Helbest u Vidyo

Çima ez?!

Baran Heso
Gelek caran ji xwe dipirsim çima ez?!
Gelo bedewiya min
bûye belaya serê min
ku ez im,
di çi zemanî de bedewbûn bûye qurbanî…
Tê gotin ku bedewbûn bi çavşînkekê dihate parastin…
Bi taceke zêrîn dihate xelatkirin…
Lê ne min li ser eniya xwe çavşînkek dît,
ne jî ez bi taceke zêrîn hatime xelatkirin!
Hêlîna hêvîyên min, bi xwîna min şuştin…
Di cejn û sersalên min de serê min birrîn!
Meşka dema derewîn bi zirtolên ji çermê min pîne kirin…
Kêlîkên dema erzan mîna mîxan di hestiyên min de kutan…
Kenekî tûj mîna şûr di guhê min de har kirin…
Erê çima ez?!
Azadî kirin niqirîskên girî
û li ser lêvên zarokên me çandin…
Wekhevî li meyxana  li ser sîngên tazî nîgar kirin û pê re em xistin lîstoka mirinê…
Ruyekî ku ji me şerm bike me ne dît!
Çavekî ku me bibîne û li ser me bigirî me ne dît!
Dilekî ku bi me bişewite û me himêz bike me ne dît!
Destekî ku keziyên me ji nav devê birrekê derxîne me ne dît!
Bi çavên vekirî û lêvên lerizî em bi axeke sar hatin nixumandin!
Sed tif rûyê bazirganên bedenan şil ne kir!
Melûlbûna çavên zarokên me pêxemberên olan ji xew ranekir!
Hawara dayikan mûyek ji porê wan ne hejand,
erê ne hejand!
Pîvanên teresiyê derbas kirine…
De bi xwîna pakrewanan em doza xwe bernadin
Hêsirê dayikên me jî ne erzan in!
Em doza xwe bernadin,
hêsirên dayikên me jî ne erzan in…
24.06.2026

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Ramana destan

Ezîz Xemcivîn Dema destên min di xatirxwestina destên te de diramin, ji pîvana jana azeriyê dilzar dibin! Gulşeng bi serê lêvan jî…

Frazelociya Kurdî (zanista hevoka Kurdî)

Dr.Phl.Ebdilmecît Şêxo Wêjeya Kurdî jî mînanî pir wêjeyên cîhanî bi hemû cureyên xwe dewlemend e,helbest,çîrokên gelêrî,çîrokên wêjeyî,şano,pend û şîret û di van…