BI BONEYA BÎRANÎNA ŞEHÎD SADIQ ŞEREFKENDÎ

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek Dewlet, loma di heman demên çûyî de: berxwedan, raperîn ne hatine rawestandin, tev ku gelek dewletên serbixwe jî hatine avakirin, û gellek kesayetiyên navdar, û leheng û

.netewperwe pêşkêşiya doza serxwebûn û azadiye eşkerekirine

SADIQ ŞEREFKENDÎ: (1937-1992)

-JIYAN Û XWENDIN

Şerefkendî, yek ji beriztrîn  çalakvan û siyasetmedarên Kurd de, li rojhilata kurdistanê. di roja /21/ 12/ 1937

ê.de. li gundê Erexê yê girêdayî bi navçeya Bokanê ve, li Ezerbaycanê ji dayik bûye.

Lê belê hinek dibêjin ku di sala /1938/11//1/ ê. de ji dayik bûye

.

Şerefkendî di malbateke niştimanperwer de jiyan dibe, loma niştimanî di canê wî de şên dibe, ji bilî ku serdema zaroktiya wî li gel pêşketina karên siyasî, û damezrandina Komara Kurdistanê ya “Mehabad”.”hevkat” bû ye

. lê di dema zaroktiya wî de, destê niviştarê bavê wî ber dilovaniyê ve kişand, loma birayê wî yê mezin Abdirehman nivîskar û helbestvan, yê ku bi navê: Hejar Mûkiryanî tê naskirin, neçarî serperestiya wî dibe.

Şerefkendî, pola yekem û ya duyem ji xwendina xwe, li bajarê Bokanê bi dawî kir. paşre malbata wî, koçî Mehabadê dibin, û li wî bajarî xwendina xwe ya seretay û ya navendî bi dawî dike, û lîseyê li bajarê Tewrêzê (Tebrîz). Werdigri

-di sala /1959/ ê.de. belgeya dîploma bilind di kîmyayê de ji Zankoya Tehranê werdigre, weke yekemîn şagirtê zîrek, di nav asta hevalên xwe deçîh girt bû

-sala /1972/ berê xwe dide Ferensayê, û piştî xwendina çar salan, bawernameya Diktora di kîmyaya Analîz de, ji zankoya Parîsê werdigre, loma

Şerefkendî, bi çar Zimanan, Kurdî,Farisî,Ezerî,, Ferensî diaxivî

HÎNKARÎ Û XEBATA SIYASÎ  

Dema Şerefkendî diploma bilind dixwîne, û ji zankoya Tehranê derçûyî dibe, loma mijûlî hînkariya kîmyayê heta sala /1965/ê li bajarên Urmiyê û Mehabadê li Rojhilata Kurdistanê dibe, lê ji ber ku Şagirtên wî hemû biserdiketin, û digihiştin zanîngehê, lewra ev yek bala “Savaka” Rêjîma şah dikişand, û bi wê sedemê ew ket bin çavdêriya wan, û herweha wî dûrdixistin ji herêma Kurdistanê, û ber bi bajarê EREK ê, û paşre bajarê Kereçê  veguhestin.

 di sala/1970/ê.de dibe weke karmendê asîstanê beşê kîmya yê, lê belê, weke me berê eşkerekir, ku Şerefkendî koçî Ferensayê bû di sala/1972/ê.de,

Êdî derfet çêbû ku di sala /1973/ê.de Dr. Abdirehman Qasimlo li Parîsê bibîne, dema ku ew mamosteyê ziman û kultûra Kurdî li Zanîngeha Sorbon ê bû, xweş nasî di navbera wan de saz bû, û hem bername û rêbaza PDK-Î ê xweş naskir, û bi vî awayî ew bû yek ji endamên herî berz û çalak, di Partî Dîmmokrat Kurdistanî-Îran. de

Şerefkendî gelek kar û xebat ji bo partiya xwe kir, û gelek astengî jî dîtin, ji bo pêkanîna amancên ku Partiyê disipartin wî, loma herdem, jiyana wî jî dibin metirsiyê de bû.

Piştî wergirtina bawernameya Diktora, di sala /1976/ ê.de Şerefkendî vegeriya Tehranê, û weke mamoste li zankoya Tehran ê cîhê xwe girt, lê ji aliyê siyasî ve, ew  weke nûnerê Dr. Qasimlo û berpirsê Partiyê PDKÎ, li seranserî xak welatê xwe bû,

 lê piştî têkçûna rêjîma şahitiyê, û serkeftina şoreşa  hemû gelên Îranê dijî rêjîma Şahitiyê. Şerefkendî, beşdarî raperîna tevgera gellê kurd bû, ya ku dibe amanc ji aliyê rêjîma Xumeynî.

