Nasnameya evînê

  Azer Osî

wê digot:
ne niha,
lê ji mêj
di guhên min de,
hate xwendin
û di mejiyê min de hate meyandin
ku tê ciwan xweşê jîna min bibe
xwedanê êvar û xewna şevên min bibe
û hevirmêşê hevok saziyên min bibe.
Min jî….hemû demsalên evîna xwe
di kesayetiya te de didît
û ji vir ta bi wir
min evîna xweyî bêhempa û bêpayan
bi bejna te re dipîva.
Tû mîna bê, her dem tê
û min te helbesta xwe û helbesta xweyî nenivîsî
di awirên çavên te de didît.
Min dizanî
wê ew bi tenha
di nava çengên te de
li ser lêvên te
û li odeya ku têde bilbil
fêrî evîna me dibû
were parastin.
…………………….
Xwezî ji nişkave
ez û tû pêrgî hev bibana
rûbarî hev bihatina
wê fêrmiskên min!
ji jor ta jêr
xaka ziwa hêwî bikirna
wê ji nava wê dara evînê derbiba
û tê mêweyên evîna min û xwe
bi lêvên xweyî şêrîn bixwarina
minê bi destên xwe
bişkokên kincên te
vekirna
û li ber bêhna wan
û li ser sînga te
semaya eşqa te bikira.
…………………….
Nizanim
bêyî min tû çi dike
kî her sibeh
qehwê pêşkêşî te dike
û di herdanî de te dişo
û cilêne te li te dike.
………………….
Dizanim! tû bi min, mîna Feratê me dibe
û tê!
ji dengvedana min û xwe
destana hêviyên ku ez dibînim biafirîne.
……………….
Tû ne li vire
xwe nikarim ji te dûrbixim
lê tew li wir
divê em bi hev er bin
di hembêza hev de daxa evînê
ji bîr bikin
ku yek kêlîk
ji destên min û te neçin
û ji xwe bêyî me
wê dest dirêjî hev bibin
û mê xewê!
ji şevên bêdeng bidizin.
………………….
Dixwazim
ji evînê têr bibim
û mîna pinpinîkê
ne carekê, lê hezar carî
di arê te dada
û tê
dade werbibim.
………………..
Hege serma hat û tişt nebe
dixwazim ardiwê mala te bibim
yan di şevê de lihêfa li ser bedena te bibim
û lihavînan, li diyarê te
mîna qitikê
li bin tûmê kesk
yê xernûbê
li ser hêlîna te rûnêm.
…………….
Delalim û tû delale
dil bi êşim, tû samane
li te digerim, tev diwestim
li delalê xwe digerim
li bezkofiyan, li ser zozanan ez digerim
li tayê şîn yê te diyarî wê xewnê kir
ez digerim.
20.02.2008
Almanya- Hannover

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…