Helbest u pexşan Welatparêzî Nivîskar: nivîskar 2026-09-11 Parve bike Dildar Aştî Te rojekê Kevirekî kelemî ji rêçekê hilnekir Te rojekê Şûşeyekî şikestî Ji ber lingên mendalekî ranekir Te gulek tî Di bexçeyê evînê de av neda Te goleke meyayî Li ramanê tev neda!.. Te berxeke windayî Negihandiye nav kerî Te pîreke rêwindayî Negihandiye ber derî Di şeveke bi tirs de Çi nameya evînê te neguhest Mafê peyveke tenê Di civata padîşah de te nexwest Te rojekê Simbilekî ziviyê Ji şewatê neparast Ne li keviya rêyekê Ne li daristanekê Te şitlek dara çimandî nepesart… Êdî çawa Tu dê bibî welatparêz Vebin bo te çeng û himbêz!.. 11/8/2026. ************ Ev gotar bikêr bû? Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e Bikêr Ne bikêr 0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin(0 nirxandin) Şîrove (0) Şîroveya xwe binivîse Cancel replyNav E-mail Save my name, email, and website in this browser for the next time I comment. Şîroveya te
Nûçe Vexwendina Mihrecana Helbesta Kurdî Komîta Mihrecana Helbesta Kurdî û Komeleya Wolfsburg ya Çandeya Kurdî Heweyên hêja vedixwînin ji bo Mehrrecana helbesta Kurdî. Li hola komeleya Wolfsburgê… 2026-10-08
Lêkolîn Lêkolîna Dîrokî: Gelê Kurd – Yek ji Kevintirîn Gelên Cîhanê ye û Kurdistan Welatê me yê Taybet û Bedew e Hozan Efrînî Destpêk: Kurdistan - Welatê bi Stratejî û Bedew Gelê Kurd ne gelek nû ye, ew yek ji kevintirîn û herî… 2026-10-07
Nûçe Bîranîna Salê ya Yekem a Helbestvana Kurd Mizgîn Hesko Bavê Zozanê Duh, li Essen ê 04.10.2026 Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê semînerek li ser jiyan û berhemên… 2026-10-07
Helbest u pexşan Lİ BER DELAVÊN XEYALA TE Hozanê Girkundê Dilê min bûye, çemekî, ji girî Bi hêsiran Rûyê dûriya te, dişom! Li ber kendalên, xeyala te Kevala, hezkirina te… 2026-10-04
Helbest u pexşan RÊBERO Ehmed Tahir Rêbero ma çi ji te kême ev qelsbûna te ji bo çiye kurd dibêjin ê xwe bike ga divê cot… 2026-10-04
Helbest u pexşan Kobanî Helbest: Rewan Oso Kobanî, dîtina te tevdana birînan e, Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e… Dema herikîna hêsiran, Xak… 2026-09-20
Şîrove (0)