welateme

Êzidî;
Kurdên herî kevnar in.. Ta roja îro bi ziman, Irf û adetên xwe kurdewariyeke
herî resen dimeşînin. Nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ye. Di
baweriya min de ta ku ola wan a Êzîdiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe.
Parastina vê olê, parastina kurdewariya resene..
Kurdên Êzidî di
dewleta Sûriyê (Rojavayî Kurdistanê) de li du…

Xizan Şîlan

di konçalên mêjiyê
min de
bi hezaran
bersiva pirsên nependî
diçeliqin
aqil û wijdan
li nav nakokiya
hestên tevlihev
radiperin

li biharên kesk berfa kul û kederan li ser şadiyên mindibarinçûkên şevederdi dewsa min de îlahiya miriyandilorîninrojdi dîmenên çavsoran dereştarî dibinşevli nav mija xewên sergêjdibiriqinezşervanê westiyayî yê çaxa xwe meli pola jiyanê mamosteyê felsefeya xwe mehêviyên pûçli morîstanan bi xwedî dikimji xeyalên tevizî…

Mehfûzê mele silêman


Rûreşê xelk bê çar kirin
Dilşad û aram jar kirin
Rûmet û bext jî tar kirin
Azad û jîn pir sar kirin

———–Desthilatan xwe har kirin
Ar li her derê ra kirin
Noker û hov şiyar kirin
Zindî hemî mirar kirin———–Newêrekan hawar kirin
Dizekan xwe diyar kirin
Wênekan xwe bi par kirin
Xelk bê nan û bê…

Konê Reş

Ew
neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê
çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr
Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana
xwe, tevî zarok û neviyê xwe di…

Bavê
Zozanê

Ev hevok sernavê
helbesteke Ferhadê İçmo ye: “Penceşêr me dikuje lê bi me re dimire!” Heyf û
mixabin ku di 08.06.2017 roja pêncşemê, demjimêr dora heşt û pênc xulekên êvarê
helbestvanê me bi vê êşa giran çû ser oxira xwe ku wisa 57 buhar bi zor û heft
kotekan ji me re zer kirin.
Tê bîra min ez beriya 15…



Amer
Çelik

Mîrgeha
Mehmudî-(Eşîra Mehmudiyan)

Wek
me berî niha gotibû ku Kurdên Êzidî di
jiyan û şarstaniyên de, bi hêrz başdar bûbûn. Ewan li ser xaka xwe(Kurdistan)
gelek Mîrgeh damizrandibûn ev Mîrgeh jî(Mîrgeha Mehmudî) yek ji wan mîrgehên
kurdên Êzidiyan bû.
Wek me
di Mîrgeha Heleb û Kilis de gotibû ku
Mîrgeha Heleb û Kilis gihabû çiyayê Mîrgeha Botanê û her weha ji rojhilat û başûr…

Pirtûka Dîlana Kurmancî, yekem
pirtûk e ku behsa mijara Stirana Gelêrî li Rojavayê Kurdistanê dike bi awayekî
zanistî û ekademî, û ronîkirina wê bi venerînê û nîşankirina taybetmendiyê wê.
Ev pirtûk
30 stiranên gelêrî ên taybet bi dçlana Kurmancî li xwe digre, her stiranek û
noteya wê, meqamê wê, şirove û vekolîna wê noteyê pêre hatiye.
Dîlana Kurmancî, li herêma Cizîrê
li…

Konê Reş

Bîst û pencê vê ilûnê
Refranduma serxwebûnê
Erê erê bo hebûnê
Bijî bijî serxwebûnê.

Kurdno! Rabin bilezîninNasnameya xwe bistînin Bi yek dengî bilîlîninBijî bijî serxwebûnê. Bela canên gorbihiştanŞad -aram bin li goristan Navbilind bin li KurdistanBijî bijî serxwebûnê. Şerefxan û Mîr BedirxanNehrî û Pîran û BarzanHer zindî bin li KurdistanBijî bijî serxwebûnê. Hewlêr û Dêrsim û BatmanMehabad, Amûd û BotanEw in…

Laleş Zerdo
Aşekî nayê gerandin
rêsekî nayê hûnandin
kalekî hew tê bezandin
dil bi zorê tê livandin

derdekî bê çare ev derd
hew bi kêrî tiştekî têm
çav û gav çûn rih sipî têm
bê kesû kûs û Evîn têm
bê çira bê Dêm û Rû têm
derdekî bê çare ev derd
va li rastê mame çendek
lib-libî pekyame cengek

Pirtûkek nû ji aliyê helbestvanê navdar û gewre Birahîm Mela Qasim ve
hatiye çapkirin bi navê ciwankariya helbesta kurdî (lêkolîn).di vê pirtûkê de
lêkolînek kûr û berfereh li ser pêlewaz û sazbendkirina helbesta kilasîkî ya kurdî
kiriye û bingihên her pêlewazekê ku ji çend movikan tê avakirin li gel
kîtekirina wê û çend bir tê de hene û li…