Bavê Zozanê
Duh, li Essen ê 04.10.2026 Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê semînerek li ser jiyan û berhemên helbestvana mezin Mizgîn Hesko li dar xist. Ev semîner di bîranîna salê ya yekem a koça wê ya dawî de hate lidarxistin.
Mizgîn Hesko yek ji dengên herî xurt û dilsoz ên helbesta kurdî ya nûjen bû. Di jiyana xwe ya wêjeyî de wê komek dîwanên helbestan weşandin û bi hestên xwe xem, evîn, welatparêzî û êşa jinê û welêt anî ser ziman. Helbestên wê ne tenê li Kurdistanê, lê li nav hemû kurdên diyasporayê jî hatin xwendin û hezkirin.
Dîwanên wê evin:
A darî çav helbestavana me Mizgîn Hesko ku niha em xwe li ber agirê laleşa wê germ dikin yek ji van gulçîçekan e ku helbesta Kurdî di nêv pelên xwe de parastiye, herwiha bi roleke xuya û balkêş li biyaniyê, li penaberiyê, li diyasporayê rabûye û hîn jî radibe û berdewam e ji ber ku berhem û helbestên wê zindî ne bi me re dijîn.
Ew bixwe wekî jineke Kurd xwedî kedek e cuda ye di vî warî de ku bêtirî 15 dîwanên wê yên çapkirî hene, ku ew jî ev in: Tîpên Evînê – Asoyek Tijî Endeko – Di Nav Henaseyên Kovanan de – Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm – Ristek Lal e – Ber bi Werzê Hezkirinê ve – Rêgehên Keskîn – Ji Bexçika Jiyanê – Nexşeya Rewanê Bêdengiyê – Surperiya Zîvê Sihirdar – Ji Ferhenga Lêgeriyanê û Bişkojên bi Roniyê Mest.
Niza çima ku navê dîwanên helbestvana me Mizgîn Heskoyê dixwînim, stranên hunermendê Xweda jê xweş Aramê Tîkran tên bîra min, yeqîn tayekî veşartî helbesta Mizgînê û awazên Aram bi hev ve girê dide, ew jî qêrîna ku ji binê bîra wan a kurdewarî difûre yan jî rastiya ku ji dilê wan ê nazik dertê ku dibe ewr û baran ta ku tovê jiyana mirovatiyê li ber wan avahiyên bilind ên Amedê yan li wan şikartên Deşta Dihokê yan jî li ser qelaçê Hilêlîkê, herwisa li pêşiya bênderên Şelûmiyê kesk û sor û zer û şîn dibin .
Di semînerê de çend nivîskar, lêkolîner û hevalên wê yên nêzîk axivîn.
Nivîskarên beşdar:
Elwan Şivan,Marwan Mustafa,Sidîq Şernexî,Ayid Hesko hevjînê Mizgên gotina malbatê xwend,zubêr Salih,Hejar Botanî û Munîr Xelef..
Wan behsa taybetmendiyên helbesta Mizgîn kirin: zimanê wê yê sade yê kûr û naz, wêrekiya wê di axaftina li ser azadiya jinê, û girêdana wê ya xurt bi ax û çanda Kurd û Kurdistanê re.
Elwan Şivan jî wek pêşkêşvan çend helbestên wê xwendin û bîranînên xwe yên bi wê re parve kirin.
Nûnerê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd Sidîq Şernexî di axaftina xwe de got:
Mizgîn Hesko bi berhemên xwe mîraseke mezin ji me re hişt. Em wekî yekîtî erkê xwe dibînin ku em vî dengî zindî bihêlin û bighînin nifşên nû. Koça wê zirarek mezin e, lê helbestên wê ,wê her dem di nav me de bijîn.
Hêjayî gotinê ye ku Mizgîn Hesko ew jî derbirîn û hestên xwe bi zimanê xwe pêşkêş dike, bi zimanekî wêjeyî, liserhev, himbiz û şêrîn radestî xwînerê xwe dike ku bi teşeyeke resen, kevnar dengê xwe û yê gulê û yê bexçevan li ser tiliya xwe ya nazik dirêse û li ber paleyên xwe dideyne, diveçire, dihûne û xweş dike..
Helbest li bal Mizgîn Heskoyê pêpelûka herî himbiz ji daneheva peyvê de û afirandineke bêhempa ye, wisa jî jêderxistineke balkêş e, dide xuyakirin ku her kes û her mirov dikare afirandinê bi rengekî ji rengan pêk bîne lê helbestvan afirandina wî taybet e, balkêş e, berz e, bilind e, şêrîn û levhatî ye.
Hin rexnegir li ser zimanê helbesta Mizgîn Heskoyê dibêjin ku helbestvana me dixwaze rêçikeke taybet bo xwe biqelêşe di avakirina ferhengeke taybetî kesayetî de ku peyvê wekî hosteyeke şareza dineqîne û li dorê dizîvire, şayik û xweşkok dike, paşê jî wê bi rewan û giyan dike, mîna dilê xwe dike stêr û berdide çerx û felekan
Di dawiya semînerê de daxwazek hate kirin ku berhemên Mizgîn Hesko werin berhevkirin, wergerandin zimanên din, û li dibistanan werin xwendin da ku ciwan jê fêr bibin.
Mizgîn Hesko çû, lê peyvên wê man. Ew îro di her helbestekê de di dilê me de dijî.

Şîrove (0)