di şeva 25 ê sibatê de, û berya ko avdara têr cejin li zingilê xwe yê bi deng bixê, koçika Qamişlo ya çandeyî şevek ji bo mafê pîrekê li pêşîya pêşwaziya cejna jina cîhanî li darxist, bi mihvandariya çalakvana mafê pîrekê dr.Mîdya mehmûd di simînarekê de bi amadebûna gurûpeke berçav ji nivîskar û rewşenbîr û hin jinên xwedan şiyan di derbarê vê babetê de.û di têbûrînekê de li ser rewşa jinê ko îro di hinek astengiyan re di bihûrê ji sedemên cûrecûr (dest helat , sitemkarî,…) ko dihêlin barê jinê giran tir bi bê, di gel vê yekê jî hêjî jina kurd di mala xwe de û di dar û dezgihên jiyana xwe de xwedan kêmtirîn nakokîye li gorî miletên pêre hevbeş.
li dawîyê û di şirovekirina tewereke vekirî de di navbera mamoste mîdya û amadeyan de ya ko wê dûpat kir têrkirin û zengîn kirin ji lêkolîna wê re, û li paşê sipasîya xwe arasteyî amadeyan bi tevahî û koçika qamişlo bi taybetî kir li ser çalakî û derfetên ko têde hatin dan da ko kêşeya jina kurd têre hate ber fenereke maf û rêzgirtinê.
koçika qamişlo ya çandeyî
25-2-2008

Şîrove (0)