Helbest u Vidyo

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn
Were,
Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin.
Bi kilçîv tîpên navê te
li pertûka mijankan diçînin.
Were, li derya dil bibe gemî,
binefşan li peravê qûç bike.
Bila rewan noq bibin.
Du masî ne, bi lîstik û avjeniyê çi xweşik in!
Were, tirs ji tavika gazinê şermîn e.
Germa awazên awiran
bi nalîna kemana evînê re te li hembêzê dicivîne!
Were, şev be roj be,
kulîna bêriyê hêlîneke gêj e.
Bendera dîtinê ye,
bayê jînê pencera te dilivîne!
Were, tinazan li şiyariyê vezilîne.
Dilkêşê sotina canê pak xetîreyên vê rêkê ne.
Dûrî, bi xwe demê diwestîne.
Were, dîlgeha kenê yar bişikîne!
30.09.2006

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…

Vexwendina Mihrecana Helbesta Kurdî

Komîta Mihrecana Helbesta Kurdî û Komeleya Wolfsburg ya Çandeya Kurdî Heweyên hêja vedixwînin ji bo Mehrrecana helbesta Kurdî. Li hola komeleya Wolfsburgê…