Helbest u Vidyo

Dîlana Xweristê

 
Yaşar AKSU

Îşev roj li ser sikûme Nisêbîn a rengîn ava nabê. Rengînîya we tarî û esmer bûye. Bextê we îşev reşe. Heta bi teyr û kitikan ji li ser lingane, ketine goyîne da, ketine payêrîya li berbanga sibê da. Hawar û haware! Mêvanê vê şevê Simaîl hevalê.
Bi bîst hezar mirov rêhevalêteye îşev bi tera werin Qamişlo`ka evînê û derbazbin Amûd`ê. Ê şî…lan û nêrgiza deynin li ber singa xwe. Ê dinê bihejînin li dewsa lingê xwe, ê bi leqînin mejîye dijmin. Ê bibin ristik û bi kevin dîlana xweristê da. Ê bi dengê tilîlî ya ezman biweşê, ê xwina dijmin bi rijê. Yaşar ê dil kembax, dil xemgin û brîndar ê pênûsa xwe azad bike li ser rûpelên bi xwêdan. Ê bi weşin hêstiran çavên wî. Dilopên şor ê berçavka wî dûkel bike. Hibra pênûsa wî ê bi kesk û sor û zer binivîse. Ê bejê…. 

” Weha darbestek hat, li serpîyan (milan) hevala.
Ji berxweda baran hêstrên çavên delala.
Gel fêhm kir kû ew giyan ne li beden û ne li male.
Dilê cengawaran di eşa û pir dinal a…”

Gel bi wê dîlanê da bi qêrîn, bi carî carî xwend û dîsa ne hat dawîya şeva rewend…

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…