Şêrîna Min!

 
Ferhad Şêxê

Ji Çilrojiya koçkirina kebaniya xwe Fehîma Hemo (Diya Awat), re dikim diyarî, Ji roja  20 adara 2011 an re

Şêrîna min!
Bi ciwanî, bi xortanî
Min tu xwedîkir;
Min tu anî..
Şêrîna min!
Bi rengê Ferhad û Şêrîn
Bi awaz, bi lîlan, bi dîlan
Min tu anî..
Li nav baxê gulistana
Min tu danî..
Şêrîna min!
Gelk xaç û rê li pêşiya min
Hatin danîn,
Gelek kolan, kendal
Min hilanîn..
Weke bazek li zozana
Ji nav koma nêçîrvana
Min tu anî..

Lê ez çibkim şêrîna min!
îro tu dizanî;
Tu xayin bû,
Te ez hiştim perîşanî,
Li şûnwara te ez hiştim
Ber dîwara..
Te ez kirme kalekî heyştê salî
Bê zimanî..
Bi ahîn im, bi hewar im, bi qêrîn im
Şêrîna min..

Kulîlka min!
Delala dilê ciwaniya min, hevala min!
Di rojên teng û tarî de
Tu heval bû..
Çibkim îro ji te dûrim;
Bi axîn im, bi ahîn im, bi hewar im û
Bi qêrîn im..
Çibkim îro te ez hiştim li şûnwara?!
Dilopên hêstira dibarîn im
Bi erzanî
Qetîtkên xwînê dirjînim
Bi giranî
Ax û oft dighên Xwedanî,
Ji dizî ve kes nizanî..
Delala Min!
Lê ez çibkim, ez çawa kim;
Perîşan im, birîndar im..
Kulîlka min,
Te zû barkir bi erzanî..

Qamişlo, 19.03.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…