February 2008

Bêkes Reşîd

Bi rawestina hemû pirsgirêkan
Ji bilî hin kirinên awarte
Û…
Hin têkelên ko wê ji nû biafirin
Yan jî…
Egerin di paş divayekê de li wateyekê paldayî ne
Di arişiyên hin regezan de
Bi narînî ramandineke lezgîn didomîne
Hin gustîlkên nîgaşê li dûmana çixarê dixemilin
Serjmêrek ji tevaviyekê re amade dibe
Hemû qatên veşartinê di nav de
Îstatîstîkek ji qeşmeriyê re dibe
Wilo…

li dijî êrîşkariya artêşa tirk tevlê hemî çalakiyan bibe yên ku ala rengîn lê baweşe!
îro roja xîretê ye û roja mil bi mil pevra meşîna dijî sîtemkarî û dagîrkeriyê ye, roja hevpişkî û yekrêziyê ye!
xuşk û birano,
keç û xortno,
welatparêzno, neteweperwerno,
evîndarê welat û milet, dilşewatên kurdistana şîrîn,
militarist û nîjadperstên tirk…

Bi helkefta derketina raporta sala 2007ê ya li ser azadiya çapemeniyê ya rêxistina Peyamnêrên Bêsînor a naventeweyî bernameya “Dîwana Gel” a Tishk Tv hevpeyvînek bi peyamnêrê Kurdistanê yê Peyamnêrên Bêsînor (RSF) Sîrwan H. Berko re pêk anî. Rewşa azadiya çapemeniyê li Rojhilata Navîn bi giştî û ya li her çar beşên Kurdistanê bi taybetî mijara…

Konê Reş

1
Hawar e!
Tirko doza çi li me dike?!
Her ku em li berxwe didin
Û serê xwe bilind dikin
Tirko hêç dide..
Her ku em cihê xwe xweş dikin
Tirko dicefile..
Her ku em darekê diçînin
Tirko diricife..
Her ku em avaniyekl ava dikin
Tirko dînomîno dibe..
Tirko doza çi li me dike ?!
Haware desthilanîn fereca xêrêye
Em jî, li…

Cankurd

Cara yekê ye, ku teviya tevgera neteweyî ya kurdistanî, li ber çavên cîhanê, yekdest û dar e, li hember tengemejiya Tûraniyên Turk. Eve jî hem yekbûna neteweya Kurd dide diyarkirin û hem jî gavek giring e, ber bi hêzdarkirina biryara kurdî, di qad û tratên nêvneteweyî de. Ji Rojavayê Kurdistanê de, ta bi Rojhilatê…

Azer Osî

wê digot:
ne niha,
lê ji mêj
di guhên min de,
hate xwendin
û di mejiyê min de hate meyandin
ku tê ciwan xweşê jîna min bibe
xwedanê êvar û xewna şevên min bibe
û hevirmêşê hevok saziyên min bibe.
Min jî….hemû demsalên evîna xwe
di kesayetiya te de didît
û ji vir ta bi wir

min evîna xweyî bêhempa û bêpayan
bi bejna te re…

ciwan nebî

di bin navê «barana şevên rijî» de ji çapxaneya el-zeman li sûriyê û bi çapeke bedew dîwana yekem ya helbestvan {hekîm ehmed} bi zimanê kurdî derket,
hînde ew li ser not û şeş rûpelên xwe radihêje bîst û du hebestan… «barana şevên rijî» helbestên wê xwendinin di şevine ku rola tewrî mezin ji…

di şeva 25 ê sibatê de, û berya ko avdara têr cejin li zingilê xwe yê bi deng bixê, koçika Qamişlo ya çandeyî şevek ji bo mafê pîrekê li pêşîya pêşwaziya cejna jina cîhanî li darxist, bi mihvandariya çalakvana mafê pîrekê dr.Mîdya mehmûd di simînarekê de bi amadebûna gurûpeke berçav ji nivîskar û rewşenbîr…

Zubêr Salih hunermendekî hêjaye û bi qedir û qîmete di asmanê stirana kurdî de, wî cihekî bilind girtiya nemaze li ba ciwamerê gelêrî yên ji stranên resenî hezdikin ew stiranên kevnar têr meqam dema merov li wan guhdarî dike can û derûna merov zelal dibe û dil şadibe , bezma van strana ji vîna sofîdara…

Girkê-legê duşem /25/2/2008: di nav baxê bizav û çalakiyên koçka gulana çandî de û di gel amadebûna jimarek ji rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, her wiha rêveberên girûbên çandî nivîskar û helbestvanê kurd ( N.Beyro) gulek ji birayên me yên ermenî re çand di bin navnîşana (rola kurda di kujtarên ermeniyan de ) di vê…