Hovîtiya toraniya û bêdengiya cîhanê

Cankurd

Cara yekê ye, ku teviya tevgera neteweyî ya kurdistanî, li ber çavên cîhanê, yekdest û dar e, li hember tengemejiya Tûraniyên Turk. Eve jî hem yekbûna neteweya Kurd dide diyarkirin û hem jî gavek giring e, ber bi hêzdarkirina biryara kurdî, di qad û tratên nêvneteweyî de. Ji Rojavayê Kurdistanê de, ta bi Rojhilatê wê, ji bakur û başûr ve, dengên Kurdan mîna hev in û bilind in, li hember va hêrişa hovane, ya ku leşkerê turkî di jêriya sînorên xwe yên fermî de dike.
Dibe ku berê qîreqîr û hêlehêla tevgera rizgariya kurdî bi ber guhên cîhanê diket, lê pir kesan ew bi “ceddiyet” nedigirtin, egera wê jî parçebûna tevgera me û dijheviya navxwe bû, lê paş têkçûna rewşê di Iraqê de, ji sala 2005 û vir ve, û paş ku Kurdan li başûrê Kurdistanê gelek gavin baş û serkeftî di warê têkiliyên xwe yên nêvneteweyî de avêtin, êdî li koçkên bilind ên ramiyariya cîhanî jî, dengê Kurdan tê bihîstin, tevî ku hîn jî hinek basikên tevgerê bi rêyek dij bi bercewendiya neteweya Kurd ve diçin.

Tûranî ji aliyekî ve serxwebûna Kosovo pîroz dikin û meleyên camiyên Turkan ji Kosovo re dirazên ‘duayên’ xêrê û serketinê dikin, ewana davên ser parçeyekî Kurdistanê, ku ne di bin destên wan de ye, û meleyên wan jî wan hêrişkerên xwe bi sozên şehadet û behiştiyê dixapînin. Ma qey Xwedê nabîne, evana çi bêdadiyê dikin. Ma gelê Kurd bi çi yekê ji yê Kosovo kêmtir e, û ma Kosovo ji Turkan ve ji Kurdan nêztir û giringtir in? Dibe ku hinek bêjin:”Ev karekî ramiyarî ye, bo çi tu Xwedê dixînî nav mijarê?” De bila em dilên wan kesana niha neşikînin, û pirsa xwe wilo bikin:

“- Gelo, ma çavên cîhanê kûr in? Qey kesek va bêdadiya Turkan nabîne?“

Cîhan ne ya dema Ataturk û Atamurk e, ku her bedkariyek wan ji wan re bimîne û bincil bibe, Erdogan û Gul, ne wekî Ataturk û hevalêd wî ne, hîngê ewana ji Europa û USA re pir giring bûn, da bi wan termê xîlafeta Osmanî ji holê rakin, lê niha dem hatiye guhartin, û van herdu kesên ku niha li Turkiyê deselatdarin ji nav rêzên Islamiyan hatine. Evana ji USA û Europa ta pileyek piçûk pêwîstin, ne bo dmek dirêj. Amerîka xencera ku van li pişta wê daye, di sala 2003 hîn ji bîr nekirine, paş ku lingên Turkiye di nav berfên Kurdistanê biqerisin, wê Amerîka bang li wan bike û bibêje: „Heywax, we çi kir? Me bo negot ku biçin axa başûrê Kurdistanê jî bistînin. Zû vegerin mala xwe, berî em we rezîl û riswa dikin.“ Rojên li pêş me wê vê nêrînê zelaltir bikin.

– Divê Kurdên başûrê Iraqê niha zorê bînin ser du aliyan, û divê ji Turkan bidin diyarkirin, ku ewana bo cengek dirêj dij bi hovîtiya generalên Turkan amade ne.

Divê Kurd bo Amerîka bidin nasîn, ku ewana bo hilweşandina Iraqê amadene, û eger leşkerê turkî ji başûrê Kurdistanê dernekeve, wê Kurd dest ji ber deselatdariya îraqî berdin, ew deselatdarî wê têkbiçe û wê Iraq jî parçe bibe.

– Divê Kurd ji deselatdariya Bexdadê re bidin nasîn, ku Kurd nikanin ji aliyekî ve piştvaniya wê di paqijkirina Mûsil û Kerkûkê de, ji têrorîstan, bikin û di pişta wan de, di Kurdistanê de, Turkiye ji xwe re bêtir zevîn û hêz bi dest xîne, eger ew deselatdarî bi kar û barê xwe ranebe, êdî Kurd ne amade bi Bexdadê re kar bikin, û wê mam Celal, wezîr û nûnerên kurd l igel xwe vegerîne Kurdistanê, wekî dema salên heftê, ku Barzaniyê nemir wezîrên kurd vegerandine, paş ku Seddam Husên sozên xwe bi cîh ne anîn û dest bi bedkariyan li hember gelê Kurd kir.

Lê berî her tiştekî, divê deselatdariya kurdî li Kurdistanê bi histobariya xwe paristinê rabe, eger Turk bibînin ku Kurd nalivin, wê ciyê xwe xweştir bike, da di dema pêş de bazarê di mijarên dî de bike, û wê baweriya gelê Kurd bi deslatdariya xwe jartir û kêmtir bibe. Ji aliyê dî ve, êdî bangewazî bo PKK nema tiştekî tîne, ji ber ku wan ta niha guh nedan kesekî, û wê niha jî li têla xwe ya berê xînin, bi armanca ku Sûriye û Iranê bi ser xwe ve bînin, û ji xwe li ba wan têkçûna deselatdariya kurdî an mayîna wê ne tiştekî mezine, ewana ji berê de wê napejirînin, û ji xwe re wekî astengiyê dibînin. Wê serketinê bikin ya xwe û têkçûnê bikin ya ên dî… Li vir ji nişka ve pendek kurdî hate bîra min [Teyrê wîtwîtanî, te mala xwe xirab kir û ya min jî bi ser de danî]…

Divê rastî her li ber çavên deselatdariya kurdî be, û histobariya roşenbîrê kurd ewe, ku rastiyê bo gel diyar bike…

Ji bo paristina gelê xwe her gavek pêwîst ji rêberiya Selahiddîn tê xwestin, bercewendiya gelê me berî ya Iraq û Amerîka û ên din e.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….