li dijî êrîşkariya artêşa tirk tevlê hemî çalakiyan bibe yên ku ala rengîn lê baweşe! îro roja xîretê ye û roja mil bi mil pevra meşîna dijî sîtemkarî û dagîrkeriyê ye, roja hevpişkî û yekrêziyê ye!
xuşk û birano,
keç û xortno,
welatparêzno, neteweperwerno,
evîndarê welat û milet, dilşewatên kurdistana şîrîn,
miletê kurd divê seferber be li dijî vê dewleta êrîşkar û hêza zikreş!
her çalakiya protestoyê dijî êrişkariya ku ala rengîn lê baweşe tevlê bibe, piştgiriya van kar û xebatan bike. kîjan welatperwerê kurd, kîjan rêkistin û hêza kurdperwer li çi erdî van çalakiyan li dar bixe bi hemî hêza xwe piştgirê wî karî be!
ev banga partiya me,
– daxwaz e ji her endam û dostek me,
– tîka ye ji her welatperwerek kurd
– hêviya piştgiriyê ye ji her kesê mirovperwer û demokrat!
bêdengî xurtkirina nîjadperest û militaristên tirk e!
bêdeng nemînê, bila pêlê azadiyê û demokrasiyê bi serkeve!
pdk-bakur , 27 sibat 2008

Şîrove (0)