaya 4). -Serok Mihemed Elî Beg (Alaya Pêncemîn). -Serok Hac Ehmed Beg El-Eqrawî (9emîn Alaya Sahra). -Mûqedem Emîn Beg Rewandizî (Fermandarê Foca2 -Lîwaya5). -Mûqedem Şewket Osman Beg (Alaya5). -Mulazimê Yekem Ezîz Ebdullah (li gel Fermandar, Firqeya 2). -Mulazimê Yekem Reûf Ehmed (Foca2, Lîwaya5). -Mulazimê Yekem Xeyrî Salih (baregehê Lîwaya Çaremîn). -Mulazimê Yekem Elî Ebdulezîz (Fermandarê Firqeya Pêncemîn). -Mulazim Seyîd Ezîz Arif (Foca Perwerdehiyê, Alaya 5). -Serbaz Celal Mihemed Baltî (Firqeya 2). -Mulazim Cemîl Mihemed Baltî (Firqeya 2yemîn). -Mulazim Fetah Şalî (firqeya 2yemîn). Mulazim Ezzet Mecîd (Alaya 4). -Mulazim Hemîd Tahir (Alaya 4). Mulazim Celal Qadir (Alaya 5). -Serbaz Rustem Afrasiyab (Alaya 5.). -Serbaz Yûsif Mihemed Elî (Alaya Pêncemîn). -Serbaz Ebdulkerîm Qasim (Alaya Pêncemîn). -Dikandar Mistefa Feqe Mihemed (Tewûx, Qadir Kerem). -L.Colonel Lyon Political Officer Kirkuk.- Wing Commander Jonson .R.A.F. c/o H.Q-R.A.F. -Wing Commander Donewel R.A.F. C/o H.Q- R.A.F..
Zaxo – Iraq: -Mihemed Ebdil Qadir. -Husnî Reşîd. -Birêz Xelîl Reşîd.- Walî Yûsif Ewnî Beg. -Birêz Haşim Nicim. -Hişyar Hazim Beg.- Îbrahîm Reme-zan. –Se’îd Hacî Yûnis. -Xelîl Hedaya. -Mihemed Se’îd. -Abdullah Resûlî. -Samî Mihemed Hences. -Birêz Xalid Hesen (mamostayê Dibistana Batufe). -Şakir Se’edî. –Nicim Hecî Ebdulqadir. -Xelîl Hişyar. -Birêz Şefîq Yehya. -Ebdî Axa Cemîl Axa (Serokê Eşîra Sindî). -Ebdullah Ehmed El-Bazirgan. – Dr.Wedî’ Cezrawî – Hecî Axa Şemdînan.
Hewlêr – Iraq: -Serok Fetah Reşîd Beg (Alaya 4). -Serok Sebrî Reşîd Beg (Alaya 4). -Mulazim Osman Ehmed Beg (Alaya 4). -Serbaz Xosrow Hacî Axa (Alaya 4). -Salih Beg, Mîran Reşîd Beg. -Parêzer Mihemed Tahir El-Şêx Ebdulrehman El-Etrûşî. –Parêzer Mustefa Mihemed El-Ezîzî.- Wênekêş Ebdulrehman El Mukriyanî. -Îsmaîl Hesen Şa’ban (Desteya Daristanê). -Mîran Osman Beg Qadir Beg. -Hecî Axa Çeqel Axa Dizeyî. -Xorşîd Nûredîn Reşîd Axa. -Kemal Osman Axa. -Qirnî Naf’ Reşîd Axa -Reşîd Ebdulqadir. -Tahir Reşîd Axa Dizeyî. -Cewher Husên Mela Axa Dizeyî.-Reqîb Husên Mela Axa Dizeyî. -Enwer Husên Mela Axa Dizeyî.- Mecîd Cokul Axa Dizeyî. – Nasih Reşîd. -Se’ed El-Dîn Şerîf. -Ezîz Xorşîd Axa Xoşnaw. -Enwer Mihemed Emîn Axa Dizeyî. -Yihya Muslim El Hidaya. -Mehmûd Mihemed Axa. -Tahir Silêman Çelebî. -Ezîz Fetah. –Naf’i Yûnis. -Xidir Hesen. –Rife’t Îsmaîl. -Cemal Cemîl el Muders. -Omer Elî Axa Dizeyî. -Birêz Hiznî El-Mukriyanî (Di riya wênekêş EbdulRehman El-Mukreyanî).
