Helbest: Rewan Oso
Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav kirî?
Sînorên welatên bênav, kê derbas kirî?
Li nav bajaran bê reng û rû, kî geriya?
Bi dîtina serî bê laş,
Dilê kê ji lêdanê westiya?
Kobanî, dayîka lehengan î,
Tu hîn li ser piyan î…
Tu hîn di nav dilên me de yî…
Kobanî…
Piştî ku dilê gelê te
Bi rizgarbûna te şad bû…
Bi hêza qehreman û dildarên te,
Dengê stranê me bilind bû…
Va ye pênûsa xemgîn
Bi agirê zindanê dinivîsîne…
Bi xwîna pakrewanên te
Rûpelên dîrokê dinivîsîne…
Heta em hene…
Heta dilê me lêdide…
Bi qasî şaneyekê ji te,
Tu kes nikare hilweşîne!
Tu kes nikare hilweşîne!
Navê te di dilê me de ye…
Kobanî…
Em bi te re ne…
Her dem bi te re ne…
Kobanî… Kobanî…
12.09.2026