Helbest u pexşan

Erê mamosteyê min, ma dê peyv cihê xwe di êş û bîrkirina me de têrê bikin?! Ma dê ev tevlîhevî me jî di bin sîwana azarên te bi xwe birî de vehewîne? Ma dê ev parçe çame têra hêjabûna te bike? Ma dê mirin çend caran berê xwe bide dukela hişê me? Ma ev gotinê…


Ehlam Mustexanimî *
Wergerandin ji Erebî:
Fadil Temo

Hingê tu dixeyidî
Tu kenê xwe
Bi derbenê de dadiliqînî
Ji telefonê re dihêlî tu
Zexeliya bêdengiya xwe ..
Û tu vediksêyî
Û pirsyarên min
Min dikujin

Di neamadebûna te de
Û ez di beriyên manto yê te de
Li kilîtên dilsewata xwe digerim
Ez dixwazim ku zanibim ..
Ka tu bi min de diramiye?
Ma diqewime ku
Hema bi qasî xilmasbûnekê
Xewnên te
Ra min…


Mihmed Ebdê
Mirwan94@hotmail.com

Beriya demek dirêj di dîroka kurdînî yê
Çardehê avdarê tu bi xêr hat bi wê mizgînî yê
Rojhilat li kurdistanê ji welatê behdînî yê
Di dil de hat çandin kar û xebat ji bo kurdînî yê
Dilawer û dilbawer dilovanî ergewanî hat li ser riwê jiyanê
xweda da Mistefa Barzanî hezar pîrozbe li gelê kurdistanê

Ti bû sitêrek keş di…

Hozan Girkundê

Bûye demek..
Di lerizim ji cemeda
Bê rîkirinê….
Gulîyaên tenahîyê
Dirêsim…

Li keştîya şevê
Siwara dibim…
Ji pêsîra bê dengîyê
Talîya jînê di mêjim…
Nîgaşên wêneyên te
Min davêjin asoyekî
Dûr….
Min di paxila peyvande
Wenda dike
Bi dil germî laşê min
Him bêz dike…
Mîna zevîyke tî
Xwe tev li dînbûna
Sînga teyî buharî dikim
Hestên teyî evînî bi nazdarî
Li çola dilê min
Di çêrin…
Evîn canê…
Bûe demek
Ez û tenahîyê
Landikê dûrîyê
Di lorînim…
Û qevdên kulîlkan
Li bejna helbestan
Dikim….
Bihna êvarên gundê xwe
Yên ko ji demek dirêj
Min bîn…

Yasîn Hisên

Ji birçîbûnê re
-1-
ji bona te
min çiqas dest ramûsandin
Lê….
ne mîna lêvê te bûn…

-2-
Ger tu jinek baya
Min dê te himbêz bikira..
Da dîsa bême kuştin…
-3-
Hevalekî ji min re got:
– wê sibeh ji îro xweştir be.
Ez jî dijminê sibehê me…
Û hevalê şevê me
Şev jî sitara birçiya ye…
-4-
Dema termê wî li xeîbiyê dîtin
Dibin palgeha wî de rûpeleke sipî…


“Li ser daxwazî ya gelek dostên min evîndarê Ehmedê Xanî û helbesta klasîkî ez vê helbestê di Mîdya elektronî de belav dikim”.
Lewend Dalînî
Ey Suxteyê jar û reben çima wilo mestaneye!
Li pêşberî Mîrê mezin sertewandî bi şermeye!
L’Zanîngeh û Hicrên Mela; xwendî te “ÎLM ê” Mîm û La
Rûnanî tû l’ Birc û Sera; li ber dîwara…


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Rexneyan li nivîskaran dike…
Dibêje: “Li xwe vegerin, ma hûn ji xwe napirsin, ha ji xwe hebin” ew bi xwe jî nizane çi dibêje.
Bi mûma xwe a vêketî tiliyên xwe dişewitîne…
Dixwaze rengîniya ciwaniya xwe fena şemalan ji her kesî re vêxîne.
Rexnevanekî got: Min dixwest dîroka tazîbûna pênûsa wê binivîsînim; gava xwe mîna kevala…

Demhat Dêrikî

Te tûrikê xwe
ji ferhengên tirsê dagirtiye
û li mejiyê xwe yê
di navbera hêvî û bê hêviyê de diçe
û tê, bar kiriye û her kêlî
bê ku razevîna min di dibistana
dilê Memo de têbigihê
di rûyê destegulên kenê min de
dibêjî; JI TE DITIRSIM!

Keçê esmerê, dînê, malxirabê,
bê îmanê!…ne te ez kirim kevokek
bask şikestî, dûr kirim ji refên firdana
di…

Elî kolo

Gul ji bexçêm
Barkir û çû
Tîbûn lê hat
Mabû bê rû

Li ezmana
Ewr giran bû
Piçek baran
Min nedî bû
***
Miletê min
Bê Erd û kar
Dozek xwe xwest
Ma guneh kar
***
Çûbû Şamê
Hums û Heleb
Wendabû li
Kolanê xerîb
***
miletê mın
bûye pîşo
bûye bexçek
bê dar û ro
***
zanim ev derb
namîne ji neyar
wê lê veger
guneh û dar
***
wê geş bibe
welatê mın
bi dar û…

Mihemed Ebdê
mirwan94@hotmail.com

Ax niza çi dil li ser teye
Bi hesanî te ez ji bîrkirim
Di despêka jiyana min de
Bi xortanî te ez pîrkirim
Evîna te ma di dilê min de
Wek kevokê te ez serjêkirim
Mam evîndarê lêvên te
Ji qehrê te ez têrkirim

Çi roj bû roja min te dît
Rima evînê di dil de te diçand
Şewq di da wek periya
Awir ji…