BEHÎNAME

«rola kurda di kujtarên ermeniyan de» di simînarekê de

Girkê-legê duşem /25/2/2008: di nav baxê bizav û çalakiyên koçka gulana çandî de û di gel amadebûna jimarek ji rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, her wiha rêveberên girûbên çandî nivîskar û helbestvanê kurd ( N.Beyro) gulek ji birayên me yên ermenî re çand di bin navnîşana (rola kurda di kujtarên ermeniyan de ) di vê simînarê de beyro teqezkir ku heger hin ji ermeniya sax mane ew ji encama alîkariya kurda bi wan re , tevî rola nehênî ya çend kesên kurd di kujtarê de .
Beyro anî ziman ku ermenî tên jimartin ji kevintirîn milletê rojhilata navîn , û yekemîn komara ermenî di sedê şeşan B.Z hat damezrandin ,
Û di sedê çaran de ola xiristiyan di nav wan de belav bûye …û zimanê wan yek ji zimanê (hindo-oropî) ye , û di serdemê navîn de A.B ya wan î teybet hebû …û belkî tiştê serekî yê hişt ermenî pêşbikevin ji ber ku parçek jê di bin destê dewleteke ûropî de bû û têkilî bazara” sermoy dar” bû û derbarî kujtarê beyro berdewamkir ku di dema padîşah ebdulhemîd de kujtara yekemîn di tebax û êlûna 1894 ê de li devera sasûnê gava ku serbaz û cendirme keleşin birin da welaliya bi kujin û di demeke kin de çil gund wêrankirin û 10 hezar kes kujtin … û li Stembolê di du rojan de 5500 ermenî hatin serjêkirin … li bedlîsê jimara ermeniya berî kujtarê 18000 bûn ji wan 400 pîrek tenê sax man … û li erdromê ji 25000 ermenî 200 sax man û li bajarê mûşê ji 25000 a tu kes nema sax … pirofîsor nîrsîsyan gorî bawername van jimaran di de : 300 000 kujtiyên padîşah ebdulhemîd in , milyon û nîv kujtiyê ÊKGIRTiYAN e û yên derbiderî qefqaz û welatê ereba 800 hezar in .
Û ji aliyê kurdî ve,  Beyro tênê ziman ku regezperestiya olî û werma şarevanî sedemê herî serekî bûn di beşdariya hin ji kurda di van kujtaran de û di vê derbarê de MÊCERSON li pêşiya civata erdengeriya şahbane li lenden got : … kurd ne berpirsin di kujtina ermeniyan de , lê belê ji me kêm kes di zanin ku ermeniyê kurdistanê di jiyaneke bextewer de di jîn berî salên şer.
Berêz N.Beyro bi hişmendî û pisporî gelek zanyarî û agahiyên ne diyar  berçavkirin ew jî ji encama keda çend sala di vî babetî de , lê amadeyan tev xwestin ku ev simînar bi berferehî werê li darxistin di gel amadebûna birayên ermen û xiristiyan.

Amadekirin
Koçka gulana çandî    

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…