Evîna te pîroze

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te  bûme helbestvan
Bi hest û vîn û  raman
Kevoka  ber  dilê  min
Karxezala    kurdistan
Tu   pîrozî   tu    cejnî
Bi   te  şahî  dibin can
Hemî   cejnên buharê
Bi  te  dibin   gulistan
Vîna min  û  te cejne
Avdar  dibakê   nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê  sema  û   dîlan
Digel  Reqsa  botanî
Bi  şêxanî  bablekan   
Bihna    gula   difûrê 
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me d,jenê
Dibê  buhar  û zozan
Xunava   ser  kulîlka
Tu qet nayî pesindan
Evîna  me   bû  dîrok
Wek Zîn û Memê alan
Lê  vîna  me  hêztire
Bi hest û vîn û raman
Pêlê   awaz   û   vîne 
Geşdibin hest û giyan
Tîrên  te  ez  levdidin 
Di dil de dibê seyran
Em di xwena vê jînê
Diçin  çiya  û  zozan
Di    dîroka    cîhanê 
Evîna  me   tê  nîşan
Çi   evînek   bi  coşe
Tête  der  ji  êş û jan  
Bûye    vînek   dîrokî 
Pîrozî   tê   wesfedan  
Zîn û Memê  ma çine 
Bi wan re nayên pîvan
Ez  evînek   xwezame
Derdibim  ji  dil  û can  

Elmaniya Peine.13/3/2022.

=========

                        DÎWANA    4

Şeva tewafê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hozanê Girkundê

Bajarekî wêran darbesta evîneke
Westiyayî
Li ser piyê xwe hildigire
Bi dilekî şikestî
Xulmaş dibe!
Jiyan digrî
Êşê bi rondiken zemînê dişo
Perperîk
Şevnema li ser pelên
Sibehan dinosînin!
Zarokên pêxwas bi morîkan
Dilîzin sarbûna axê
Maçî dikin û qevdên hermelê
Bi dîwarê xewnên xwe
Dadilqînin!
Her tişt li derdora xuristê
Tê….guhertin
Babelîsk li beyaren payîzê
Keserên salan kom dikin!
Darên pîr toza
Demsalan ji ser xwe diweşînin
Rengê rokê bê…

Mehmûd Badilî

Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin….

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…