Ezbenî! Em Li Hêviya Heyamekî Nû Ne


Konê Reş

Ezbenî! Min bîr ne dibir çima;
Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê,
Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc
Di hewşa mala min de radizên?!
Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî..
Her êvar li min dibin mêvan?!
Erê, min bîr ne dibir çima;
Darên Beriwa ji ser çiyayên min direvin û
Darên Çinarê, ewên kevnar, didin pey wan..?!

* * *

Ezbenî! Em bi hêviya heyamekî nû ne;
Heyamekî, ku em porê serê wî
Bi çîrok û çîvanokên kevin û nû
Şeh bikin û bihûnin..
Kirasê wî ji kul û derdan daweşînin..
Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye
Heyamekî ku ji tirsê ne tirse û
Bi cegerdarî karibe;
Di ser agirê gurr re çemke û bibeze pêş..
Erê, em bihêvîne ku careke din
Kaniyên çemê Xabûr der bibin û vebin
Av di best, cog û newalan de biherike..

* * *

Ezbenî! Em bi hêviya bahozekê ne ku
Zimanê me bihejîne û
Bend û lelan bişkîne..
Bi hêviya ronahiyekê ne ku
Em canê xwe bispêrinê û rehet paldin..
Bi hêviya çiyayekî ne ku
Pêve hilkişin, dinya û alemê bibînin û
Kul, eş û birînên xwe nebînin..

* * *

Ezbenî! Ne hêsane ez dergehê gotinê bigirim û
Bilivim pêş..
Ne tu radiweste ezbenî û
Ne rê bi dawî dibe..?

* * *

Erê ezbenî!
Çendî spîbûn bi tirse?!
Bi tirse ku;
Em sayebûna wê bi tariyê
Bilewitînin..

* * *

Ezbenî! Dîroka me şilfîtazî li pêş me dimeşe
Bi dawîbûnan dagirtiye.
Kêm rûpel di tûrikê wê de parastîne
Kêm pênûsan li ser lat û zinarên wê
Nivîsîne..
Dîroka me bi keser derbas dibe,
Bi girî rojên me di buhirîn e..
Zimanê me; toşî talanê dibe,
Ji devê me didizin.. Û
Wiha bê dergevan,
Bê dost û yar em mabûn..
Bi tene çiya, çiya dost bû
Heval û hogir bû û dost maye..

* * *

Ezbenî! Hawara Xelefê Şûvî
Ji mîr Bedirxanê Botanî re
Zindî ye: (Ez Xelef im, Xelef im
Ez Xelefê Şûvî me
Xwediyê şûrê sedef im
Hawar e Mîr hawar e Mîr
Yezdan Şêr begê Botan e..!)
Nerazîbûna Xelefê Şûvî
Bi mîrîtiya Yezdan Şêr
Wefadarî û mêranî ye..
Pêdiviya me
Bi kesên wek wî û hawara wî hêjî heye..

* * *

Erê ezbenî, bela heyv were!
Bela dem were û çerx û dewran
Bifitilin..
Bela heyv were û bi me re meyê
Vexwe,
Xwe dûr neke û çiva nede xwe
Çendî ewir tarî be nikare heyvê veşêre..

* * *

Were baranê were!
Tofan bi derengî ket
Kûpê çiyayê Cûdî hêjî spî xuya dike
Gundê Heştêyan, bajarê Şernex û Cizîrê
Lavijên Botanî dixwazin..
Stranên me sarbûne..
Awazên me ziwa bûne..
Êdî nema Mihemed Arif Cizîrî
Strana Eyşana Elî dibêje û ne
Gerabêtê Xaço Strana Lawikê Metînî
Dinuhirîne..
Bibare baranê bibare
Şuristê vejîne,
Keskahiyê bi ser me de bibarîne..
Bela careke din kevoka aşîtiyê
Şaxekî darzeytûnê bi nikilkê xwe
Di asmanê welatê me de bigerîne,
Destpêka dîrokek nû
Di Rojhilata Navîn de biçîne û
Heyamekî nû bi ser me de bişîne
Erê heyamekî nû..

Konê Reş
 

Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...

Emel Hasen

Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.

Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،

Da ez dibim…

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…