Amadiyê – Iraq: -Salih Abdul Ezîz Axa. -Ehmed Hecî Ebdulletîf. Birêz Tahir Rişdî. -Yûnis Emîn. -Hesen Mistefa. –Ese’ed Ehmed (karmendê dadgehê). -Mihemed Reşîd Hesen. -Ehmed Hecî Şe’ban. -Şe’ban Xalid Emîn. -Birêz Ebdulrehman Hesen. -Se’îd Tahir Axa. -Hesen Xelîl. -Seyid Reşîd. -Se’îd Emîn Hecî Ebdullah. –Nu’man Emîn. -Mihemed Hecî Şe’ban Axa. -Birêz Cemîl Beha El-Dîn. -Birêz Adil Hurmiz. -Ehmed Beg Hecî Reşîd Beg (serokê eşîra Barwarî Bala). –Se’îd Şêx Beha El-Dîn El-Neqşebendî (Bamernî). -Şêx Xiyas eldîn El-Neqşebendî (Bamernî). -Birêz Taha Şêx Mezher. -Abdullah Xalid. -Şêx Beşîr Şêx Tahir. –Se’dullah Siddîq Axa (Nîrwe Rêîkan). -Taha Mihemed (nivîskar li navçeya Bîbo-Nîrwe Rêkan). -Şêx Beşîr Şêx Ebdulrehman (Avê derdixe). -Mela Enwer Şêx Tahir Elmayî (Berwarî Bala). -Taha Şêx Mezher Neqşebendî (Kanî Masî-Berwarî Bala). -Metran Hanna (Eradin). -Birêz Şem’ûn (Mamosteyê Dibistana Kanî Massî). -Birêz Ehmed Hecî (Mamosteyê Dibistana Kanî Masî). Serok Mecîd Elî Beg (efserê pêwendiyan).
Silêmanî-Iraq:-Hecî Tewfîq Beg Pîremêrd (xwediyê rojnama kurdî Jîn). -Hamid Ferec Beg (Alîkarê Mudîrê Polîsan). -Elî Cemîl Saib. -Mihemed Ebdulqadir Xefaf. -Samî Mihemed Emîn (nivîskar di daîreya Zanist de). -Birêz Îslam Mihemed Nasir (Mamoste li Dibistana Helebçe). Cîgirê serbaz Şukrî Mihemed Elî (Desteya serbaz girtinê).- Parêzer Abdulqadir Axa Hec Mele Muhiyedîn. –Ze’îm Şêx Mehmûd (Dare Kelê). -Pirtûkxaneya Zanînê (xwediyê wê Nûrî). -Pirtûkxaneya Azadî (Xwediyê wê Ebdulrehman Xidir). -Mihemed Kerîm Axa. -Mihemed Ferec Şalî. -Cemal Îbrahîm Axa. -Mihemed Nûrî ‘Ellaf (Helepçe). -Selîm Beg Emîn Baban (di riya Mîrza Rustem).-Refîq Hilmî Beg (Mufetişê Me’arif).
Raniye-Silêmanî-Iraq:-Fewzî Reşîd Namiq (xwen-dekarê dibistana Raniye). -Îsmaîl Serheng (xwendekarê Dibistana Raniye). -Kemal Reûf Beg Baban (xwen-dekarê Dibistana Raniya).
Mûsil-Iraq: Public Relation Section British Konsulat. -Major Mac Nearnie Assistant Political Officer. -Elaa El-Dîn Seîd (Dibistana Amadekar a Navendî). -Îsmaîl Se’îd Axa Doskî (Dibistana Amadekar a Neteweyî). – Serbazê Yekem Taha Mistefa (Kampa El-Xezlanî). -Serbazê Yekem Ebdulrehman Teyib El-Muftî (Kampa El-Xezlanî). -Ehmed Mistefa (Karmendê Daîreya Dadgehê) – Mihemed Şahîn Mîrza (bi riya Mela Xelîl Tutuncî – Baza-ra El-Mîdan). -Remezan Muhsin (dibistana amadehî). -Mamoste Mihemed Ebdulqadir Ermexanî (dibistana amadehî). -Huseyin Taha El-Ketanî (çavdêrê daristanê). -Mamoste Mela Ehmed El-Goyî (li ber Mizgefta Mehalla El-Mekawî). -Parêzer Ebdulmecîd Reşîd Beg. -Parêzer Şahîn Mîrza El-Sûfî -Mela Es’ed (ji aliyê birêz Ermexanî (Dibistana Navîn). – Mela Sibxetullah.
Duhok-Iraq: -Mihemed Salih Cebraîl. -Birêz Sibxetullah Muftî. -Îsmaîl Seîd Axa Germadî. -Nûr Mihemed El-Şêx Ubeyd El-Birîfkanî. –Zeyn el-Abidîn şêx Nûr El-Dîn El-Birifkanî. -Şêx Memdûh El Şêx Nûr El-Dîn El-Birîfkanî. -Seîd Axa Dîwalî (Serokê Eşîra Doskî). -Birêz Ehmed Hecî (Mamosteyê Dibistana Birîfkan). -Birêz Mela Xelîl (gundê Koremark). –Birêz Xûrî Yûsif. -Birêz Mela Ebdul Hadî (li ber Mizgefta Hecî Mistefa). -Birêz Ebdulmecîd El-KimeKî (ji Feqe Şukrî El-Tehafî). -Birêz Îsmaîl A’yan (Mamosteyê Dibistana Duhokê). Elî Husên Kawa (xwediyê Kazîno Rohilat). -Mihemed Salih Husên (ji Feqe Şukrî-Girmade). –N’imet Ehmed Sultana (ji Feqe Şukrî). -Yûsif Mîrxan. -Ebdullah Nebî. -Mihemed Omer.
