MAMOSTEYÊ XWE ME

Xizan Şîlan
 
di konçalên mêjiyê
min de
bi hezaran
bersiva pirsên nependî
diçeliqin
aqil û wijdan
li nav nakokiya
hestên tevlihev
radiperin
li biharên kesk
berfa kul û kederan li ser şadiyên min
dibarin
çûkên şeveder
di dewsa min de îlahiya miriyan
dilorînin
roj
di dîmenên çavsoran de
reştarî dibin
şev
li nav mija xewên sergêj
dibiriqin
ez
şervanê westiyayî yê çaxa xwe me
li pola jiyanê
mamosteyê felsefeya xwe me
hêviyên pûç
li morîstanan bi xwedî dikim
ji xeyalên tevizî
difilitim
di riya asê de ber bi rastiya bêdawî ve
dipekim
kenê rindika nazik
li ser xewnên xwe direşînim
ji lêvên yara sipehî
dermanê jana şîrîn vedixwim
ez
ne li havînan germ dibim
ne jî li zivistanan dicemidim
di nalîna têlên tembûra xwe de
dihelim
ez
ne ji xwe dûr dikevim
ne jî nêzikî xwe dibim
di valahiya giyanê fetisî de
çerx dibim
ez
birîna êş û lerza bedena xwe
di tenêtiya şevên nazelîn de
dipêçim
 
 
 Xizan Şîlan
 2012-04-04
 Stockholm   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji bo beşdariya di dehemîn Mehrecana Kuteçîroka Kurdî de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pêşwaziya çîrokên beşdaran dike.

Mercên beşdarbûnê:

1- Divê çîrok bi zimanê kurdî be.

2- Hejmara gotinên çîrokê herî kêm 500 û herî zêde 2000 gotin be.

3- Nabe çîrok li cihekî din hatibe belavkirin, û…

Mislim Şêx Hesen

‏Kurd her sal di 15ê Gulanê de Roja Zimanê Kurdî wekî sembola çand, nasnameya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

‏Her çend zimanê Kurdî ji aliyê rejîmên dagîrker ve rastî gelek astengî û hewldanên pişaftin û înkarkirina wî hatibe, yên ku hewl dane wî ji holê rakin…

Konê Reş

Sebaretî 3emîn Festîvala Cil û Bergên Kurdî ku di rojên 29-30ê Nîsana 2025an de li Zaxo hat lidarxistin û wek vexwendekî têde beşdar bûm, ev e gotina min: Wek ku diyare 3 tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser…

Beşîr Botanî

Min çend şîret ji stiranbêjên nû re hene ji bo serketina wan û serketina stiranên wan jî lê mixabin e ku piraniya wan wesan çewt hizran dikin:

Ez tenê piştbestin li ser xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser bavê xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser birayê xwe dikim.