Helbest u pexşan

DAREBESTA EVÎNÊ

Hozanê Girkundê

Bajarekî wêran darbesta evîneke
Westiyayî
Li ser piyê xwe hildigire
Bi dilekî şikestî
Xulmaş dibe!
Jiyan digrî
Êşê bi rondiken zemînê dişo
Perperîk
Şevnema li ser pelên
Sibehan dinosînin!
Zarokên pêxwas bi morîkan
Dilîzin sarbûna axê
Maçî dikin û qevdên hermelê
Bi dîwarê xewnên xwe
Dadilqînin!
Her tişt li derdora xuristê
Tê….guhertin
Babelîsk li beyaren payîzê
Keserên salan kom dikin!
Darên pîr toza
Demsalan ji ser xwe diweşînin
Rengê rokê bê reng dibe
Roj dibe şev û şev dibe roj
Hêvî xayiz dibin
Destarê temen kêlîyên bê çêj digere!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Vexwendina Mihrecana Helbesta Kurdî

Komîta Mihrecana Helbesta Kurdî û Komeleya Wolfsburg ya Çandeya Kurdî Heweyên hêja vedixwînin ji bo Mehrrecana helbesta Kurdî. Li hola komeleya Wolfsburgê…