Di Sala /1980/ê.de.Dr. Şerefkendî  weke Endamê Deftera siyasî, ya PDK-Î hat hilbijartin. û wisa, heta sala /1986/ê berdewam kir, û paşê weke Cîgirê Sekreterê Partî Dîmokratî Kurdistaî, Dr. Ebdirehman Qasimlo hat hilbijartin

Di sala /1989/ ê.de dema şehîdbûna Dr.Qasimlo, şerefkendî, hat hilbijartin bidengekî giştî ji aliyê hevalên wî ve , weke Sekreterê gihiştî yê PDK-îî

CENGA RÊJÎMA ÎRANÎ ÎSLAMÎ DIJÎ KURD Û KURDISTAN

Dema şoreşa Îranê biserket, hêviyên mezin li cem tevahiya gelên Îranê çê bûn bo mafê mirovatî, û dîmuqratiyê, lê mixabin derfeta serkeftinê li ber Îslamiyan, birêberiya Ayetullah Xumeynî firehtir bû

Ji aliyê gelê Kurd ve jî, derfetek dîrokî çê bû, loma Dr. Qasimlo bi şêweyekî aştiyane dikoşiya, bo mafê milletê Kurd bidestxîne, lê dîsa mixabin rêjîma îslamî ya olperest, vê dozê, ne yasa dibîne, bi sedema ku îslam olek mafê hemû gelan diparêze, bi vî awayî Kurd neçarî serhildanê bo mafên xwe yên rewa pêk bînin, lê vê carê Xumeynî fitwa kuştina  Kurdan rewa kir, û ferman dijî wan ragihand û hem cenga “MÛQEDS”  di bin sîya: alcîhad ê dijî Gawiran ragihand

Êdî Kurdistan bi firokeyan û Tang û Topan bombe baran kir

 paşre rêjîma Îslamî Qasimlo bo gotûbêjan û doza Kurdî çareser bikin, lê ew pîlanek mezin bû,loma bidestên Savakên Îranê di /13/7/1989/ê. li Viyêna yê paytexta Nêmsayê şehîd çû  

Bi vî awayî  Dr Şerefkendî weke sekreterê PDK-ÎÎ

hat hilbijartin

Lê hezar carî mixabin, destê sîxurên rêjîma Îranê ya olperest, di /17/9/ 1992/. Şerefkendî û sê Hevalên wî: Fetah Ebdûlî, Hemayon Erdelan, û Nûrî Dehkerî, hatin kuştin, dema ku li kafîtêrya ya Mîkosê ya Yonanî li bajarê Berlîn ê rûniştî bûn, çimkî weke şandeke Kurdên Rojhilatî Kurdistanê çûbûn Berlînê, bo beşdariya Kongirê Sosyalîst ya  Navdewletî bo dengê gellê Kurd bighînin dewletên Cîhanê.

Termê şehîdan: Şerefkendî û Hevalên wî ber bi Ferensayê ve hatin veguhestin û li Goristana Gewreyan li Parîsê hatin bin Axkirin, ji bilî termê Nûrî Dehkerî yê ku bi nijadê xwe Farisî bû

Şerefkendî sê Zarok û kenzekî pir mezin û buha ji niştimaniyê û Xebat û Serbilidayê weke toreyeke mezin li pey xwe hiştin

Jêder û çavkanî

-Malpera Bernamegeh, Kurdî

Jiyana Dr.Mihemed Sadiq Şerefkendî: 24/9/2021

-wîkîpdiya,Mihemed Sadiq Şerefkendî siyasetmedarê Kurd

-ويكيبيديا، التمرد الكوردي في ايران /٢٨/٨/١٩٧٩/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…

Hozanê Girkundê

Bajarekî wêran darbesta evîneke
Westiyayî
Li ser piyê xwe hildigire
Bi dilekî şikestî
Xulmaş dibe!
Jiyan digrî
Êşê bi rondiken zemînê dişo
Perperîk
Şevnema li ser pelên
Sibehan dinosînin!
Zarokên pêxwas bi morîkan
Dilîzin sarbûna axê
Maçî dikin û qevdên hermelê
Bi dîwarê xewnên xwe
Dadilqînin!
Her tişt li derdora xuristê
Tê….guhertin
Babelîsk li beyaren payîzê
Keserên salan kom dikin!
Darên pîr toza
Demsalan ji ser xwe diweşînin
Rengê rokê bê…