Helbest u pexşan

Civîna herdu dila

Lazgin Dêrûnî

Nevbera min û te jîn e
Mehdera me her evîn e
Herdû dil va lev civîne
Hêlîna eşqê danîne

Çav bilez eşqê dixwînin
Nameyê wan rasteqîn in
Hest ji dil re zû dişînin
Me ji ber wan çare nîn e

Sorgulê û şox û şengê
Wek şimamê rengerengê
Ew şeraba dev û sîngê
Mey helez û hingivîn e

Awirên çavê xumarî
Bisk û porê reş û tarî
Lêv û ew dêmên hinarî
Dil li ser te har û dîn e

Zû were ma tu li kû yî?
Bo çi ez hiştim û çûyî?
Ey Xuda baxtê me tu yî
Hêviya me bi cih bîne

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…