Şingal-Iraq: -Serok Dr.Cefer Mihemed Kerîm Beg.
Besra-Iraq: -Mihemed Axa Zade Tutuncî Ehmed El-kurdî (Navçeya El-Zubêr). -Ehmed Mihemed Axa Payeşaz (Kolana Ebû El-Eswed, jimar: 38/9).
Kuysenceq-Iraq: -Hemo Ziyad Hema Axa Xefûrî. -Ebdulrehman Hecî Ese’d. –Ebdul-hemîd Hecî Tewfîq. -Kake Hecî Mehmûd. -El-Bazargan AbdulRah-man. -Birêz Sabir Hecî Îbrahîm.
Rewanduz-Iraq: – Rêzdar Şêx Ubeydullah Zeyno. -Serok Me’rûf Beg Şêx Xerîb. -Pirtûkxaneya Serkewtin (Nûvekirin). Rêzdar Metran Mar Yûsif (Metranê Şemdînan).
Akra-Iraq: -Birêz Mistefa Bîdawî (mamosta li Dibistana Zengene). -Mela Se’îd El-Qadî. -AbdulRehman Alî El Ermexanî. -Birêz Samî Sebrî (mamostayê Dibistana ‘Eqra).
Celula-Iraq: -Serbaz Nacî Hesen El-Amadî (Alaya Sehrayê ya 1-Kampa Celula).
Dîwaniye-Iraq: -Eqîd Nûrî Mihemed Beg Baban (Fermandarê Lîwaya 15). -Serbaz Zahid Mihemed Salih (Semawa, El-Hamiye).
Xaneqîn-Iraq: -Ebdulezîz Fewzî Nûr Mihemed.
Hebaniye-Iraq: -Macor Ziya (Fermandarê Hêza El-Lîfî). -Melik Yaqo Melik Îsmaîl. -Serbaz Casim Beg.
Zîbar-Iraq: -Serokê yekem, Pillar Izzat Beg Ebdil Ezîz (Billa). -Serok Mistefa Xoşnaw Beg (Billa). -Mihemed Salih Şe’ban (Billa). -Mela Mistefa Barzanî (Barzan). -Şêx Ehmed Barzanî (Barzan). Şewket Nu’man (karmendê Tecnîdê), (Billa).
Tehran- Îran: – Zanîngeh, Reşîd Yasimî, Zanîngeha Tehranê. – Kolana Şehreza Koje Enwar, Hejmar (39), Serdar Reşîd. – Kolana Nasir Xosrow, Mehman Xanê Farisî, Sultan Elî Xan, Erdelan por. – Serceşame, Kolana Nizamieh, Kojee Ahinjiyan, ji aliyê Îsmaîl Xan Necefî, Ihsan Nûrî Paşa.
Kermaşan – Îran: – Rêveberiya Silêman Xan Behramî. – Dr. Ebdilkerîm Se’îdî.- Kolana Seba bi riya Silêman Xadim digihêje Îbrahîm Nadirî. – Koçberên Derayê bi riya Silêman Xan Behramî digihêje Riza Mu’temedî.
Hemedan – Îran: – Ofîsa tawanan ya Hemedan Kak Mehmûd Kirmanc. -Nivîsgeha tawanên Hemedan Kak Tewfîq Emîniyan. – Mala Şerî’etê ya Kak Mehmûd Soltaniyan. – Sarî Hisên Xanî Kak Seîd Ezîzî. – Dezgeha Perwerdeya Kak Abîdî. – Rêveberiya Şaredariya Kak Haşim Ce’ferzade. – Ofîsa Kak Xefûr Yûsif. – Kolana Abbas Abad, Xosrow Arakî, Kiqbaşî.
Senendec – Îran: – Ofîsa Şehabedîn Mihî. – Şêx Mihemed Mehd Ayetullah Merdoxî.- Mala tamîrê ya Teqûl Xulam Elî Eyûb. – Dezgeha Xezîneya Salih Aqlîdî. – Rêveberiya Xewaryar Mihemed Sehîhî. – Rêveberiya Xewaryar Izzat Allah Şûcaa Ardelan. -Îmam Cum’a. – Muctehedî, karmendê fermî. – Lîwa Mamoste Nasir Azad Por. – Dezgeha Darae Sedîq Mudîr.- Dozgeriya Seyîd Mecîd Behmenî.
Seqez – Îran: – Rêveberiya Îbrahîm Mednijad.
Qesr Şêrîn – Îran: Rehman Hatim.
Meha abad-Îran: -Mela Mer’ûf kokeyî
Rewanser-Îran: – Bi riya Adah Bast û telgrafê, dê dewleta Abad rasterast bigihêje Seyid Tahir Mîrzade Haşimî.
Senqer Kilyaê-Îran: – Ebdulselam Mu’temedî (Dezgeha Darayî).
Gîlan Roava-Îran: – Bi riya Ehmed Xan Rizayê bighê destê Yadullah Rizayê Kelher.
[1] Li kovara Hawarê vegere.
[2] Agir û Pirûsk, dîwana 1, Cegerxwîn, ji weşanên Avesta, sal 2014 Stenbol.

Şîrove (0)