Dilberê sibe cejn e


Ezîz Xemcivîn

Çarşemb e…
Destpêka sala me ye.
Roja pîroz e

“Çarşema serê nîsanê
gul û çîçek hatine meydanê
Tawisî Melek serokê îmanê”
Di evê roja pîroz de dixwazim li çavên te binerim.

Were em bi hev re pêtiya xweziyan vêxînin…
Dixwazim li ber agirê geş, em lavelavê ji Xwedayê xwe bikin.
Delala minê, bi kenê çavên me sal dest dike. Evîna me her dilê hêvîdar geşbîn dike.
“Aşiq û maşûq kurê me yarek divê ye
li wê herfê mikur tê ye
Ka dur ji padşê ye yan padşe ji durê ye?
Eşqa arifê çê ye
Teftîşa me ji wê cewabê ye.”
Bi hêsirên şahiya te evîna min, em ê berata xwe ji ava kaniya spî û axa Lalişê amade bikin.
Ew heyvanê dunya me ye. Em bi xaka xwe ve girêdayî ne, yara min ev soz û sonda me ye…
Bila Xwedanê me, dilê me bi welatê me şad bike. Bila hêlîna me biparêse. Evîn û hezkirinê di nav me de belav bike.
“Ez çûme dîwana padşayî,
min li wir dît xweşî û şahî
serê hemû tiştî tifaq û tevayî “
Ewê roja ko li hilma buhara te rast hatim, û di nav ewê gulzarê de vejiyam. Ji xayizbûna xwe hişyar bûm. Ji alala lêvên te, peyvên min bi xumavrengîniya xwe şad bûn. Belê canê nermovingî, bû şitleke şînahî… Pelgekenê payîza weşiyayî, ji pergendeyê bû jêhatî…
Dilberê sibe çarşemb e, em ê bibin mêvanê Lalişa ronahî …
Destên bi omîda gelwazê li hevûdu badayî ne…
Di nav ava kaniyê de wêneya me, zelal evînê ew meyandine.
Tu ew cîhana bendewar î, mebest Peyambera dilî, li ser sînga pelê pertûkên qidoşyê,
Xweda ji min re tu şandî…

Di bîranîna Çarşemba Sor de min nivsîand
Cejna we pîroz be Kurdino 19.04.2011

02.05.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…