Mîrgeh,hoz-eşîrên Kurdên Êzidî


Amer
Çelik

Mîrgeha
Mehmudî-(Eşîra Mehmudiyan)
Wek
me  berî niha gotibû ku Kurdên Êzidî di
jiyan û şarstaniyên de, bi hêrz başdar bûbûn. Ewan li ser xaka xwe(Kurdistan)
gelek Mîrgeh damizrandibûn ev Mîrgeh jî(Mîrgeha Mehmudî) yek ji wan mîrgehên
kurdên Êzidiyan bû.
Wek me
di Mîrgeha Heleb û Kilis  de gotibû ku
Mîrgeha Heleb û Kilis gihabû çiyayê Mîrgeha Botanê û her weha  ji rojhilat û başûr ve xwe gihandibû Êzdiyên
Amedê û li ser çemê Botan ê pal dabû û di riya başûrê Helebê re xwe gihandibû
Wêranşar
ê, Mêrdîn ê, Nusaybîn û Cezîrê. Xwe gihadbû Bigeha Êzidiyan Laliş û bi Mîrgeha Şêxanê ve hatibû girêdan.
îra Mehmudî-Mehmudiyan
Weke ku Şerfxan Bedlîsî di Şerfnamê de dibêje; ku Mehmudî û Mîrrekên wan bi olperstiya xwe Êzidî bûn ew jî tevî eşîra Dûmiliyan-Dunbelî  ji Botan koçberî Ezerbêcan bûbûn. Dema Mîrgeha Qere-Qûynkoçî (Qer-Yusiv) Gelha Aşût û Xoşab herdu teslîmî Mîrrekê Mehmudiyan kirbûn. Helbet Muhmudiyan xizmetên hêja ji wan re kirbûn, ev herdu gelih encama wan xizmetan bûn. Di wê demê de Mîrê Mehmudiyan Şêx Mehmud bû.
Evê eşîrê xwe gihandibû Mîrên Sefewiyan û her weha di dema Osmaniyan de nîşanê mezin ji osmaniyan girtibûn.
Piştî Mirine  Mîr Şêx Mehmud  kurê wî Husên Beg mîrîtiya eşîr û Mîrgeha Mehmudî di cihê bavê xwe de kirbû, eşîr Dûnbeliyan (Mam-Reşan) peyman li dijî Sefwiyan (Şah Tahmesab)bi Mîr Husên re girêdabû.
Piştî Mir Husên, li gorî Şerfnamê gelek mîrek hatin ser fermandariya Mîrgeha Mehmudî û Bedilîsî dibêji e  ku tev
li ser ola Êzidiyatiyê bûn. Hesen beg bin Ewed Beg bin Mîr Hamid mîrê yekem bû ku ola xwe terk dabû û ola Islamî perstibû. Helbet sedemê terkdane ola xwe dayî hebûn û ew jî berjewndiyên Mîrîtiyê bûn. Bedilîsî dibêje; ku Mîr Hesen Islamekî çalek bû ewî rojî û nimêj dikir xwendine Qûranê li ser mendalan bi darê zorê dabû qebûl kirin. Gelek mizgeft û dibîstanên Islamî avakirbûn . Êzidiyên eşîra Mehmudî yên ku Musilmanî li ser xwe qebûl nekirbûn tevî eşîra Dûnbeliyan koçî baskê Şêxan bûbûn û du gund li wir avakiribûn, heya niha jî, ji van herdu  gundan  re dibêjin gundê Mehmudan û yê din jêra dibêjin; Mam-Reşan.
Piştî muslmaniye Hesen beg, gelek mîrek hatin ser fermandariye Mîrgeha Mehmudî wekî  Ewad Beg bin Hesen Beg, Mustefa beg bin Ewad Beg, Elî beg bin Ewad Beg, Şêr Beg bin Hesen Beg Bedilîsê dibêje ku ew Şêr Beg mîrekê dawî bû ye ji eşîra Mehmudiyan.
Her weha  mîrekên eşîra Dûnbelîyan eşîrek mezin bû û  
roleke mezin di damezirandine Mîrgehan de lîstibûn, ew bi xwe jî Êzidîbun û heta niha bi piranî li baskê Şêxan têne dîtin,
Mîr Îsa beg ku vegeriyabû ser ola xwe (Êzidiyatî) , Li ser zimanê Bedl1isî ku Îsa beg tevî hezar malbatî ji eşîrê  û eşîrên Êzidiyên herêma  Xoyî û Sekman Abad (Kurdistan- Îran) koçî Ezerbêcan ê bune. Tê gotin ku Mîr Îsa ji wir çûye Herîrê û Herîrê hatiye Baskê Şêxanê û bi teybatî li gundê Mehetê ku jêra dibêjin; Meheta-Îso û bi kurtî Mehîso. ya herî ji bo min balkêş ku berêz Dr.  Ednan Ferhan di gotareke xwe de dibêje ku Mîr Cehfer bin Mîr Hesen Dasinî ji wê eşîrê ya.
…………………….
 
Li benda me bin xeleka tê Mîrgeha Dasin.
Amer Celik  06/2017    amercelik@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…