
Ahîn Zozanî
Xew bi çavê hêminiyê nabe dayê.
Îro cîhan, di gerdûnê de bêzar e
Xaka pîroz, ji dil dinale bavo.
darbestên pakrewanan himbêz dike
Bi dîtina wêneyên kezebê,
dengê qîrîna gorê,
taveke tarî di sînga azman de diazirîne.
Rondikên firiştan,
bi ser dêmên gulan de digindirin.
Tevlî çemê xwînê dibin lehiyeke bi hêz,
û kolanên welatê dilbirîn,
bi pêlên bişrîna azadiyê,
ji qirêja desthilatdaran dişon.

Şîrove (0)