Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê -Liqa 6 kir

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê li ser mala serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî.

Ev serdane herweha bo derbirîna piştgirtiya Hewlêra paytext û malbatên Şehîdan bû, yên ku jiyana xwe di êrîşên berdewam yên li ser Herêma Kurdistanê jidest dan, ku ev êrîş wekî hereşeyek mezin li ser ewlehî û aramiya Herêmê têne hijmartin.

Bi germî pêşwazî li şanda Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê ji aliyê berêz Serhed Xefûrî, berêz Segvan Salih kadirê liqa 6 û berêz Emer Zawîtî berpirsê Partiyê li Holanda hate kirin, ku di serdanê de rewşa niha û çalakiyên pêdivî bo pirsa Kurdî li Herêma Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê hatin gotunêj kirin.

Berpirsê Partiyê giringî da li ser rola nivîskar û rewşenbîrên kurd ji bo parastina nasnameya kurdî û pêşxistina doza neteweyî ya kurdî, herweha giringî da li ser rexnegirtinê li hember kêmasiyan û bilindkirina agahdarî û hişyarkirina civakî.

Ji aliyê xwe ve, Mamosta Sebrî Resûl, Serokê Nûneratiya Nivîskarên kurd li Ewropayê, giringiya neteweyî ya Herêma Kurdistanê dubare kir, û supasiya rola Serok Masud Barzanî kir li ser hawarhatin û parastina Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî rawestandina pêleke nû ya koçberiya bi kom ji navçeyên Kurdî û pêşkêşkirina alîkariyê bo xelkê Kurd piştî bûyerên dawiyê bi sedema êrîşa artêşa erebî li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê.

Herweha Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê retkirina xwe diyar kir li hember siyasetên li bin navê wek “entegrasyona demokratîk” têne pêşkêşkirin li ser hesaba mafên neteweyî, û pêdagirî li ser parastina nasnameya kurdî ya gelê kurd û Rojavayê Kurdistanê û bergirî li maf û hebûn gelê kurd kir.

Di dawiyê de, herdû aliyan giringî da li ser bihêzkirina yekgirtina rêza kurdî û pêdagiriya li ser mafên rewa yên Gelê Kurd, nemaze di vê qonaxa metirsîdar de.

Ev yek ku şanda Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê pêk hatibû ji berêzan Goman Hisên, Ehmed Yonis, Baran Baravî û Ebudûlazîz Mela Qasim.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...